Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
hêzên nesiruştî yên ku tirşikvan dixwazin bibin xwedî - tirşik
hêzên nesiruştî yên ku tirşikvan dixwazin bibin xwedî
(12) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. hêzên nesiruştî yanî qewetên derxwezayî, ne normal, yên ti carî nayê dîtin wekî firrîna mirovan bêyî alav û makîneyan, "bihîstina hundirê hişan" bêyî derfeta teknolojiyên nûjen (?), ji cih de windabûn mîna xeyaletan, çûna pêşerojê an jî paşerojê bêyî makîneya demê(?!), sekinandina demê, guhertina bûyerên dîrokî, paqijkirina bîranînên mirovan, di cih de mezinkirina riwekan, ketina canê heywanan an jî şekil guhertin, filan û bêvan.

ji nav wan de bi rastî min ê bixwestaya ku bibim xwedî qabiliyeta... wele tê bêjî qey bi vê halê xwe pir memnûn im, ti tişt naxwazim. ecêb e. lê hema ji bo lêzêdekirin: bi heywanan re peyivîn.

lê hêz bi xwe re berpirsyarî jî tîne.



11.05.2021 23:41 ~2021.05.12 00:02 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: firîn)

Dixwazim bifirim, li ser çiyayan, deştan, bajaran, zeryayan... Mîna apê Cemşîd xan, bila ba min li ber xwe bibe warên xerîb û dûr ên kesneditî û nekeşifkirî.



11.05.2021 23:46 | xelîl

3. hezên avatar.



11.05.2021 23:55 | heval.js

4. hêzên nesiruştî yên ku tirşikvan dixwazin bibin xwedî/133349
Ehew, min çilo mijar xwend min niyet xera kir ko ez jî vî tiştî bêjim, camêr berî min gotîye.
Sihet xweş @xelil, emrê te ji ê min dirêjtir e.
Lêbelê, ez mîna apê Cemşîdo divêm ji nivşekê hilkişim ezmana û bifirim û her car li cîhekî cûda werim xware.



12.05.2021 00:01 | pîroz

5. Mejî kontrol kirin *



12.05.2021 00:06 | navîgiranmezelîwêran

6. bê makînê, bê amûr, tirûskandin

ji vê xweştir tiştekî bi kêr hatî tune, bifikirin aniha ez li mêrdînê me, 1 deqqe şûnda li machu picchu *



12.05.2021 00:15 ~00:15 | merwano

7. gerra di demê de. demên ku dixwazim biçim:
- dema zimanê yekem pêk hat
- dema zimanên hînd-ewropî pêk hatin
- dema zimanên îranî pêk hatin
- dema zimanê pêşiyên kurdan pêk hat
- dema kurdî bi zaravayan lêk ve bû
- dema zerdeştî
- dema medan
- dema selahedîn eyûbî
- dema melayê cizîrî, ehmedê xanî, feqiyê teyran
- dema hesen sebbah û omer xeyam



12.05.2021 00:52 ~01:00 | keyomerd

8. Hêza dewlet afirandinê.
An jî hêza kuştinê! Ez ê bibim melkemotê neqenca!
(bnr: death note)



15.05.2021 21:31 | xwelî li ser

9. Mijara ku meraqa kuştinê ya xwelîserekî derxistiye holê.*

Ez ê êdî hay ji xwe hebim û tev lê wî nebim.*



15.05.2021 21:39 | xelîl

11. (bnr: wolverine)



12.10.2021 21:43 | heval.js

12. yên ku nabêjin hêzên superman enayî ne.



27.11.2021 19:54 ~19:55 | heval.js

13. Hêzeke ji bo carekê mirov xwe bi temamî biguherta keseke din hebûna dê pir baş bûna...



28.11.2021 18:24 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêzên sûriya demokratîk
» yên ku min dişopînin
» tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine
» bibin arîkar ji bo pêşxistina
» xwedîderketina li plakayan

Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî