1. Ecêb e di medyaya civakî de yan jî di platformên dîjîtal de, bi hesabekî fake(sexte) bi mêrên nenas re bi kurmancî dinivîsim; eger ew bibêjin qey ez jin im ew jî bi Kurmancî dinivîsin. Lê zanibin ez mêr im gelek caran ji min re dibêjin "tirkçe Yaz". |
|
19.04.2021 04:28 |
xabûrî
![]() |
2. em tim dixwazin li qada dijminê de tevbigerin xwe li wir îfade bikin, li wir binivîsin. Mînak: kurdînûsên ku li ser ekşî sozlukê dinivîsin li vir zêdetir in. Yê din rêjeya kurdînûsên ku li ser sepana 1000kitap.com dinivîsin li tirsik.netê zêde zêde ne. Çima li vir nanivîsin? |
|
19.04.2021 22:01 |
kajav
![]() |
3. Wexta ku me dev ji zimanê xwe berda vê rojê şunde ye em bûne henek û tinazên tirkan.. kompleksa xwebiçûkdîtinê vê rojê dest pê kir. Di kesayetiya her kurdên bi vî rengî de pirsgirêka hebûnê heye. Xwe aîdê çanda xwe nabîne û hêdî hêdî xwe ji hemî tiştên kurdbûniyê dûr dike. Tenê stran maye li bêrika wan. Ger melodî tunebûya Ev jî nemabû. |
|
24.04.2021 22:02 |
kajav
![]() |
4. Gava yekî Kurmanc dibînin ko bi zimanê xwe dipeyive jê diqeherin lê dema dibînin yekî Tirk çewto mewto 2 peyvên Kurmancî dike, ji kêfa hêka dikin. Mixabin, li nav mala me de jî ji wan kesan heye. Wê çaxê Nema zanim bêjim çi. |
|
24.04.2021 22:43 ~22:44 |
pîroz
![]() |
5. tespîtek zanistî û têr çavkanî jî bila ji min be* kurd netewek teqlîdkar ango dilbijok e. bi min saya vê taybetmendiya xwe heya îroj kariye li ser vê axê bimîne û qismek be jî pêşde biçe. hûnê vêga bi meraq bêjin çawa? ma xwudê ji we razî, ka li derdora xwe binehêrin û tevgereke kurda bêjin ku ev ne teqlîd e û wan bi xwe ev yek derxistiye holê. hama di serî de kurd zimanê serdestên xwe teqlîd dikin. ev yek xwe di zimanê me de dide der. kî bêhtir teqlîd bike ew serkeftî xuya dike. ji xwe bandora zimanê erebî û tirkî li ser kurdî nayê înkar kirin. |
|
24.04.2021 23:58 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
çîyayên hîndûkuj [1] |
![]() |
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? [1] |
![]() |
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1] |
![]() |
mirin [1] |
![]() |
christopher nolan [1] |