Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rêzefîlmên hindî - tirşik
rêzefîlmên hindî

Navê mijarê ya ewil ev bû:rêzefîlmên hîndê
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmên ku mirov ji dinyayê sar dikin.
mirovek çawa bi îradeya xwe ya azad li wan temaşe dike, qet nizanim.
li gorî min cûreyeke îşkenceyê ye.

edît: ji bo yê malê li wan temaşe nekin, berî niha 1,5 sal min kanal 7 jêbiribû :9



09.05.2021 15:57 ~16:19 | merwano

2. (bnr: gitaaa!!! ma ev mêra te ya şeşem e?)



09.05.2021 16:01 | heval.js

3. Min sêr nekiriye lê dr. mıhuye bırhu wilo henekê xwe bi wan kiriye :




09.05.2021 16:18 | xwelî li ser

4. Xwedê, berî aniha çend salan ez jî yek ji wan rebena bûm ko ketibûm xefika van rêzefîlman. Îca heta sibeha şiyar dimam û li ser internêtê ,yek bi yek ji bo binnivîs an jî dûblaja Tirkî min çavên xwe kul dikir. (bnr: bîranînên ku terzînokan dixin laşên mirova)

Lê berî ko ez jî bengî van fîlma bibim, min jî henekên xwe li temaşevanên wan dikir.

Heta rojekê, pîrka min bang li min kir û got: "ka ji xêra xwe şitexalîyên van xelka ji min re biqûlûpîn li ser Kurmancî. " Îca çawa min dest bi karê vergerînê kir, min xwe di fîlmê de winda kir. Ez jê tehmijkî bibûm.

Axir, min çend rojan heta sibeha bênavber xelekên wê peyde kir û min li wan nerî. Lê hengî bilqityên Hindîya rêzefîlmên xwe dirêj digirin, ez pê gêj bibûm û talî min dev jê berdabû ):



10.05.2021 04:44 | pîroz

5. ez bawer im ji ber guilty pleasurea mirovan, tê temaşekirin.

zewqên şermokî, keyfên fedîyok...



10.05.2021 06:10 ~06:10 | simurg56

6. derdê giran ê mala me ye. awir û lihevnêrînên saetan didomin, axaftinên dirêj ên xwe bi xwe; romantîzma paşmayî ya me'da mirov dixelîne; entrîqayên ecêb ên ku çîn û bîzans pê tobe dikin; mewdeyên dirêj ên beşan ên ku wê wekî sedan sal bidomin tirs didin dilên dost û dijminan... xwişk û bira tevde, em 'of bûn.



10.05.2021 10:55 ~11:01 | biruya hayao miyazaki

7. jinên kurd gelek temaşe dikin, dibêm ji ber ku nav rojê û her roj wextên vala yên jinên di mal de ne tê weşandin. carinan dema diçim cem wan ez jî lê dinêrim * li jor destebirayê min miyazakiyê tercûmanê dilan hemû çavdêriyên min nivisandine.*



10.05.2021 11:05 | xelîl

8. evîna kuşî û şilok .......

edît; spas xemakê bo sererast kirina te haahha



10.05.2021 15:11 ~18:25 | doesntmatter

9. (bnr: sînemaya tirkan a kevn)

Çend caran rast Lê hatim. Hêrs dibûm pêre Kenê min dihat



10.05.2021 20:56 | kajav

10. yek ev yek rêzefîlmên koreyî, ruhê min ji herdûyan diçe. wek bala min kişandî pirranî di nav civakên kevneperest de tên hejêkirin. û bi taybet jinên romantîk yên aliyê ajoyî ve hatine temisandin; yên di dilê wan de gellek tişt bûne xwezî an negihîştine tam û çêjeke evînê, arezûyê, mêrekî... bi heyranî wan temaşe dikin û dikevin nav xewn û xeyaleke evînekê. li tirkiyê pirranî di kanal 7an de tên weşîn. jixwe ev bi serê xwe nîşaneyek e ku çendîn rêzefîlmên beredayî ne û xîtabê kê dikin. hevaleke min hebû demekî ku ew jî yek ji wan jinên min di destpêkê de qalê kirî bû. wê jî tim rêzefîlmên hîndûyan temaşe dikir. min rojekî pirsî ka çima evqas hej wan dike. bersiva wê bi min ne xerîb bû. got "hezkirin û evîna di van rêzefîlman de ji dil e û gellekî saf û bê guneh e." wek sebeb jî ev da nîşan ku tê de sahneyên bihevşabûnê, maçkirinê nînin. evîna masûm de divê ev tişt nebûna. werin sosreta ;)



10.05.2021 23:03 ~23:05 | xeyda

11. Fîlmên ji sedî heştê lihevnêrînê pêk tên.



10.05.2021 23:36 | tîrêj zana 21

12. Her kes bûye şahid ku dapîra wan li van rêzefîlman temaşe dike. Diya min jî demekê bi rêzefîlmeke Hîndî eleqedar bû.
rêzefîlma ku diya min lê temaşe kir wiha bû: wan mirov xiste nava estetîkê û ew bi awayekî bêkêmasî mîna yê din kirin.

Ma tiştekî wisa mimkûn e? Bi dîtina wê beşê ez şok bûm law.



10.04.2023 17:03 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzefîlmên ku piştî demeke dirêj dîsa dest bi weşanê dikin

Kategoriyên mijarê:: sinema tv jiyan sinema tv jiyan sinema tv jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî