Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
derzîya covid-19ê - tirşik
derzîya covid-19ê
(11) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. derzîyên ku piştê corona vîrûs derketinê holê dinyayê belabûne.
biontech: alî (bnr: uğur şahin) û (bnr: özlem türeci) almanyayê hatiyê dîtin û pêşvebirin. nav derzîya da herî serkeftî ev e
sinovac: alî çîn û rûsan hatîyê dîtin û sedî heftê serkeftîye
astrazeneca: şirketeke ku navenda van UK yê ye û derzîya van jî alî çend welatan tê bikaranîn.

welat û tirkîyê jî derzî êdî tê lêxistin gelo nivîskarên derzî xwe xistine henin bila çend gotinan me ra bêjin



16.06.2021 10:44 ~10:45 | doesntmatter

2. Derziya ku min ya sinovacê meha rêbendan û sibatê de wekî du dozan li xwe xistin dabû. Qansî ku bi nexweşên covidê re mijûl bûm û çend caran temasa min jî bi wan re çêbû ne berî derziyê ne jî Piştî wê bi covidê neketim. Piştî derziyê jî ji xeynî êşa piyê min tiştek tunebû ew jî tiştekî normal e Û çend rojan de derbas bû çû. Çend hevalên min ên derziya sinovacê li xwe xistin dabû bi covidê ketin lê bê semptom derbas kirin tu zirar nedîtin.



16.06.2021 22:00 | biaqila malê

3. vaksîna bê kêr e. fehm nakim bê ev meraq û eşqa vaksinê ji kû tê. heke ku ev nexweşî du salan de bi we neketibe ji niha pê de jî nakeve.

û;

(bnr: vaksîn)
(bnr: vaksina covîd-19)



16.06.2021 22:30 | hueyn

4. Hefteyeke berê min jî derziya biontechê wê li xwe xist. Min nexweşiyê derbas kir lê 6-7 meh di ser re bihurîn. Ez bêm semptomên wê: bi şev milê min êşiya, ji ber êşê milê xwe şiyar bûm. Min nikaribû li ser milê derzî kirî razên. Roja din hinekî bêhal ketim, çogên min bêqawet man. Hesteke ecêb di nava min de peyda bû lê zêde ez aciz nekirim.
Roja din tiştek nema, her tişt derbas bû.



16.06.2021 23:28 | xabûrî

5. Dîya min jî berî aniha 4 mehan, 2 doza li xwe xistibû ger ne şaş bim, a wê sinovac bû. Mixabin, piştî vaksînê ew jî pê ket û dûra ê malê hemû pê ketin. Lê me zêde giran derbas nekir. Hundirê 10-15 rojan em hatin li ser xwe.
Semptomên ko herî zêde li ser dijwar derbas dibû, sota pozê min bû û ta'ya şevê bû ku dikir ku heta sibeha laşê min bicirife, xew li min diherimand



16.06.2021 23:39 | pîroz

6. (bnr: şerenqeya covid-19ê)



17.06.2021 23:23 | berbest

7. peyva ku bi ya min birkaranîna wekî şerenqe çêtir e ji ya derziyê.
(bnr: derzîya covid-19ê.)



17.06.2021 23:28 | berbest

8. îro derzîya sinovacê bûm, vê demê êş an jî tiştekî dinê tûne. ser xêrê



23.06.2021 14:06 | doesntmatter

9. şevê din min dê û bavê xwe bir me derziya biontech li xwe da. ew li me dan ya rasti. me jî li wa da. me şerr kir welhasil em hatin. çi pirsgirêk tune, milê me hinek dieşe pora me hinek zer bûye çavê me şîn dibe. ca min dibêje ez ê bîra çêbikim. bavêm dibêje ez bo şîvê berazek nekelek bênim em ji xwe re bikelînin bixwin. baş e yanî. dankeschön biontech



24.06.2021 11:41 | xwelî li ser

10. Îro, li binkeya tendûristîyê min a biontech, dosa pêşî li xwe xist. Dibêjim qey ev derzî şeş heb şeş heb tê ji ber vê heta hejmara xelkê negihê şeşê, vaksînê ji pakêtê dernaxînin.
Lêxistina derzî ne bi êş bû, bi derpkê li min xistin û ez şandim malê.Heta niha tu bandorek xerab li ser min derbas nebû.
Ko Xwedê bê erê piştî mehek an jî meh û nîvkê din dîsa herim vêca a dudo li xwe xim.



29.06.2021 15:32 ~15:36 | pîroz

11. Min jî îro biontech li xwe da, heya niha êş tune, jixwe dema lê da min zêde hîs jî nekir.
Ji malê 4. Kesê ku derzî li xwe da ez bûm, ma yê biçûkê malê *

Û her wiha dibe ku li derdora we hin kes bêjin: ji ber derziyê zarokên we çê nabin û hwd. De hema bila çê nebin, di vê jiyana qirêş de mirov naxwaze zaroka jî bêne dinyayê



29.06.2021 17:40 ~17:49 | merwano

12. xûya dike ku ji bo daxistina hijmara miriyan pewist e. min li rewşa du welatên ku rêjeya derzîkirinê zêdeye nihêrî. (bnr: îspanya), (bnr: brîtanya)
di 24 saetên dawîn de:

li îspanyayê: 26,390 (tûşbûyî), 10 (mirî)
li brîtanyayê: 42,302 (tûşbûyî), 42 (mirî)

li herdû welatan gorê pêketiyan hijmara wefatan pir kêm e.
rêjeya derzîkirinê û derzîyên ku li wan welatana tên lêxistin wûha ye:

Li îspanyayê: 60% —> moderna, biontech, janssen, astrazeneca
Li Brîtanyayê: 69% —> moderna, biontech, janssen, astrazeneca



15.07.2021 05:42 | cinorek

13. Mi vizêr seba doza diyîn nêweşxaneya mêrdîn ra randevû girote. Derzîna verên de polê mi rojî mîyan de tay deja. Sewbîna tesîro xirab ganê mi ser o nêqewimîya.



10.08.2021 12:27 ~12:28 | kajav

14. Di derheqê vê derzîyê de gelek agahîyên spekulatîf hene. Min ya biontechê di paran li ewe xist. Ti pirsgirêk derneket. Li xwe xin, ne tirsin.



10.08.2021 23:16 | fermano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» derzîya covid-19ê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî