1. Pîrekên ku Nan çêdikin e. |
|
01.05.2021 15:12 |
kajav
|
2. Jinên Zehmetkêş in. Gelek kes dibêjin nanê tenûrê nanê tenûrê, hema dizanin bixwin lêbelê haya wan jê tune çiqasî karekî zehmet e. Ji hevîrkirinê heta nan ji tenûrê derdikeve dayikên me, xwişkên me bi qasî dinyayekê zehmetiyê dikişînin, xwêdan didin, dibetilin. |
|
01.05.2021 15:27 |
xabûrî
|
3. Kamerayên mobese yê taxên kurda ne. Herwiha bingeha îstîxbarata gel ya bajêr e. Berê li her kuçên me qet tunebe 2-3 tendûr hebûn lê niha hejmara wan tenûra pir ketiye û gel nanê firnê dixwe. Her ku diçe ev çanda ber tenûrê jî ji nav diçe û îstîxbarat lawaz dibe. Berê ji tirsa wan me newêribû bi derekî de biçûna* |
|
01.05.2021 15:53 |
tîrêj zana 21
|
4. Ew ên ku xeberên ku nayêne dîtin li cem wan hene. Tûrikên wan tijî ne |
|
01.05.2021 20:49 |
azad517
|
5. mijara bûye sedema bêrîkirina gund, zaroktî û bêhna nanê nûçêkirî. pîrka min zêde pîr bû nedikariya nan çêkira lê dihat li cem diya min rudinişt û temaşê pijandina nanê dikir. nanê heri kel û xweş hildibijart û hinek penîrê çalê dixist di nêv de û dida min û birayê min. |
|
01.05.2021 21:18 |
xelîl
|
6. Divê serenav pîrekên ser tenûre baya |
|
01.05.2021 21:31 |
cîncoqo
|
7. Pir caran, çekên we yî kevn jî bi xwe re dibin û ji wan qerpalan kreasyona ber tenûrê amade dikin. |
|
01.05.2021 21:44 ~21:45 |
pîroz
|
8. Ew ne pîrêkên ber tenûrê ne |
|
01.05.2021 21:48 ~21:48 |
ysfcevher
|
9. agirê tenûrê ji duxana cixareyê jî xirabtir e loma li gundên kurdistanê rêjeya nexweşiya koahê gelek zêde ye |
|
02.05.2021 00:03 |
ferhenga şikestî
|
10. Li fesbûkê rûpelek hebû bi navê 'qirix' carekê tiştekî wilo parve kiribû, digo "dagdakiler jin jiyan azadi için, tenûrûn etrafindakiler jin jiyan fesadî için" |
|
02.05.2021 13:32 |
sarya
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |