Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tiştanok - tirşik
tiştanok

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştanok beşa 27
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştanok beşa 27 da vê heftê çûye Qerejdax ê
herî zêde di vê bernamêde zarokan bala min kişand û ez gelek hestîyar bûm . ew rojên zarokatîyê hatin ber çavê min.
reşik, poz çilmî, şermok




Tiştanok:
Ez diçim ew jî diçe, ez radiwestim ew jî radiweste gelo vaya çîye?(Sîye)

Zûgotin:
Şêr li ser şewqa şeveqê şaş dibe.






09.05.2021 17:51 ~17:52 | yaqûp

2. Mala xanima pêşkêşvan ava be û saeta wê xweş lê xwezî pêşiya bernameyê li ser zûgotinoka xwe bixebitiya hinek * lê kesê vîdeoyê montaj kiriye xweş heneka xwe bi wê re kiriye *

Tişta bala min kişand gel (mezin û biçûk) zêde şermok in an jî ji kamerayê ditirsin. Nizanim ev yek ji ber kurdîbûna pêşkêşvanê ye an ji-xwe-ne-bawerbûnê ye? Bîra min tê bernameyeke stêrk tv'yê hatibû gundê me, bi taybetî zarok û ciwan ji bo bersivdanê ketibûn rêzê û bê şerm û bi henek bi li beriya kamerayê diaxiviyan.

Ez xwe dixim şûna wan, ez bûma min ê jî zûgotinekekê ji pêşkêşvanê bipirsiya *



09.05.2021 18:32 | xelîl

3. ecêbe min jî duh beşa cizîrê ya vê bernameyê temaşe kir. li cizîrê ji bo tiştanokê dibêjin mamik û her mamikek bi bêjeya mamikê mino mamanî destpê dike û ji bo tiştanok jî dibêjin bizelêv. ji loma destpêkê dema digot tiştanok û zûgotinok gelekan şaşmayî lê dinêrîn.
ligel çend kêmasî û qisûrên pêşkêşkariya xanimê sekn û helwesteka wê ya canecan hebû, gelek bernameyên kurdî ez nikarim bibim serî lê min ev heta dawiyê temaşe kir.
duh min çend bernameyên li cizîrê hatine çêkirin temaşe kir, çend ji wan ji aliyê medyaya kurdî û bi kurmancî û çendek ji wan jî ji aliyê medyaya tirk û bi tirkî hatibûn çêkirin. xelk li hemberî mîkrofona tirkî dilxwaz, minêkar û biçekÎ şermoke ya rastî xwelîser û perçiqî bû lê li hember mîkrofona kurdÎ sersar, bêminet û heta cihekî bêpakÎ û bêperwa bû, yanî heta mîkrofon bi tirkî bû ew li pey qûna mîkrofonê bûn, lê çawa mÎkrofon dibû bi kurdî mîkrofon li pey wan bû.



09.05.2021 21:22 ~21:23 | endazer

4. "Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv; meşk)

"Pênc bira di şaşikekê da"(bersiv;şîşik in)

"Kişt mişt çû li pişta derî rûnişt."(bersiv; gêzik e)

Van tiştanokan dê li vir binivîsim ji bo ku kesek wekî min çend saetan lê negere, belkû yekî ji xwe re li ser Google'ê lê geriya û ji xwe re kir derman. Diya min sax be, enerjiya mejiyê min a çend salên dirêj bi van tiştanokan bi min da xerc kirin. Jskskskskskks



11 roj berê 20:07 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştanok

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tvradyobername tvradyobername kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî