1. li gunda ez liqayî vê edetê nebûme, lê li bajaran tiştekî wisa heye. |
|
29.04.2021 23:56 ~2021.04.30 12:14 |
merwano
|
2. sedema paşdemayîna kurdan û tirkan e, li welatên din ên rojhilatê nizanim gelo edetek wiha heye an na? li başûr û rojhilatê jî li daholê didin û welatên din ên misilman yên eraban jî xwedîyê vê bêçandîyê ne gelo? |
|
30.04.2021 00:14 |
lehî baranyan
|
3. li batmanê dahol ne bes e pê re li zirneyê jî dixin û bi ser de jî bi meqam. |
|
30.04.2021 12:03 |
endazer
|
4. Ka muzîk guneh bû law!? |
|
30.04.2021 13:39 |
xwelî li ser
|
5. Ya ku ne zêde mesele ye, îcar piştî demekê tên li derî didin û pere dixwazin ji merivan. Dema dibêjî na, miruzê xwe tirş dikin û di bin çavan merivê didarizînin. Hinek şer jî dikin. Na heyran ez rojî nagirim û heya vê rojê jî daholên we qet kêrê min nehatine. |
|
30.04.2021 14:50 |
xelîl
|
6. edetek bêwate û di der de jî bizerar e. feydeya wê nagihe %1ê popûlasyon jî. yên nemisilman, yên rojînegir, yên ku dixwin û wisa radizin, yên ku paşîva xwe di wê saetê de nakin û hwd. hemû ji vê meselê aciz in. |
|
01.05.2021 21:20 |
simurg56
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |