Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bê te nabe - tirşik
bê te nabe
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê stranekê ye ku ji aliyê gelek stranbêja ve tên gotin û gotinên wê jî diguherin.
şahê bedo, hozan dîno, koma awaz, melek rojhat, Sîmar ... û gelek kesên din jî gotine.
ya ewil min bihîst ya sîmar bû.




---------------------------------------------------------------------------
şahê bedo *- bê te nabe
Dayîk digîrîn ji bona te
Zarok sêwî man sewa te
Çavê me maye rêya te
Ka kengî tê, were were


Nabe nabe bê te nabe
Ger tu neyê azad nabim
Azadî bê te jîn qet nabe


Gelê'm rabe li her deran
Mizgînî bidin li cih û waran
Me sond xariye bi navê te
Can fêda ne em di rêya te


Nabe nabe bê te nabe
Ger tu neyê azad nabim
Azadî bê te jîn qet te nabe

-------------------------------------------------
hozan dîno- bê te nabe
Li zindanê şevên tarî
Bi dilekî hevparî
Tu ketî li nav dilê min
Wek evînek birîndarî dernayê


Bê te nabe, bê te nabe, bête nabe yar

Temenekî çil salî
Ji bo te ket vî halî
Emrekî çil salî
Ji bo te ket vî halî


Naçînim hêviyên dilê xwe
Heta ku tu ji vî dilî veger


Bê te nabe, bê te nabe, bê te nabe yar
-----------------------------------------------------------------



nijê: [kul û derdê lewendî bû]
bnr: lewendiyê ku ji derdê gewrê ketiye rewşeke melankolîk.



09.05.2021 19:47 ~19:49 | merwano

2. slogana kemalîstan olmasaydın olmazdık tîne bîra mirov. wergera wê ya tirkî sensiz olmaz bi vî navî straneka bülent ortaçgil heye bila xwediyê stranên li jor li min negirin û dilê xwe jî negirin lê hemû bi hev re nahêjin serê neynûka vê strana bilindê tirk.



09.05.2021 21:41 | endazer

3. slogana "bê trans jiyan nabe" tîne bîra mirov, ewê li dîwara kolenekê bi kurdî nivîsandî bû.

(bnr: nivîsên li ser diwarên stenbolê yên bi kurmancî) lê ew yek ne li stenbolê bû.



06.03.2022 23:52 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêdengiya wextê fitarê
» nabe nabe

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî