Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
anakronîzm - tirşik
anakronîzm
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyva ku ji bo diyarkirina 'hevnegirtîbûna kronolojîk a di berhemekê de' tê bikaranîn. Ji zimanê yewnanî tê û rasterast wateya wê "li dij" e.

Bo mînak, ku nivîskar di romaneke salên 70an de qala gotin, amûreke teknolojîk ango kinceke salên 2000an bike ev dibe anakronîzm.



09.05.2021 18:41 | xelîl

2. nexweşiyeke berbelav ya vê serdemê ye. anakronîzm bi fêhma îro darizandina tiştên berê û borî ye. bêtir kesên fêhmkor di nîqaşan de hewl didin wekê çekekî bikar bînin. em bêjin ji dînê îslamê nexweş e dixwaze kêmasiyekî jê re çêke, dibêje pêxember çima çend jin aniye, lê dev ji dewra pêxember hezar û çarsed sal berde heta beriya çend salan jî polîgamî di nav civaka bav Û bapîrê wî di nav de dijî de wek tişteke asayî dihate dîtin ji aliyê piraniya civakê ve.
an hinek dibêjin selahadîn eyyûbî çima kurdbûna xwe dernexisitiye pêş lê şertên wê serdemê netew na lê baweriyên dînî li pêş bûn. anakronîzm biçekî jî tevlihvkirina cihê tir û dasê ye.



09.05.2021 21:37 | endazer

3. di hin berhemên hunerî de geh fîlm bin geh wêjejî bin, heke baş were xebitandin anakronîzm dibe hunerekê. ji bo jinûve-avakirina şertên dewr û cihan derfetê dide hunermend. lê yên bi zêdeyî hatine xebitandin, dibin nakokî û çewtî an jî nepixandin. an jî cureya rêzefîlmê mîsal nabe dîrokî, lê dibe honaka zanistî ya dîrokî.

bi min di rêzefîlma sungkyunkwan scandalê de bi serkeftî hatiye bikaranîn. zemanê rêzefîlmê berî şoreşa pîşesaziyê ye. lê senarîstan mentiqa radyoyê û ragihandina bi wê ji nû ve ava kiriye bi ya şertên dewrê. di zanîngeha derveyî bajêr de pêşbaziya tîr tê lidarxistin û spîkerên pêşbaziyê di heman carê bi jîndarî di nav bajêr tê guhdarîkirin. bawer im, gelekên me di dibistana seretayî de ev ezmûn çêkiriye. ben/werîs tên şidandin, û di her du serê ben de du qedehên qarton hene. dema yekî li aliyekî li nav qedeha xwe bipeyive, kesê din jî qedeha xwe dibe guhê xwe û axaftina aliyê din dibihîse. fikra ragihandina giştî û radyoyê tiştekî nûjen e, di rêzefîlmê de bikaranîna vê anakronizm e. lê belê ji ber ku bi şertên dewrê hatiye dizaynkirin anakronizm nabe sebeba serneketiyê.

beşa 7a, 15:20




10.05.2021 12:13 ~12:26 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» anakronîzm

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî