Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 13 peyam
    vivaldi - tirşik
    vivaldi
    (16) (3) (7)
    di mijarê de bigere

    2. Yekem geroka înternetê ku wê di nêzîk de kar û barên xwe li ser hemî platforman bi kurdî pêşkêş bike, ji 2 mehan bêtir ser wergerê wê dixebtim, min ji xwe re kirîbû wek kar gelek şev û roj ser wê wenda kir, werger ji 30 hezar peyv pêk tê.
    min chrome, firefox, opera, brave û.... wekî din bikar anî lê rastî kêfê min pir ji vivaldi re hat ev bû 2 sal ez bi xwe bikar tînim ser mobile ne, lê pc bê wê nikarim.
    dawî dixwazim bêjim bê guman wê şaşetî, kêmasî di wergerê de hebe berku min bi tenê serê xwe werger dikir, pir roj serê min heya ne diêşiya min dev ji wergerê berne dida, lê her ku rastî şaşteiyan hatim ez ê sererastim bikim
    bo bêtir agahî derbarê vivaldi Here lînkê



    2021.05.29-00:45 ~00:55]| cyaxares

    3. geroka ku ji aliyê estetîkê ve kêfa min jê tê. qasî du salan min ew geh li ba firefoxê geh li ba operayê bi kar anî - bi taybetî bo hilpekînên medyayên civakî bi kar bînim. taybetiyên wê yên hûrgilî li ser kombersê xwe didin pêşiyê. lê belê li ser jîrfonan -heke ruhekî we ya vekolîner tunebe- hema dişibe gerokên din. heta mehekê berê jî li ser du amûrên min de hebû lê êdî tune ye. ez gerokan bi senkronîzeyî bi kar tînim. piştî guhertoya kurdî ya firefoxê bo jîrfonan hate weşandin, min êdî giraniya xwe daye firefoxê. ji ber ku min ji telefonê jê bir (û dêvla wê brave-ê bar kir) vivaldiya kombersê jî ji amûrê rakir. lê bi rastî bo min rehetî jî bû. ji ber ku li ser kombersê pir dereng vedibû. (divê mikur bêm, a firefoxê jî dereng e, lê mewaya wê ji ya vivaldiyê kintir e. sebeba derengiyê jî nizanim, belkî ji ber linuxê ye, belkî ji ber nermalava kombersa min be) her wiha tiştê ku di vivaldiyê de xwe da hezkirin, bêguman derfetên fireh ên şexsîkirina gerokê ne. bi min ji bo ceribandinê mirov dikare şansek bide wê. tew wê di demekê kin de kurdiya hemû guhertoyên wê jî derkevin. yanî ji aktîvîzma zimên jî qadekê nû pêşkêş dike. siheta @cyaxaresî xweş be. lê ji girêdana jor min hinekî çav bi nivîsên kurdî yên malperê xist û hinin kêmasî û şaşîtî bala min kişandin. divê werger ji aliyê kesin din ve were venêrîn û serrastkirin.



    2021.05.29-10:50 ~10:51]| biruya hayao miyazaki

    5. geroka ku heta niha min bi kar neanîye lê belê bi kurdî be êdî pêwist e.



    2021.05.29-19:02 | hueyn

    6. Ji bo wergerandina kurdî cyaxares re gelek sipas , Bi rastî heta niha haya min vî gerokê nebû.Jixwe min gelemperî google bi kar dianî.Bi rastî ji google chrome ê hez nekim jî , li gor yên din gelek pêşketî û rojanekirî ye.Hin taybetmendiyên wî bi gmail ve girêdayî ye û mirov neçar dihêle ku mirov bi kar bîne.
    Ez bawer im ku vivaldî jî gelek baş e , wek opera , firefox û yên din.Ez ê daxînim û biceribînim jiber ku kurdî ye ,nizanim ewle ye nîne li gor wî ez ê bidomînim an na.
    Dîsa gelek sipas , wisa dixuyê gelek zihmetî hatiye kişandin bo wergerandinê , ji wergerandina malpera kurdî ya vîvaldî kifş e.
    destxweş



    2021.05.29-20:53 | brzn

    9. ne xweş e. bi hezaran fonksîyon di yek per de ye.
    wek kabîna pîlotan a balafirê ye...



    2021.06.03-19:05 ~19:06]| heval.js

    10. geroka ku bi taybetmendiyên xwe yên nû derdikeve pêş. versîyona 4.0 wê îro bê weşandin ku tê de amûrên weke ajanda, werger, xwînera rss û e-mail dihewîne. tenê bi pêlêkirinekê mirov wê karibe bigihije maîlên xwe.

    Here lînkê



    2021.06.09-11:11 ~11:12]| hueyn

    11. Êdî bi Kurdî ye;
    Here lînkê



    2021.08.15-01:54 | kajav

    12. geroka ku bûye kurdî lê tenê ji bo sermasê. vebijerka kurdî teqez divê di versîyonên mobîl de jî hebe.



    2021.08.15-02:26 | hueyn

    13. Guhertoya sermaseyê û navrûya zimanê malpera vivaldiyê bi kurdî ye. Here lînkê pêvajoya wergerandina guhertoyên telefonên android û helbet tablet jî mehan berê hatiye temamkirin lê belê ji ber ku kurdî ne di nav zimanên androidê de ye, weşandina wan dê hinekê dem bixwe. lê xem nexwin, ew ê werin weşandin: heta wê demê bi ya sermaseyê xwe li geroka kurdî bielimînin*

    di nêrîna pêşîn de yên min dît:
    * gerok bi temamî hatiye kurdîkirin ku min li ser kombersê heta niha bernameya gerokekê ya bi tevahî kurdî nedîtibû. (berî 15 salan di nav projeya ubuntuyê de firefox jî hatibû wergerandin lê min bi xwe nedîtiye.) gelek fêmbar e. li aliyê din hinin peyvên nû hatine bikaranîn: rûger:tab, rss:kanî, astengker: adblocker, destgeh:panel, kilor:cookie, şûnpel:bookmark, tûrik:clipboard, ajimêr:account hwd. bi karpêkirinê bawer im dê her tişt li cihê xwe xweş bike.
    * ji aliyê pêvekên cihgirtî* zengîniyekê berbiçav tê vedîtin: astengkera reklam û şopgeran, nameya vivaldiyê, xwînera kaniyan(rss hwd.), salnameya gerokê, têkilîdêr, pêveka nîşeyê, wênegirtin... Her wiha vivaldi ji ber ku li ser bingeha chromiumê hatiye avakirin, mirov dikare pêvekên dikana google-ê jî saz bike.
    * Vivaldi bi xweberî ji google translateê cuda, bi pêvekekê din a wergerandinê tê. Di nav lîsteya zimanan de kurdî tune ye lê belê wergera vivaldiyê piçekî hêdî lê xweş dixebite.
    * kesanekirina xuyanga gerokê pir hêsan û tije-vebijêrk e. her wiha rûkar jî tê guhertin bi daxwaza bikarhêneran. komkirin û berhevkirina rûgeran, li ser karê temaşekirina vîdyoyan bi riya wêne-di-wêneyê-de yan jî nîşegirtin... Bi rastî ji xwe ceribandina min a vivaldiyê hebû min kar bi gelekên wan kiribû lê hemû kurdî ne û were û ji kêfan nefire!
    * rêvebirina şûnpelan û dîrokê bi rastî pir hêsan e. gerok mafekê fireh dide bikarhênerên xwe.

    bo niha dikarim vê bêjim: tirşikvanên ezîz yên di halê hazir de google chrome-ê bi kar tînin, bi min bila nefikirin û derbasî vivaldiyê bibin. her wiha kurdîxwazên firefox-gir (wekî min) û brave-gir ên ku ji aliyê nihênî û ewlehiyê ve li xwe baldar in, bila baş lê binêrin ku ji aliyê nihêniyê ve jî hinin gotinên aşker a vivaldiyê heye û îdîa dikin ku firefox tevgerên bikarhênerên xwe dişopîne ku di biharê de li ser torê nûçeyekê wiha hebû. lê min baş lê nexwendibû: Here lînkê

    her wiha pirsekê girîng jî heye: "erê wekî hemû mirovên ser rûyê erdê, kurd jî wekî bikarhênerên înternetê xwedî maf in ku bi dilê xwe sepanan hilbijêrin û kar pê bikin. lê herî dawî kengî geroka we ya kombersê kurdî bû? ma ne divê kurd piştgirî bidin projeyên wiha da ku kurdî pêşve here û mezin bibe."

    û mêrik dibêjin dê di demekê kin de guhertoyên android û tabletê jî bi kurdî biaxive..

    li vê blogê gelek nivîsên meha hezîranê hene qala vivaldiyê Here lînkê

    ev jî ajimêra wan a twitterê ye: Here lînkê ecibandin û rt-kirin emrê xweda ye.*



    2021.08.15-10:45 ~10:54]| biruya hayao miyazaki

    14. geroka ku min jî dixwest jê re wergerê bikim lê neqeda mixabin. yên keda wan lê heye, dest û milên wan sax be. karekî pir pîroz e. ser xêrê be.



    2021.08.15-18:31 | xelîl

    16. Wê di 2/12 de gohertoya 5.0 were weşandin, hêvî dikim di vê yekê de kurdî têxin android (bnr: nema tê).



    2021.11.30-13:57 | cyaxares

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [1]
    bi hêviya ew fikir tu carî wenda nebe....
    îtîrafên tirşikvanan [2]
    gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila ten...
    heval [5]
    Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan...
    tirşik forûm [1]
    Min li wir nepirsî ku karê min e yan nîn e xwe nezan meke....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » vivaldi

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî