Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
zelalbûna tiştinan di hişê min de piştî salan - tirşik
zelalbûna tiştinan di hişê min de piştî salan
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bûyereke ecêb e. mirov dibê qey bi yek car dîtinê çav her tiştan dibîne, guh dibihîse û aqil hemû bûyerên li der û dor diqewimin tê digihê. piştî salan min fam kiriye ku ya rast ne weha ye. hin tişt hene piştî 5 an 10 salan, heta car heye tenê piştî 20 salan mirov fam dike. bîranîn di hişê mirov de tim wek berê dimîne. bi mîsqaleke agahî jî lê zêde nabe. digel vê yekê, her ku em mezin dibin, dîtina me berfirehtir dibe û em tiştinan çêtir ji hev vediqetînin û didin ber hev.

bîst sal berê mamosteyekî me rojek ji bo fitara remezanê, çar kesên ji fêrgehê hilbijart ji bo ku li mala xwe fitarek bide me. navên me her yek li ser kaxizeke piçûk nivîsandî, di nav tûrikekî de bûn. mamoste navê çar kesan ji tûrikê vekişand, di fêrgehê de wan navan yek bi yek ji kaxizan xwend û bideng bi lêv kir. ez jî derketibûm. pir pir kêfa'm ji vê yekê re hatibû. jixwe min pir dixwest navê min derketa. ez yek ji xwendekarên serkeftîtir ên fêrgehê bûm. roja fitarê em çûn mala mamosteyê. mala wan ne maleke mezin lê xweş raxistî bû. li salona malê ku kêfa min gelek jê re hatibû, em rûniştin û axivîn. dema fitarê nêzîk bû, em jî derbasî maseyê bûn. jina wî xwarinên gelek baş û bifors ji me re çêkiribû. jinik xêrhatinek li me kir û wekî din neaxivî. jinik bixwe di nav tas û teyfikên ferfûr de xwarinên vê êvarê yek bi yek anî maseyê û da ber me. jinik xweşik li xwe kiribû. mase bi ûsileke giran û paqij û hebkî bi rengekî ewropayî raxistî bû. min xwe wer hîs kir ku wekî ez mêvanekî gelek hêja me. xwarinên wê êvarê di wê emrê min ê piçûk de tam li ber dilê min bû. ez wê êvar û wê xwarinê ji bîr nakim. ji niza'm çend sal berê heya îro bi çend caran min ji hevalan re qal kiriye ku ez çi bişens im.

piştî salan, tişta ku hê îro di hişê min de zelal dibe ew e, mamoste navê me ji tûrikê venekişandiye. ez jî tê de, em çar hevalan bi zanebûnê li mala xwe kiriye mêvan.



24.04.2021 19:58 ~2021.12.14 22:35 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» zelalbûna tiştinan di hişê min de piştî salan
» hişê çêkirî
» mindscape
» piştî koronayê dê çi biguherin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî