Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
qabiliyetên ku tirşikvan dixwazin xwedî bibin - tirşik
qabiliyetên ku tirşikvan dixwazin xwedî bibin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yên sernormal û jêhatî derve ne, piraniyên mirovan hinin aliyan ve kêm in. qabiliyeta "guhdarkirina mirovan" di hinin kesan de bi eyarên fabrîqayê ve nayê; hinin para xwe ji empatiyê nestandiye; lê hinin jî hene ku çiqas bixebite jî nikare xwarin çêke, paqijiya malekê mezin bike an jî di mewdeyekê eşkerekirî de kitêbek xelas bike, nikare resmek bixêzîne, stranek biêje; pirsgirêkek çareser bike filan û bêvan. yanî gelek cureyên qebiliyetan hene.

nikarim meqerne çêkim. bi rastî min ê bixwestaya bibim hosteyê meqerneyê. yan jî, ka xwe venetirsînim, hema min ê bixwestaya bibim pêjerekê jêhatî mîna yên fransizan, ên ku temsîkên bi malzemeyên bîst gramî hatine çêkirin bi 500 dolaran difirojin.*



12.05.2021 00:00 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: rêvebirina krîzê)

(bnr: crisis management)

Hinek mirov henin di dema krîzê de gelek aram in û bi awayekî rêkûpêk û xwînsarî bûyerê an jî pirsgirêkê dixin di bin kontrolê de û moral û motîvasyon didin yên derdora xwe.

Bi min ev qabiliyeteke newaze ye, xwezî ez jî wisa bûma.



12.05.2021 00:05 ~00:20 | xelîl

3. Min dixwest ku tiştekî di carekê de dikaribim ji ber bikim û qet ji bîr nekim. Ê Karê min rehet bûna û wextê min ji min re bimana



6 roj berê 00:38 | çaya germ

4. Keşka min jî bikaynibûya eke cemîl qoçgirî tembûr lêxistana.

Ekê din çêkirina berhemên hunerî yên nûjen bi şêwaza tişk barzanji jî dê bibûya jêhatîbûnek mezin bo min.



5 roj berê 13:14 ~13:15 | cinorek

5. Min dixwest bikarim mejî û hizrên mirovan bibînim/bixwînim û kontrol bikim.
Û min dixwest wekî Seîd Gabarî bêjim û tembûrê bijenim. :d



5 roj berê 16:33 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» qabiliyetên ku tirşikvan dixwazin xwedî bibin
» tirşikvan
» xwedî ke malê xwe berde canê xwe
» bibin arîkar ji bo pêşxistina

Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî