Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mirov desmond - tirşik
mirov desmond
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek kurd e. amedî ye. xwediyê albûma kêzikê gêj e.
ziryabê di derbarê wî de wilo gotiye:

- - - - - - - - - -
mirov, di sala 1993'yan de hatiye dinyayê. Ji Bismila Amedê ye. Heta lisê li YIBO'yê xwendiye. Lîse jî li Malabadêya Farqînê xwendiye. Piştî lîseyê, çûye 3 zanîngehan lê dîsa jî nebiriye serî. Aniha li Zanîngeha Mimar Sinanê di beşa dîroka hûnerê de xwendekar e. Stranbêj Mirov, di sala 2012'yan de wexta li Îzmîrê xwendevan bûye bi gîtara xwe li kola nan strandiye. Piştî ku demekê li bajarên Tirkiyê yên wekî Îzmîr û Çanakkaleyê maye, li Stenbolê bi cih bûye û niha jî li wir dijî.
Mirov albûma xwe ya yekemîn Kêzikê Sergêj di dawiya sala 2018'an de derxistiye. Mirov derbarê albûma xwe de ji Ziryabê re axivî û diyar kir ku ew hunermendekî kolanan e û dibêje ku ew kolanê nêzîkî xwe dibîne. Mirov "Ez muzîkjenekî kolana me. Ez kolanê nêzîkî ruhê xwe û muzîka xwe dibînim. Di muzîka me de tiştên pir xweş û cûda derdikevin lê piyaseya muzîka me jî di nava nigan de ye. Bi rastî, pirsgirêk pir mezin in, ez naxwazim xwe bavêjim nav. Lê ez bawer im Ziryab riya pir tiştan û çavê gelek mirovan dê veke."

Mirov diyar dike ku çêkirina muzîkê digihîje demên xwendekariya wî ya liseyê û wiha berdewam dike: "Fikra çêkirina muzîkê bi xwe digihîje demên xwendekariya min a lîseyê. Wê demê, dem bi dem min stranên ku dinivîsîn ji wan re beste çêdikirin û ji hevalan re distiran. çûna min a zanîngehê û hatina Stenbolê derfetên baştir dane min ku ez muzîka xwe çêbikim. Ji neçarî min dibistan terikand. Dema ku li Taksîmê li çayxaneyekê dixebitîm, Min solîstê Siya Şevê, Gokçe Selîm nas kir û em bi hev re xebitîn. Me repertuar diyar kir, demoyek tomar kir û dawiya dawî me albûm qedand."

Mirov, "Di demeke kurt de tiştên baş derketin holê. Albûm, du stran jê bi tirkî, şeş kurdî, bi tevahî ji heşt stranan pêk tê. Stran bi giranî motîfên blues û rockê dihundirînin. Bi saya serê mamoste Gokçe xebateke pir taybet û cidî derket holê. Ez hêvîdar im ku stran cihê xwe bibînin û bigihîjin guhdarên xwe."
- - - - - - - - - - -
Here lînkê



18.10.2019 23:56 | simurg56

2. stranbêjekî kurde û bi tarza rock stranên xwe dibêje, pir qeşenge û birastî dengê wî jî zehf xweşe.
albûma wî;




10.06.2021 14:15 ~14:17 | doesntmatter

3.



10.06.2021 18:27 | biaqila malê

4. weke bandorê tirşikê ya li ser hişê min, gava hin tiştan dibînim dibêm "yekî li tirşikê behsa wî kiribû". çend deqa berê jî jê dîtim wisa gotim. aniha strana min û te li taba din lêdixe.**



02.04.2022 00:57 ~00:59 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovê lawaz dê çawa xûrt bibin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî