Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
coin - tirşik
coin
(6) (6) (1)
di mijarê de bigere

1. bi îngîlîsî tê wateya pereyê hûr. piştî derketina pereyên krîpto jî ev nav bo wan tên emilandin.


(bnr: bitcoin)



08.05.2021 13:34 | tîrêj zana 21

2. pereyên liser înternetê tên firotin û sitendin, wekî zêr û dolarên li ser riyê erdê dema dikebin meriv distîne dema radibin meriv datîne, ev jî wisane lê li ser înternetê hebûn û nebûna wan yeke yanî wekî cinane heye lê meriv nabîne divê haya meriv ji wan hebe meriv pêlî wan neke *.. firqa wî zêr û dolar ji hev zêr û dolar salê 100 lîre tê serê evana rojê hewqas ..

ez û te em distînin ew jî dixînin perê meriv têde dîl dimîne ew jî dibin wan pereyan bikartînin kar dikin tînin coinên xwe bi qîmet dikin, ji xeynî wî dema em tev erîş dikin distînin bixwe bi qîmet dibe dema em pereyên xwe jê dikişînin jî dikebe nizanim çewa dibe, pereyê xeyalîye dibe bi kodan jî hejmara wî ew diguherînin herwiha ew jimere nederde.. dema zêde bibe jî ji merivre ne derde kare

Coin karek xweş têde heye pir zirar tune bi vî şertî dema ketibe li ber dump ê meriv lêxe, bistîne dema çû ber pump ê meriv bibêje heta vir tu li riya xwe ez li riya xwe.. dive Meriv li grafîka wî a rojê, heftê ,mehê salê, deqeyê, xulek û çirkeyê tev binihêre heta psîqolojiya meriv dibe wek pelixiyê qavê * ka çiqas bûye, bûye çi û wê bibe çi ma hesabê qurişa nîne ji xwe..
Dema meriv bi zanebûn xwe lêxe yeka meriv dibe dido lê bi nezanî dehê meriv dibe dozdehê birçî

Min bi 20-30 dolar xwe li piyasê xist niha piyase ser û binê hev kiriye pereyê min bû 115 $ salek din ezê dikaribim binance ê bistînim * niha min pê tlm(trillyum) slp, lina, tko di ketinêde stendiye hima 'heba herî kêm 5 dolar were serê ezê bifiroşim jiber xatirê pere çiqas pirbe kar û zirar jî hewqas pire * divê berê pereyê xwe mezin bikim dema pere mezin be qurişek jî radibe meriv kar dike lê ku hindik be bi dolara jî rabe qîmetek tune jêre..

We karê dît newsa li holêye niha min 20 milyar lêda niha bûvû 115 milyar.. dema ez biçûma malê wê tendûra me jî ûtî kirîba, ez bi seeta liber derî nedimam, wê jina min bata serê kuçê pêşiya min... *
Ax dewlemendî Dibêjin "şansê quzê reş heye" gelo tiştek wisa heye an? *(reşik nedin tiştek wisa tune) herwiha şansê kî jî hebe ez zanim şansê min tune Ez destê xwe dirêjî çi û kî dikim an çakêtê min diçe an di destê minde dimîne, axirê min serê papara û ininalê jî xwar ka dawiya binance ê çewa dibe *


Analist, Coinzan û filan û bêvan û shorbevan



09.05.2021 00:52 | shorbevan

3. kara mîrovên vala ye.
edîta reşşikê:

ji ber ku mirovên ne xwebawer ji bo pereya hêsan jê distînin.



09.05.2021 00:57 ~01:04 | heval.js

4. Karê jîr û zana û ekonomistane zanebûn dixwaze mirovên vala jê fehmnakin vala dibînin *

Hişyarî ez reşik nadim provake nebin



09.05.2021 01:22 | shorbevan

5. jîr û zana û ekonomistane zanebûn:
(bnr: berber)
(bnr: dikandar)
(bnr: goştfîroş)
(bnr: mîrovên ku her dem li qehve ne)
(bnr: shorbevan)



09.05.2021 01:28 | heval.js

6. Di di cihê kriptoyande çima hevaljscoin ne dileyistim jibû tijebûnê bikarbaniya dibe mirovên vala nehişta, dibe ji bitcoin bêhtir biha bigirta, ji destê esnaftî têcirî û... elaftiya min *



09.05.2021 02:08 | shorbevan

7. dijminê me yê ezelî bû: insert coin



09.05.2021 10:04 ~10:05 | simurg56

8. Min ji dogecoinê hinek pere kar kiribû lê min pereyê jê kişand û ji xwe re hoparloreke birîncî kirî û bavê xwe re jî çêlekeke sîmental a bi golik kirî * niha bê pere me *



09.05.2021 11:05 | xelîl

9. Pereyên ku buhayê wan di destê min de ye. Ez kengî bikirim buhayê wê dikeve, ez kengî bifroşim buhayê wê radibe. Yên dixwazin tê de kar bikin bila li benda firotina min bin*



09.05.2021 16:15 | tîrêj zana 21

10. cara ewil beriya niha 4 salan min 5000 tl di coinekî de razandibû, pişt re min kişand û nema pere lê razand min destê xwe nedabayê niha perê erebeyekî ketibû ser hev. kurteya hemû serpêhatiyên coinan ev e, min destê xwe nedabûyayê niha min xwe di nav hewzê pereyan de dikir av.



09.05.2021 21:56 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» coin

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî