1. Komediya Mirovahiyê yekem romana William Saroyan e ku çîroka malbateke Amerîkayî ya di dema şerê Cihanê yê duyem de vedibêje. Bi taybetî serpêhatiya Homer Macauleyê ku peyamnerê herî xurt ê Newala San Joaquin e. Komediya Mirovahiyê ya ku serdanpê bi dilgermî, kêfxweşî û bi mirovahiya William Saroyan rapêçayî, bi çirokên ku dê tu carî neyêne jibîrkirin dagirtî ye. |
|
15.05.2021 14:56 |
oceancr
|
2. çend sal berê qismet bûbû û min ev romana dilrehm xwendibû. piştî diqede, mirov bi bişirekê dimîne û bi kêfxweşî li kitêbê dinêre. wergera wê ya kurdî jî serkeftî bû. romana hubert selby jr. last exit to brooklyn* jî piştî şerê cîhanê ya duyem rewşa brooklyniyan vedibêje ku berevajiya komediya mirovahiyê ye; tê bêjî voldermot an jî gargamel bûye hikumdarê wê derê û hemû xerabî ji pandorayê derketiye. dema min a duda xwend û xelas kir, yekser vê romana saroyan hatibû bîra min û min xwe bi xwe pirsîbû: kîjan derewçî ye? |
|
16.05.2021 00:25 ~00:27 |
biruya hayao miyazaki
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |