Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
dobby - tirşik
dobby
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karakterekê ji rêzepirtûk û rêzefîlmên harry potter e.

dobby wek kreacher, elfekî nêr e ku ji bo xizmeta malan tê xwedîkirin. heta 1992an a ku ji bo xilaskirina harry potter bêîteatiya xwediyê xwe dike, ji bo mala malfoy family xizmetkarî kiriye. paşî harry potter lucius malfoy xapandiye û ew azad kiriye.

elfekî zahf şêrîn û sernerm e. piştî azadiya xwe maye bêkar lê dîsa jî ev rewşa bêkariyê xweşê wî çûye helbet.*

di sala 1998an de ji bo harry û hevalên wî ji destê dijmin xilas bikin şer dike û ji aliyê kêrê bellatrix lestrange ve tên birîndarkirin û dimire. harry potter ew li shell cottageê bin ax dike.

xwedê rehma xwe lê bike.*


Here lînkê

*edît bo wêneyê û rastnivîsê



15.05.2021 14:07 ~14:09 | xelîl

2. yek ji sehneya herî xweş a seriya harry potter azadbûna dobby ye. dobby ber destê malfoy mîna kole ye. lê didin, biçûk dixin wd. zikê potter li dobby-yî dişewite û hîlekariyê dike. kitêbek dide malfoy. malfoy jî bi kerixî wê kitêbê dide dobby-yî. dobby kitêb vedike û tê de goreyek dibîne. heke xwediyê elfan ji elfên xwe re kincek diyarî bike, ev tê wê maneyê ku elf êdî azad e. bi vê riyê dobby azad dibe. lê harry bo xwe baş kir, an na mirov diheyire. ji ber ku her çiqas dobby ji wê hez bike jî kengî dixwaze alî harry-yî bike, felaketek tê serê rebenê harry.*

dîsa jî dobby pir delal e yaw. mirov pê şa dibe. (dil)

(bnr: dobby is free)



15.05.2021 14:28 ~14:29 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dobby

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî