1. biwêj û duayeke kurdî ye.. yanî hat serê min, min têra xwe tade û izyet jê dît bila newê serê tu kesî, yên ku ev bela û bobelat hatî sera jî bila kes lome û gazindan jê neke.. |
|
05.10.2013 23:42 |
endazer
|
2. Di strana şivan perwer a bi navê ya star de ev biwêj derbas dibê..Weha dibêjê : 'Ya star ya hawar. Bê lome bê. Newê serê çi kesî. Gelê kurd! Her şêxekî ereba, her eşîrek afriqa, her pereka tirka xwe qebûl dikin millet dibin dewlet. Lê ji bo çil milyon kurd nîne maf û edalet..De hêrs bikin ne sekinin, bixebitin, bixwînin tovê jînê biçînin. Emê mafê xwe bistînin. Ger hûn bikin xîret, Ji ser rakin zor û îllet. Em millet in. Bibin dewlet dewlet dewlet dewlet..' Ha ji were stran jî : |
|
06.10.2013 00:04 |
nan û av
|
3. mero loma ji kesên ku ketine tengasîyê divê neke. ji ber ku mirov naxwazin ku ew tiştê nexweş neyê serê wan jî. |
|
14.04.2014 19:31 |
azê
|
4. di dua û nifirên kurdî de gellekî derbas dibe. yan dibêjin: bêlome xwedê neynê serê tu kesî yan jî: bêlome dûrî me nîzî fillehan be |
|
14.04.2014 21:47 |
renas
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |