Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kî dixwaze bibe milyoner - tirşik
kî dixwaze bibe milyoner
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşbirkek navnetewî ya çandê ye. li hemû welatên pêşdeçûyî û di pêvajoya pêşdeçûnê de tê weşadin. bi îngîlîsî 'Who Wants to Be A Millionaire' ye. li tirkiyê 'Kim Milyoner Olmak İster' e. ji aliyê kenan ışık ve destpêkê weke ' Kim Beş Yüz Milyar İster' dihat lîstin. paşê weke hemû dinyayê ew jî bû milyon.

li tirkiyê niha di atv de ji aliyê kenan imirzalıoğlu ve tê pêşkêşkirin. rêbazên pêşbirkê hinek biguhere jî li hemû dinyayê hama bêje format yek e. 2 bendavên pêşbirkê hene ku dema hatin derbaskirin, ger pirs xelet werin bersivandin jî dê herî kêm meblaxa bendavê were stendin. bendav di pirsa duyem de 1000tl, pirsa 7. de 15000tl ye. ger di pirsekî de were vekişandin meblaxa herî dawî ya pirsa ku tê re derbas bûye tê stendin.

nirxên pirsa;

1- 500tl
2- 1000tl (bendav)
3- 2000tl
4- 3000tl
5- 5000tl
6- 7500tl
7- 15000tl (bendav)
8- 30000tl
9- 60000tl
10- 125000tl
11- 250000tl
12- 1000000tl

*ev meblax ne net in. baca dewletê ji vana tê birrîn.


jokerên pirsa;

-jokera nîvî-nîvî:
2 bersivên xelet otomotîk tên jêbirin.

-jokera telefonê:
yek ji 3 kesên ku di dema tomarbûnê de diyar kiriye re, kare bersiva pirsê di 30 xulekî de bixwaze.

-jokera bînera:
bînerên li studyoyê bi saya amûra elktronîk a ku ji wan re hatiye dayîn bibersivînin. encamên bersivdayînê weke grafîk tê weşandin. di dema pandemiya coronayê de ji bela ku bîner tune bûn. jokera 'ji zana re bipirse' hebû. zana jî kesê 1 milyon qenc kiribû bû.

-jokera ducarî:
piştî bendava duyemîn ev joker tê dayîn. mafê pêşbaz çêdibe ku du cara bersivê bide. ger ya ewil xelet be, vebijêrk gewr dibe. paşê maf heye ku ji 3 vebijêrka yekî hilbijêre. lê ger ev joker were bikaranîn, mafê devjêberdan an vekişandinê tune ye.



14.06.2021 16:58 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kîrxan
» dixwaze kil bike, lê kor dike
» biberli ekmek

Kategoriyên mijarê:: sinema tvradyobername sinema tvradyobername sinema tvradyobername
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî