Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 47 peyam
1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê - tirşik
1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê
(31) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kampanyayek danasînê ye ku ger tirşikvan jî piştgiriyê bidin dê li ser twetterê di 1ê gulanê demjimar 20.00an de were lidarxistin.

Here lînkê

Li ser twîterê min peyam ji çend kesên kurdînivîs û xwedî şopîner rica kir ku piştgiriyê bidin danasînê. Hin ji wan erênî bersiv dan û hinek jî li hêviya bersiva wan im. Ger hûn jî peyam ji kesên weja re biavêjin dê baş be.

Ji bo tagê pêşniyarên we hebin, ji kerema xwe li vir binivîsin. Herwiha ji niha de dest bi çêkirina post û afîşan bikin û li vir parve bikin. Ji niha de mala we hemûyan ava.

(bnr: 1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê)



25.04.2021 01:33 | tîrêj zana 21

2. Kampanyaya ku meraq dikim, wê çend tirşikvan beşdarî bibin, li gorî wê da em bêjin hêjaye em li ber xwe bidin an na *



25.04.2021 03:54 ~03:54 | merwano

3. bo wê xebatê ezê jî odeya behsa vê kampanyayê bikim û çiqas destê min jî warê bibim alîkar. dest xweş tîrêj zana 21



25.04.2021 15:51 ~15:51 | doesntmatter

4. kampanyaya ko min jî afîşek jê re çêkirîye

Here lînkê



25.04.2021 17:36 ~17:44 | pîroz

5. Kampanya ku xwudê hez bike wê serkeftî derbas bibe. Hama bi vê çalakiyê du nivîskarên mayînde werin jî besî me ye. Va min afîşek din jî amade kir.

Here lînkê

Li benda piştgiriya tirşikvana me û hêj bo tagê pêşniyar nehatine.



26.04.2021 00:41 | tîrêj zana 21

6. Gelo admînê hesabê twittirê kî ye, ji kerema xwe re bila seriyekî li hesab bide herî dawî 7 adarê parvekirin kiriye. û her wiha haya wî ji kampanyayê heye?

roja kampanyayê ew tiştekî parve neke, her tişt bê wate dimîneಥ_ಥ



26.04.2021 12:14 | merwano

7. min jî afîşek çÊkir Here lînkê



26.04.2021 14:45 ~14:46 | asîmanê sêwî

8. sala din 1ê gulanê de gelek fenomenê twittirê, stranbêj, hunermend, nivîskar û vir de wê de.. alîkariya kampanyayê kiribûn, ser çavan, mala wan teva jî ava.

aniha ez liqayî vê wêneyê bûm. û ez fikirîm, gelo piştî ku Deno li vir qeyd nebû û car caran seriyek li vir neda, mînak em bêjin, di derheqê karê xwe de(şano, lîstikvanî...) çend tişt nenivîsandin, çi wateya wê ma ku bêjê ''tirşik xweş e''?
Here lînkê

bila deno dilê xwe negirê, ne tenê ji bo wî ev tişt derbasdar e.
pîştî ku kesê em bêjin rewşenbîr an jî her çi bin, li peşiya gel nebûn rolmodel(!) wê gel çima biya wî bike?



28.04.2021 17:57 | merwano

9. Li ser Instagramê agahiyên kampanyayê hat parvekirin. Hûn jî dikarin li ser hesabên xwe parve bikin.

Here lînkê



29.04.2021 13:07 | xelîl

10. pêşniyareke min heye ku heya sibe bial herkes logoya tirşikê di hesabê xwe de yê twittirê de bi kar bînê, da ku ji niha de bala gelek kesan bikşînê. min yê xwe yê tirşikê jî guhart, hinekî amatoriye lê kesên bixwazin dikarin bi kar bînin.
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

edît: yaw ji bo xwedê admînê hesabê tirşikê yê twittirê di kîjan şikeftê de be bila derkevê, bê hesabê twitirê her tişt bê wate ye.
ma rast e kes wî nas nake, an jî kesê ku hejmara simurg56 bi wan re hebe, bila bêjine wî, aniha ew dizane.



30.04.2021 20:26 ~20:30 | merwano

11. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132651 fikrek baş e. Min pêk anî.



30.04.2021 21:56 | tîrêj zana 21

12. aniha ji hesabê twittirê yê tişikê bersiv hat ji min re, mala xwedê ava.
bnr: bes lêxin, zilam hat



30.04.2021 23:12 | merwano

13. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132656
Sibe dusibe, dîtin ko kes nema vî zimanî dipeyive, wê demê hepkî hişê wan weri serê wan. Ew jî dîsa ji bo zikê xwe. Heta niha pişta xwe li ser xelkê reben û bi zimanê wan qewîn dikirin. Vêca pala wan ê ji nivşekê vala bimîne û biqelibin erdê!
em dibînin ko îro sîyaseta qirêj a çend salan encam dide û zimên ketîye sikretê. Hejmara axiverên wê roj bi roj kêm dibe. Qala nijada nûh nakim, ew yekcar xwe lê nakin xwedî!



01.05.2021 02:41 ~02:42 | pîroz

14. gavek tam di cî de ye. di van rojên karantînayê de, bawer dikim ku wê vejînek bi xwe re bîne.



01.05.2021 12:26 | simurg56

15. min ji bo kampanyayê afîşek amade kir, û birayê @xelîl jî yek amade kir, em ê herduyan jî bi kar bînin
Here lînkê



01.05.2021 13:33 | merwano

16. Fikreke gelekî baş e. Twittera min tuneye, ku ez vekim ez ê jî tevlî wê bibim.
Fikreke min jî heye divê em xwe bigihînin kurdên her sê parçeyên din û yên Ewropayê. Yanî bi me tenê be nabe, ew ê kêm bimîne.
Edît: min par peyam ji kurdên parçeyên din re şandibûn, ji hesabên zêde şopînerên wan hene re. Lêbelê kesek nehat :(



01.05.2021 13:40 ~13:42 | xabûrî