Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
li meclîsa sûriya demoqratîk qedexeya kurdî - tirşik
li meclîsa sûriya demoqratîk qedexeya kurdî
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. qedexeya dema min dît tasa serê min avêtiye. li civîna msd ji nûnerek kurd re mafê axaftinê tê dayîn û nûner jî bi kurdî meclîsê silav dike. ji ber ku kurdî ye, dengê nûnerî tê qutkirin. paşê seroka meclîsê qaşo kurd e, bi erebî bang li nûnerî dike ku axaftina xwe bi erebî bidomîne. paşê nûner dibêje ku dirûşmeya vê civînê bi kurdî, erebî û suryanî ye û ez jî mafê xwe yê kurdî bikar tînim. lê vêca seroka msdê dikeve dewrê û bi erebî hin tiştan dibêje û dixwaze bi erebî biaxive. li ser vê yekê nûner daxwaza wergerê dike lê ew jî nayê qebûlkirin.

dema min vê buyerê dît, heşê min çû. ma ewqas kes mirin ji bo ew pîrek rabe zimanê vî gelî qedexe bike? yekî binamûs tunebû li wir rabûya bahra devê wê jinikê bidaya? qaşo hêzên kurdî ne û rêveberiya kurd in. bi hezara ciwan ji bakur bo xatirê kurdî terka dêbavê xwe kirin û çûn alikariya wan da ku wan ji destê daeşê rizgar bikin. lê heyf û çi heyf. dema hêz kete destê wan vêca ew bi xwe zimanê xwe qedexe dikin û zextê li gel dikin.





04.06.2021 14:36 | tîrêj zana 21

2. Piştî şerê cîhanê yê yekem, subay, serek û pêşengên îngilîzîstan û Fransayê ji bo berjewendiyên dewletên xwe li ser xaka dewleta Osmanîyê îş û emelên siyasî û burokratîk dikin û dûra xebatên xwe raport dikin û li hikûmeta xwe bi rê dikin.
Min wextekî gelek ji wan raportan xwendin. Bi kurtasî Tiştên hem ji aliyê Îngîlîzan hem jî ji aliyê fransizan ve di derbarê kurdan de tê gotin ew e;
Kurd ji kapatiseya avakirin û birêvebirina sîstemê bêpar e, kurd nikarin li vê erdê dewleteke serbixwe ava bikin. Dema em li ser karekî li pêşengekî kurd digerin em liqayî kesekî nayên. Hama Di her gundekî de dengekî dî bilind dibe. Nikarin saziyên modern saz bikin. Em li Kurdistanê nikarin serekekî peyda bikin. Pêşengên kurd ên ku li Stenbol û Awropayê dijîn ji rastiyê Kurdistanê dûr in û li Kurdistanê ti hukmê wan nîn e. Xebat û projeya birêxistin û sazûmankirina kurdan karekî betal û badilhewa ye.

Dema min vê vîdeoyê dît min got fuck! Canik û camêrên emperyalist ji vir sed sal berê hevîrê rihê me kurdan veçirrandine û gotine ku ji kurdan gûyekî nabe loma em dev ji wan berdin. Û çûne têkiliyeke germ ligel kemalîstan çêkirine, çûne kral faysalî ji sûrî anîne li serê îraqê kirine serek. Tevî ku Mehmûd Berzencî çek bi dest e jî!



04.06.2021 16:13 ~16:14 | ferhenga şikestî

3. sed car mixabin
ew jina gêj kibe wê gelek poşman bibe.
hêviya xwe qutnekin wê rojekê şivanê kurd werin ser serê me.



04.06.2021 21:43 | hak buddy

4. di şert û mercên normal de divîya ku ez biheyirim û şaş bimînim. kurdek çawa dikare zimanê xwe asteng bike felan bevan lê belê êdî ti tiştê ku kurd dikin min naheyirîne. ti milet ya jî ti qewm naşibe kurdan êdî bûyerên wilo ecêb naye bi min.



04.06.2021 22:25 ~22:28 | hueyn

5. ji her vîdeoyên ku we dîtin hûn bawer bikin ev jî kêmaniyek mezin e ne li gorî rihê tirşikvaniyê ye. Bi min bi vê vîdeoyê hatiye lîstin. dîsa jî hûn dizanin.



04.06.2021 22:37 ~2021.06.05 00:01 | giyanstêr

6. (bnr: Îlham ehmed)



04.06.2021 23:43 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» qedexeya dîtina peyamên siyasî
» kurdî tenê zimanek ninû

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî