Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 26 peyam
voyage au bout de la nuit - tirşik
voyage au bout de la nuit
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka louis-ferdinand céline ye
bi navê gecenin sonuna yolculuk bo tirkî hatiye wergerandin.
min, wekî hemî pirtûkÊn klasîk ên cîhanê tirkiya wê xwend.
mixabin ez dibêjim qey mezintirîn qedera reş a xwînerên kurdî ew e ku nikarin roman û berhemên baş ên cihanê bi zimanê xwe bixwînin.
neyse ew mijareke dî ye ez bêm pirtûkê

pirtûk zêde zêde xweş e, hem bi naveroka xwe hem bi honaka xwe hem bi teknîka xwe û bi taybetî bi şêwaz û zimanê xwe.

yanî pirtûk ne bi zimanekî malmezin û arîstokratan hatiye li hev anîn beravajî kubariyê bi zimanekî tije argo û dijûnan hatiye nivîsandin. ez ne şaş bim yekem pirtûk e ku bi zimanekî wilo ku li sikak û kolanan tê axaftin hatiye nivîsandin. eger ez keysê lê bînim rojekî ezê bi rûpelan krîtîka kitêb bikim
bûyerên pirtûkê li fransa, afrîqa û amerîkayê çerx dibin dem dema şerê cîhanê ye. serlehengê me yê ezîz fransiz e. li ser vî karekterî em diherin şerî, ji wir afrîqayê yanê mêtingehîyê û ji wir jî textê kapîtalîzmê yanî amerîkayê. lê şaş fêm nekin di kitebê de tu car belaxatên siyasî î propagandîst nîn e hetta ji eksa wê, em liqayî hêrs û kêf û girîn û kenîna însanan tên. tevî destan û mîtên efsanewî em carekî dibînin ku her tişt derew e û yekem û tekena rastî û heqîqet însan bixwe ye.



01.05.2021 23:05 | ferhenga şikestî

2. Pirtûka ku ji zû de ye dixwazim bixwînim lê him karên min pirr in û him jî pirtûkên di rêzê de gelek in. Dor nayê. Piştî xwendinê ez ê teqez şîrove bikim.



01.05.2021 23:38 | xelîl

3. "axirê şer, hemû ew tişt e ku nayê fêmkirin"

nietzsche ji bo vê romanê dibêje "yê bi xwîn û wecizeyê dinivîse, dixwaze were jiberkirin lê ne xwendin". romaneke wer nîn e hûn xwe dirêj bikin û ji bo bihûrandina demê bixwînin lê berevajî bi konstanre li ser maseyekê, di dest de qelem, bi xêzkirina cihên girîng û bi fikirîna li ser anekdotên kûr bixwînın. romaneke wisa ye.

serlehengê me bardamu, dixwaze hemû rasteqinî, absûrdî û bedbiniya demên şerê cihanê bi zimanekî hêsan ê kolanan û hejaran ê hemû sînoran ji holê radike û bi awayekî jidil û rastgo bibêje. dibêje jî. pirranî di pirtukan de dîpnotên wergeran naxwînim lê di vê romanê de bêyî xwendina dîpnotan, kesayet û bûyerên diqewinim nîvcomayî dimînin. divê wergêrê tirkî jî were pîrozkirin. gelek baş wergerandiye. xweziya ev pirtûk tev bo kurdî jî bi vî rengî bihatana wergerandin.

ew cîhana kirêt, sik û wehş a cêline di vê romana otobiyografik de teswir dike, bo me hemûyan nas e, nêz e û em hemû jê haydar in û per bi per nivîskar, dewsa me, wan hemû kirêtiyan vedirêşe û geftên di hinava me de bi salan e asê mane yek û yek azad dike.

bi guherînên bilez ên modern ên civakî, polîtîk û çandî, dinya jî, mirov di ber pêlên xwe yên bêwijdan re ber bi windabûnê ve dibe û wan têxe di nav pirsiyareke kesayetî û civakî de. şer çi ye? çima em şer dikin? kî dixwaze em şer bikin? kî dixwaze em evçend bixebitin? çima em qasî dixebitin nikarin qezenc bikin? çima pergala heyî ya riziyayî me mecbûrê derew, îhanet û ezperestiyê dike? cêline wan pirsan yekûyek dide berçavan û çiqas dikare dibersivîne.

hêvî me em ê rojekê bikarin vê romanê bi kurdî jî bixwînin.



11.09.2021 00:18 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» voyageur

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî