Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; cihên dîrokî yên ku tirşikvan dixwazin herin bigerin
peyamên çepikkirî

133344. nayê bîra min gelo min ti ankêt vekir an na, lê dîsa jî ez ê bi vê ankêtê xêrxwestina xwe bikim.

* di esasê de ti der tune ye ku min ji nav mala min derxe. ma belasebe negotine mala pîrê, xweştir e ji ya mîrê. îja tê rabe, bi çenteykê here xeribîstanê û derûdorên çol û çeperan, kuçe û kolanan bigere, çiqas toz û dûman, çi organîzmayên mîkroskobîk û çi nexweşiyên bênefsiyê hebe hevde û vegere mala xwe û jiyana xwe ya acizker û monoton bidomîne û di vê mewdeyê de jî bêriya wan çend rojan bike yên ku bi tûran hatine dagirtin. erê bi tûr, ji ber ku rebênên mîna min, nikare deh rojan pere bide otêlan û ji bêrîka xwe bigere... bi vê jî hewesa min şikiya. û tew ez poşman bûm min xwest vê ankêtê vekim lê dîsa jî belkî wê bibe wesîla tirşikandina tirşikvanên din ji ber wê wekî nezaketek ez ê cewabê bidim:

- çernobîl.

sebeb: dixwazim aciziya mirovahiyê bibînim. mirovên nûjen pir pozbilind û ji xwe bawer in. lê qelihîn tenê di destê çend endazyerên bêxew û çavbirçî ye.

(bala xwe bidinê ez bixwazim jî nikarim herim; yanî rojek were û simurg bibêje va ji te re bilêt û 10 rojên rezervekirî yên heqdestên wan hatine dayîn, ne mumkun e ku mala xwe berdim û herim adafghj )



06.06.2013 16:08 | endazer