Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
vivaldi - tirşik
vivaldi
(15) (3) (4)
di mijarê de bigere

1. Yekem geroka înternetê ku wê di nêzîk de kar û barên xwe li ser hemî platforman bi kurdî pêşkêş bike, ji 2 mehan bêtir ser wergerê wê dixebtim, min ji xwe re kirîbû wek kar gelek şev û roj ser wê wenda kir, werger ji 30 hezar peyv pêk tê.
min chrome, firefox, opera, brave û.... wekî din bikar anî lê rastî kêfê min pir ji vivaldi re hat ev bû 2 sal ez bi xwe bikar tînim ser mobile ne, lê pc bê wê nikarim.
dawî dixwazim bêjim bê guman wê şaşetî, kêmasî di wergerê de hebe berku min bi tenê serê xwe werger dikir, pir roj serê min heya ne diêşiya min dev ji wergerê berne dida, lê her ku rastî şaşteiyan hatim ez ê sererastim bikim
bo bêtir agahî derbarê vivaldi Here lînkê



29.05.2021 00:45 ~00:55 | cyaxares

2. geroka ku ji aliyê estetîkê ve kêfa min jê tê. qasî du salan min ew geh li ba firefoxê geh li ba operayê bi kar anî - bi taybetî bo hilpekînên medyayên civakî bi kar bînim. taybetiyên wê yên hûrgilî li ser kombersê xwe didin pêşiyê. lê belê li ser jîrfonan -heke ruhekî we ya vekolîner tunebe- hema dişibe gerokên din. heta mehekê berê jî li ser du amûrên min de hebû lê êdî tune ye. ez gerokan bi senkronîzeyî bi kar tînim. piştî guhertoya kurdî ya firefoxê bo jîrfonan hate weşandin, min êdî giraniya xwe daye firefoxê. ji ber ku min ji telefonê jê bir (û dêvla wê brave-ê bar kir) vivaldiya kombersê jî ji amûrê rakir. lê bi rastî bo min rehetî jî bû. ji ber ku li ser kombersê pir dereng vedibû. (divê mikur bêm, a firefoxê jî dereng e, lê mewaya wê ji ya vivaldiyê kintir e. sebeba derengiyê jî nizanim, belkî ji ber linuxê ye, belkî ji ber nermalava kombersa min be) her wiha tiştê ku di vivaldiyê de xwe da hezkirin, bêguman derfetên fireh ên şexsîkirina gerokê ne. bi min ji bo ceribandinê mirov dikare şansek bide wê. tew wê di demekê kin de kurdiya hemû guhertoyên wê jî derkevin. yanî ji aktîvîzma zimên jî qadekê nû pêşkêş dike. siheta @cyaxaresî xweş be. lê ji girêdana jor min hinekî çav bi nivîsên kurdî yên malperê xist û hinin kêmasî û şaşîtî bala min kişandin. divê werger ji aliyê kesin din ve were venêrîn û serrastkirin.



29.05.2021 10:50 ~10:51 | biruya hayao miyazaki

3. geroka ku heta niha min bi kar neanîye lê belê bi kurdî be êdî pêwist e.



29.05.2021 19:02 | hueyn

4. Ji bo wergerandina kurdî cyaxares re gelek sipas , Bi rastî heta niha haya min vî gerokê nebû.Jixwe min gelemperî google bi kar dianî.Bi rastî ji google chrome ê hez nekim jî , li gor yên din gelek pêşketî û rojanekirî ye.Hin taybetmendiyên wî bi gmail ve girêdayî ye û mirov neçar dihêle ku mirov bi kar bîne.
Ez bawer im ku vivaldî jî gelek baş e , wek opera , firefox û yên din.Ez ê daxînim û biceribînim jiber ku kurdî ye ,nizanim ewle ye nîne li gor wî ez ê bidomînim an na.
Dîsa gelek sipas , wisa dixuyê gelek zihmetî hatiye kişandin bo wergerandinê , ji wergerandina malpera kurdî ya vîvaldî kifş e.
destxweş



29.05.2021 20:53 | brzn

5. ne xweş e. bi hezaran fonksîyon di yek per de ye.
wek kabîna pîlotan a balafirê ye...

Here lînkê



03.06.2021 19:05 ~19:06 | heval.js

6. geroka ku bi taybetmendiyên xwe yên nû derdikeve pêş. versîyona 4.0 wê îro bê weşandin ku tê de amûrên weke ajanda, werger, xwînera rss û e-mail dihewîne. tenê bi pêlêkirinekê mirov wê karibe bigihije maîlên xwe.

Here lînkê



09.06.2021 11:11 ~11:12 | hueyn

7. Êdî bi Kurdî ye;
Here lînkê



15.08.2021 01:54 | kajav

8. geroka ku bûye kurdî lê tenê ji bo sermasê. vebijerka kurdî teqez divê di versîyonên mobîl de jî hebe.



15.08.2021 02:26 | hueyn

9. Guhertoya sermaseyê û navrûya zimanê malpera vivaldiyê bi kurdî ye. Here lînkê pêvajoya wergerandina guhertoyên telefonên android û helbet tablet jî mehan berê hatiye temamkirin lê belê ji ber ku kurdî ne di nav zimanên androidê de ye, weşandina wan dê hinekê dem bixwe. lê xem nexwin, ew ê werin weşandin: heta wê demê bi ya sermaseyê xwe li geroka kurdî bielimînin*

di nêrîna pêşîn de yên min dît:
* gerok bi temamî hatiye kurdîkirin ku min li ser kombersê heta niha bernameya gerokekê ya bi tevahî kurdî nedîtibû. (berî 15 salan di nav projeya ubuntuyê de firefox jî hatibû wergerandin lê min bi xwe nedîtiye.) gelek fêmbar e. li aliyê din hinin peyvên nû hatine bikaranîn: rûger:tab, rss:kanî, astengker: adblocker, destgeh:panel, kilor:cookie, şûnpel:bookmark, tûrik:clipboard, ajimêr:account hwd. bi karpêkirinê bawer im dê her tişt li cihê xwe xweş bike.
* ji aliyê pêvekên cihgirtî* zengîniyekê berbiçav tê vedîtin: astengkera reklam û şopgeran, nameya vivaldiyê, xwînera kaniyan(rss hwd.), salnameya gerokê, têkilîdêr, pêveka nîşeyê, wênegirtin... Her wiha vivaldi ji ber ku li ser bingeha chromiumê hatiye avakirin, mirov dikare pêvekên dikana google-ê jî saz bike.
* Vivaldi bi xweberî ji google translateê cuda, bi pêvekekê din a wergerandinê tê. Di nav lîsteya zimanan de kurdî tune ye lê belê wergera vivaldiyê piçekî hêdî lê xweş dixebite.
* kesanekirina xuyanga gerokê pir hêsan û tije-vebijêrk e. her wiha rûkar jî tê guhertin bi daxwaza bikarhêneran. komkirin û berhevkirina rûgeran, li ser karê temaşekirina vîdyoyan bi riya wêne-di-wêneyê-de yan jî nîşegirtin... Bi rastî ji xwe ceribandina min a vivaldiyê hebû min kar bi gelekên wan kiribû lê hemû kurdî ne û were û ji kêfan nefire!
* rêvebirina şûnpelan û dîrokê bi rastî pir hêsan e. gerok mafekê fireh dide bikarhênerên xwe.

bo niha dikarim vê bêjim: tirşikvanên ezîz yên di halê hazir de google chrome-ê bi kar tînin, bi min bila nefikirin û derbasî vivaldiyê bibin. her wiha kurdîxwazên firefox-gir (wekî min) û brave-gir ên ku ji aliyê nihênî û ewlehiyê ve li xwe baldar in, bila baş lê binêrin ku ji aliyê nihêniyê ve jî hinin gotinên aşker a vivaldiyê heye û îdîa dikin ku firefox tevgerên bikarhênerên xwe dişopîne ku di biharê de li ser torê nûçeyekê wiha hebû. lê min baş lê nexwendibû: Here lînkê

her wiha pirsekê girîng jî heye: "erê wekî hemû mirovên ser rûyê erdê, kurd jî wekî bikarhênerên înternetê xwedî maf in ku bi dilê xwe sepanan hilbijêrin û kar pê bikin. lê herî dawî kengî geroka we ya kombersê kurdî bû? ma ne divê kurd piştgirî bidin projeyên wiha da ku kurdî pêşve here û mezin bibe."

û mêrik dibêjin dê di demekê kin de guhertoyên android û tabletê jî bi kurdî biaxive..

li vê blogê gelek nivîsên meha hezîranê hene qala vivaldiyê Here lînkê

ev jî ajimêra wan a twitterê ye: Here lînkê ecibandin û rt-kirin emrê xweda ye.*



15.08.2021 10:45 ~10:54 | biruya hayao miyazaki

10. geroka ku min jî dixwest jê re wergerê bikim lê neqeda mixabin. yên keda wan lê heye, dest û milên wan sax be. karekî pir pîroz e. ser xêrê be.



15.08.2021 18:31 | xelîl

11. Wê di 2/12 de gohertoya 5.0 were weşandin, hêvî dikim di vê yekê de kurdî têxin android (bnr: nema tê).



30.11.2021 13:57 | cyaxares

12. guhertoya wê ya sermaseyê kurdî ye û ya androidê jî li benda weşanê ye. lê hîn ne eşkere ye ka wê kengî bê belavkirin. Here lînkê

her diçe navgînên xwe yên cihgirtî* pêşdetir dikin an jî yên nû tevlî dikin. mîsal hîn salê çûyî taybetiya wergerê tevlî kiribûn sermaseyê, lê di mobîlê de wekî hilpekok* nedihat bikaranîn loma ya google-ê kêrhatîtir bû lê belê di guhertoya dawî de êdî wekî hilpekok tê bikaranîn û pêdivî bi ya googleê namîne. û berê di ya mobîlê de kurdî nedihat wergerandin, tenê li ya sermaseyê dihat bikaranîn, feqet îja wê jî tevlî kirine. divê bê gotin, çavkaniya wergera vivaldiyê lingvanex e. wergera wê ya kurdî jî îdare dike.

her wiha pêvekek bi navê rêzoka xwendinê hatiye zêdekirin. ew jî gelek xweş e. gelek caran mirov, hinin rûpelên malperan bo piştre bixwîne tevlî şûnpelan* dike lê belê îja yên xwendî û nexwendî bi hemû şûnpelên din ên sereke re dibûn şorbeya nexweşan. bi vê pêvekê şûnpel di cihê xwe de dimînin û rûpelên paşavêtî di vê rêzoka xwendinê de tê tomarkirin û heke tu bixwînî, rengê girêdanê diçilmise û bi hêsanî ji yên nexwendî tê cihêkirin. bi min bi taybetî ji bo vekolîneran pir kêrhatî ye.

nizanim îro çend kurd di kombersa xwe de vê geroka yekane kurdî bi kar tîne lê belê divê kesên xwedî hesasiyeta zimên xwedî li vê xebatê derkevin. jbk ji xêncî wê gerokekê din ne kurdî ye.



01.05.2022 14:03 ~2022.05.02 09:52 | biruya hayao miyazaki

13. ji guhertoya 5.7ê hilpekiyana 6.0an. Do hate weşandin. di vê guhertoyê de du taybetiyên xweş û kêrhatî hene.

1. workspace. (karzevî) mirov dikare bi vê alavê rûgerên xwe yên cur bi cur ên ser kar û civakî û hobiyên xwe bi rê ve bibe û hev de. bo min gelek kêr hatiye. ji ber ku mirovek wiha me ku naxwazim rûgerên xwe yên karbar bigirim, divê vekirî bin. di vivaldiyê de taybetiya rûgerên komkirî heye lê bo bikarhênerekî mîna min ev taybetî jî bêçare dimîne, hisab li cem we* her wiha. heta 10an mirova dikare workspace biafirîne.
2. nîşanek. (îkon) di gerokekê din de tune ye bawer im. ji xwe mirov dikarîbû rûkara (theme) gerokê biguherîne, biafirîne an jî ji malpera vivaldiyê ji xwe re rûkarek daxe. lê îja mêrik hiştine ku hemû îkonên dîtbar ên gerokê jî pêkan be were guhertin ku ev jî ji hêla estetîkê ve taybetiyekê pir xweş e.



19.04.2023 14:41 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» vivaldi

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî