Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 46 peyam
pêlên elektromanyetîk - tirşik
pêlên elektromanyetîk
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cûnên fotonan in. gorî frekans, pêldirêjî û wizeya fotonê li ser vê şevengekê hatine rêzkirin: Here lînkê
ji jor berev jêr:
tîrêjên gama
tîrêjên x
tîrêjên serbinefşî (ûltraviyole)
tîrêjên bînbar
tîrêjên jêrsor
tîrêjên mîkro
tîrêjên radyo

bi formûla c=f.λ (c=leza roniyê, f=frekans, λ=dirêjiya pêlê) ji ber ku leza roniyê neguher e em dizanin ku eger frekans pir bibe dirêjiya pêlê kin dibe û eger frekans hindik bibe dirêjiya pêlê dirêj dibe. bi formûla e=h.f=h.c/λ (e=wize, h=neguhera planckî) jî em dizanin ku eger frekans pir bibe wize jî pir dibe û eger dirêjiya pêlê kin bibe wize pir dibe. îja bi van agahiyan em dikarin bibêjin ku di lîsta jor de berev jor frekans û wize bilind dibe û berev jêr dirêjiya pêlê bilind dibe. ji ber vê jî tîrêjên x û gama radyoaktîv in. ji nav van tîrêjan çavê mirovan tenê dikare tîrêjên bînbar bibîne. ev taybetmendî gorî candaran diguhere. bo nimûne mar tîrêjên jêrsor dibînin ku ji germiyê dertên. bi saya vê dikarin di tariyê de jî nêçîra xwe bibînin.

herwiha divê em ji bîr nekin ev hemû tîrêjana cûnên roniyê ne û ji fotonan pêk tên loma jî leza wan yek e û leza roniyê ye.



23.06.2021 01:21 | keyomerd

2. Pêlên ku bo werin veguhestin pêdivî bi nêvengê nîne. Ji loma cihekî weke fezayê ku lê nêvenga atmosferê nîne jî, bi rehetî kare xwe bigihîne cihê hatiye şandin. Ji ber vê çendê di ragijandina astronomîk de bêpirsgirêk tên emilandin. Leza çûyîna van pêlan bi leza ronahiyê heman e.

Ev pêl ji tevgerên îvmeyî yên barê elektrîkê derdikevin holê. Heya tîrêjên weke gama xwedî vejenek zêde ji reaksiyonên dendikî yê atoma derdikevin.

(bnr: dozîneya pêlên elektromanyetîk)

(bnr: dozîneya qada elektromanyetîk)



24.06.2021 00:06 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» pêlên elektromanyetîk

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza zanisti zanistifeza zanisti zanistifeza zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî