Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
şîrê keran vexwariye - tirşik
şîrê keran vexwariye

Navê mijarê ya ewil ev bû:şîrê kera vexwariye
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bîweja ku min nû bîhistiye ku te wateya kesê tiştek fêhm nekiriye.

ji vê memeyê min wisa fêhm kir:
Here lînkê



30.05.2021 17:43 | merwano

2. Biwêja ku li herêma berzan tê bikaranîn, ji kesên fehm kêm re tê gotin



31.05.2021 16:14 | cyaxares

3. Biwêja ku zaroktiyê de ji bo min û cêwiyê min hatiye bikaranîn. Di malbatê de cara yekem min û cewiyê min mama vexwariye. Îja wexta ku malbat ji me hêrs dibûn digotin wana şîrê keran vexwariye. Qey mamaya marketa bi şîrê keran tê çêkirin!



21.09.2021 14:25 | kajav

4. şîrê ker di eyarê ker de
Kergele hebûn kergele
çi mê çi nêr. *

(bnr: temam bes lêxin zilam mir)



21.09.2021 14:34 ~14:36 | xwelî li ser

6. Şîrê ku rehmetiyê kalikê min bi rastî vexwertîye.
Dema kalikê min leşkeriyê de ye her heftî jinikekî pîr ji ba wa derbasdibê û şîr difiroşê. Kalikê min jî hingî hez şîr dikê her heftî şîr dikirê ji xwe re, demek derbas dibê di heftî, sê heftî diçê jinik nayê firotinê, dawî jinik li ber leşkeriyê derbas dibê lê şîr tinne cemê, kalikê min jî dibê: pîrê pîrê, ka çi hewalê te ye ev di heftî sê heftîya nexuyayî, ka tu şîr nafiroşê êdî? jinik jî dibê: velleh tiştekî min tune ye lê kurêm kerê min miriyê.
Êdî kalikê min li wir divereşê û piştî wê demê qet tiştên ji şîr devê xwe nakê heya mirinê.
Ev jî wekî bîranînekî kalikê min, li vir bimînî.



25.06.2022 20:04 ~20:07 | burak derdilî

7. Li cem me, mezin ji zarokan re dibêjin. Dibêjin; tu ji mirovan çêbûyî, ma te şîrê keran vexwariye bi vê awayê tevdigerî.



3 roj berê 23:22 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
belki ev jî bala te bikişînin
» şîrê teyrêbaz
» keran li ber keran girê nedin, ji hev hînê tir û fisan dibin

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî