Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 10 peyam
    di taşteyê de li şûna çayê qehwe vexwarin - tirşik
    di taşteyê de li şûna çayê qehwe vexwarin
    (2) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. tiştê ku ev du hefte ne, dikim. bi tenê serê xwe taştê dixwim ku di normalê de nikarim bi tenê serê xwe xwarin bixwim, dilê min narê; ji ber wê jî naxwazim çaydanekê çay çêkim û musrîfî bikim. li dewsa wê qûpayekê qehwe çêdikim û ew jî ji xwe têra min dike. lê nikare adeta çayê bigire. penêr û hêk pir li qehweyê nayên, lê ne pir xerab e jî. [mehek berê min henekê xwe bi vê adetê kiribû. bi quran êdî ditirsim xelkê rexne bikim, henekê xwe bi wan bikim û bikenim; nişkê ve tê serê min*]
    (bnr: çaya bi tena serê xwe tê vexwarin)



    2021.05.12-11:27 ~11:32]| biruya hayao miyazaki

    2. Ji berî ve kêfa min qet ji qehwê re nadihat lê piştî destpêka kar, bi bandora hevalkaran jî, ez hînê qehwê bûm û di karantînayê de bûm qehwevan û min dil heye makîneyeke birîncî ya qehweyan bikirim *

    Lê taştê bê çay nebe heyran :/ pêşîya anjî piştî taşteyê qehwe diçe *



    2021.05.12-12:11 | xelîl

    3. Edeteke ewropiya ye. Tim di filîman de dixuye, sulhiyek qehwe ( belê sulhî. Fîncan, kodik, îskan, qedeh, kûpa hwd. Ji bo tarîfkirina wê biçûk tê) û li ber jî ya kek ya jî kûrûvasan ( nizanim çiye û tehma wê jî çawa ye) dixwin.


    Bi îngîlîsî ji taştê re dibêjin " breakfast". (Break) şikandin, (fast) bilez, (fasting) rojî ye. Vêca bo taştê çima peyvek weha çêkirine nizanim. Lê dibêm qey ji ber navê wê hama qehwa xwe û çend kekikan pê re bilez dixwin û zûka digihîjin karê xwe. Vêca em werin taştêya me kurda: ger em bixwazin qehwê pê bixwin dê taştêya me rezîl bibe. Hêk, penîrê helandî, penîrê honandî, kartolê sorkirî, zeytûnê şîn, zeytûnê reş, mast, dims, rûnê nivîş, hungiv, tehîn, helaw, firingî, xeyar. .. ... li ber van xwarina ji çay pê ve çi vexurek tê xwarin?

    Dîsa heyalek ji ber edet û çanda kurdî têk çû* em mehkûmî çaya qaçax bûn. Dîsa em neşibiyan îngîlîsa.



    2021.05.12-13:43 | tîrêj zana 21

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    mîtolojî [2]
    mijara ku ev heşt sal e tirşik heye lê nehatiye vekirin. nexwe ezê bi ...
    tirşik translate [1]
    Damacana bi kurdî çi ye?...
    tirşik translate [1]
    ne hewce ye mirov li kurdiya her peyvê bigere an peyda bike. li dinya...
    xebata ferhenga rastnivîsînê [1]
    xebateke pîroz e, îro lazim e, zû lazim e. (bnr: weqfa mezopotamyayê) ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » taştêyên dawiya hefteyê
    » şûna şêra kundê kor e
    » qehweya bê şekir
    » vexwarin

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin jiyan anket xwarinvexwarin jiyan anket xwarinvexwarin jiyan anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî