1. Bîranînên tirşikvanan yên dema dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê ne. |
|
23.05.2021 21:08 ~2021.05.24 10:22 |
xabûrî
|
2. Gava ez li medresê bûm, mamosteyek min î zimên û Wêjeya Tirkî hebû, jinik hebikî dêhnik bû. Îca, roja ezmûna waneya wê de ez negiham li ser xêzkirina qûtîkên qoda, zingil lêxist û kaxeza min ji min standin. Belê, min hemû pirsan çaresel kiribû lê hewcê bû ko cîhê "qoda" jî xêz bikim. |
|
24.05.2021 12:08 ~12:10 |
pîroz
|
3. Hat bîra min çima ez tevlî rêûresma rojane a dibistanê nebibûm, em çend heval di polê de mabûn mamosteyê zanîna exlaq û çanda olî (dkab)ê pihênek li min xistibû. Di ola wî nim erê welle. Tê bîra min ew mamoste me amade dikir ji bo ezmûna dersxaneya Fetullah gulenê. Hetta min paşê bihîst; piştî dibistana navîn, çend hevalên me bi navbeynkariya wî çûbûn bajarên Tirka li malên cemaatê diman. Baş e ku ez ne ji wan hevalan bûme hemd ji te re ya Xwedê. |
|
24.05.2021 22:02 ~22:04 |
xabûrî
|
4. Heta polê çaran haca me ji kurdbûna me ji cudabûna me tinne bû. Piştî çaran me ji mamosteyên tirk li ser herêma me (sêwreg) li ser xelkê herêmê tiştên ne baş dibîhist ya ecêb ew bû ku xelkê herêmê ji wan re ewqasî baş bûn ewqasî bi rêz bûn, çi hewce be ji bo wan dikirin ku biwêjek heye xwe erd kirin belê ji wan re xwe dikirin erd. Lê na ji bo mamosteyan ew Xelka xelkekî cahil û nezan bû. Dema diçûm polê heşta (çar sal berê) mamosteyek ji Sêwasê tirk, nizanim çawa mijar hatibû ser kurdî ji me re gotibû |
|
08.06.2021 19:55 |
navîgiranmezelîwêran
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |