Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê - tirşik
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê
(37) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn.

em dikarin rojekê ji xwe re kifş bikin civînekê bi moderatoriya hevalek li vir ve bikin. bila bibe şevbuherkek tirşikî*)



13.04.2021 16:47 | de facto hozan

2. Civîna ku peyama wê ji bo çi 2 reşşik stendiye meraq dikim.



14.04.2021 12:01 | xabûrî

3. Ew derfetek baş e ku em hem reklama tirşikê bikin.
Di wan odeyên twitter spacesê de gellek kurdên xweş ziman hene.



14.04.2021 15:16 | cinorek

4. dîrok û seet?



14.04.2021 19:27 | doesntmatter

6. Dîsa silav nivîskarên ezîz. Peyama min du reşşik standine nizanim çima * lê ji bo ku yên twitterê bikar tînin û bixwazin wê civînê bikin em demekê eşkere bikin bicivin.
Pêşî; yekî tirşikvan ku bikare space veke hewceye. Ez nikarim mixabin ji ber wê em ê li gor wî/wê biçin yê bikare odeyekê veke. Ew camêr bila derkeve holê û bila ji me re seet û roj kifş bike *

Ji bo naverokê an jî mijara civînê pêşniyarî;
-Derbarê tirşikê
- derbarê mijarên tirşikê yên balkêş
-Derbarê tirşikvanan
-û hwd.

Ji bo sîstemê peşniyarî;
-axavtvan pêşiyê hemû bila tirşikvan bin carna yên din jî dikarin bên fikrên xwe bêjin an jî tewlî bibin lê pitir rêveberî û axavtvan bila tirşikvan bin.

Carê ew tên hişê min em dikarin sererast bikin tabî.

Û plus: tirşikvanên twitter tuneyî jkxr ji bo rojekê hisabê vekin tewlî bibin *

Tabî ew pêşniyarên min in ji kerema xwe re hûn jî lê zêde bikin û tirşikvanan agahdar bikin, îkna bikin lol



14.04.2021 22:21 | de facto hozan

7. Fikrek baş e. Heke pêk bê ez ê bi kêfxweşî tevlî civînê bibim. Him reklama me çêdibe û him jî bila tayma kurdî spaceseke xweş bibîne. Axlebê wan li ser tiştên eletewş dipeyivin.



15.04.2021 10:35 | xwelî li ser

8. ez amade me, lê bi rastî jî wek kesên li jor jî gotine, divê mijarên ku balê dikşînin bin û rê nede nîqaşan û hwd.



16.04.2021 21:23 | merwano

9. Hevalno, dostno û jinên êş kişandî Û mêrên êş kişandî û zarokên.. Temam temam. * yekem civîna tirşikê ya li ser Twitter'ê sibê di saet 21.00 de ye. Min û Merwano me dest danî ser hesaba tirşikê. Mijara me tirşik e. Tenê tirşikvan dikarin bipeyivin. Divê dora hev ji hev nestînin. Divê di rêzê de pêl hevdû nekin. Divê nekevin nav siyasetê. Û ji me re qala çîroka xwe bi tirşikê bikin. Wek: we çi li tirşikê zêde kir? Tirşik çi li we zêde kir? Hûn di heftiyê çend roja tirşikê dixwin filan... Sibê em ê bicivin paşî nebêjin me nedît fîlan bêvan.



01.05.2021 18:08 | xwelî li ser

10. çalakiyeke gelek baş e. Divê di nav hin perîyotan de jî berdewam bike. ji xeynî mijarên têkildarê tirşikê, divê li ser hin mijarên kûr û xweş bisekinin. Her wiha mirovên navdar ên zana bînin û li gorî zanyarîya wan mijarek vebikin û biaxivin. Her wiha bila tirsikvan jî raman û fikrên xwe vebêjin.



02.05.2021 02:09 | yûsiv

12. afîşa wê amade ye, jkwr ji niha de parve bikin *
Here lînkê



02.05.2021 12:58 | merwano

13. Tirşik xweş e. Hinekî din behs bikin. Yanê hûne seat 21.00 an de çi bikin hûnê komê çêkin, axaftinê bikin, daxûnayê bidin, pirsa bikin ? Hwd.



02.05.2021 14:32 | azad517

14. bawerim li ser mîjarê ziman û sîyasî zêde ney sekinandin. hêvîdarim ku emê tirsik.net bidin danasîn.
pêşnîyaraka min heye; dixwazim ku sernivîsa space ê bibe pirsa xwe moderator ra bipirsin an jî bo pirs û pêşnîyara dm moderator jî van pirsan axavtvan ra bipirse û her axavtvan jî herî zêde deqqeyek biaxive.



02.05.2021 15:26 ~15:28 | doesntmatter

15. Civîna ku niha li tirşikvanên axîver digere ye. De ka ewê digotin civîn li kune, ca bila werin biaxivîn wîîî*



02.05.2021 21:26 | tîrêj zana 21

16. Civîna ku berî çend deqeyan qedîyaye. Sê cara odeya me ket me dîsa vekir. Hin heval jî pirsgirêkên wan hebûn ji hêla înternetê ve. Lê civînek xweş bû nêzîkî saetek nîvê em axivîn li ser tirşikê û li ser kurdî.
Tirşikvan qala xwe û tirşikê kirin. Hin kes li wir tirşikê nas kirin. Me pirsên wan bersivand heta ji me hat. mevlut oğuz jî tevlî civîna me bû wek tirşikvanek. Me kir û nekir navê xweş yî tirşikê ne got ji me re em wî şermezar dikin *
İnanolo di nav guhdarvanan de bû. Ji ber înterneta xirab ew jî zêde ne axivî mixabin. Herî dawî em kêm kes man civîna me xweştir bû. Germtir bû. Em karibin em ê carek din bicivin.
Wek moderator ez hinek xeşîm bûm. doesntmatter, biaqila malê û tîrêjzana21 sax bin hinekî barê min sivik kirin. *
Û hin tirşikvan hatin lê neaxivîn ez wan jî şerm û zar dikim. Tîrêj jî yê dijûna bise we kerem ke tîrêj. *



02.05.2021 23:06 ~23:12 | xwelî li ser

17. Civîna ku bîskek din qediya. Qansî ne misaîd bûm di nav şerê paqijiya malê de bûm lê dîsa jî min hewl da ez biaxivim. Civatek xweş bû, me got mehê carekê an heftê carekê odeyek vekin him ji bo tirşikvan biaxivin him jî danasîna tirşikê bikin. Maşalê domdar be *



02.05.2021 23:08 | biaqila malê

18. kesên ku beşdar bûn dest û dilê Van xweş, ev ceribandin bû Cara duyem bawerim yê xweştir be



02.05.2021 23:16 | doesntmatter

19. civînek têr û xweş bû lê ji ber ku mijar kêm bûn hin cara bêdengiyek diket nav civatê.
beriya her tiştî xwelî li ser hindik be jî ez jî axivîm. * rexneyan qebûl nakim. * her çi, ji ber ku pratîka min a axavînê tuneye bi devkî xwe baş nikarim bidim nasîn. ji ber wê min baş neket nav civatê anku ne jî ber şermê ye.

divê mehê carek an du an jî sê caran ev çalakî bihê amade kirin. berîya axivînê jî divê çend mijar bên hilbijartin û ger tirşikvan ger jî mêvan fikr û nêrînên xwe di nav vê çalakiyê de bibêjin. bi vê çalakiyê him reklama tirşikê çêbibe him jî em ê bigihîjin mirovan.



02.05.2021 23:29 | yûsiv

20. Civîna 02.03.2021ê seet 21.00(amed)an de pêkhatiye. ji moderator heya axavtvanan ji bo suhbetê spas dikim, çiqas internetê hewl da ku astengiyê derxe jî me bi şiklekê xweş domand. Hêvî dikim berdewam bibe.

Ps: Min jî hinek axavt, bila nivîskar nebêjin xwediyê mijarê çima tevlî nebû *



02.05.2021 23:33 | de facto hozan

21. Yekemîn civîna tirşikê ya serhêl ( dema peyvên îngîlîsî bikar tînin, hin kes dibêjin ev e kurdiya we ya standart. Ji loma me nego online) bû ku berî çend çirka bidawî bû. Pêşî hinekî nikaribûm biaxivim ( li mala me axaftina kurdiya standart qedexe ye, loma heya min xwe ji yê malê xef kir û xwe xiste qulik milika) lê paşê lê germ bûm. Min çend pêşniyar an şîreta di vê tîma twitter spaces ya tirşikê mijarê de li admînê hesabî kiriye. Ger hinekî guh bidê bi min dê civîn xweştir derbas bibin.

Em werin civînê, ez pir li hêviya wan canik û camêrên tofan li me rakirin ku hema digotin ka civîn mam. lê belê nehatin û çavê me li riya hiştin ( mafê xwe yê dijûnkirinê veşartî dihêlim)* herwiha ger kekê shorbevan beşdarî civînê bibe bawerim dê civîn şên bibe. ( bila ferhenga şikestî neyê, hingî behsa wêjeyê dike, serî li mirov dike beroş )*

Axir, ger caeek din mijarên civînê piştî li tirşikê hatin guftûgokirin û diyarkirin, bi awayek organîzebûyî û plankirî civînek bê çêkirin, heye ku danasînek be jî bo tirşikê ( ji min re jî çend şopîner)* herwiha dabeşkirina kar were kirin dê karê admîn jî sivik bibe. De bila bi xêr be. Hêvî carek din.

Nîşe: mevlut oğuz îşev di lîsteya minî deşîfrekirin û lêkolînê de ye. Helbet emê maxlasa wî ya tirşikê derxin holê. Ne yek jî tew du heb*



02.05.2021 23:57 | tîrêj zana 21

22. civîna ku min kir nekir rehetî neda min ku ez xweş biaxivim lê dîsa jî demeke min hewl da ku têra xwe biaxim, her çiqasî gotinê di serê min de nehatibine ziman, hatibin jî li hev aliqîbûn. ez zêde ne bi kelecan bûm tişta rastî, lê çi zanimಥ_ಥ
wek xwelîsero digot, hema ku me xwe ne hetikandibe *
çend hevalê ku xwe li ser civînê dikuştin, min zêde li qadê nedîtin, hêvîdarim careke din werin û hinekî jî biaxivin.
pêşniyara min ji bo civînê li pêşiya me jî ewe ku heyvê carekê jî pêk were ez dibe bes e. wek me îro jî dît, kesên beşdarî civînê bûn, li gorî min pir kêm bûn, her çiqasî ev cara yekemîn bû jî. vêce em her heftî çê bikin, ne bawerim ku ji xeynî çend tirşikvana kes were, û hûn dibêjin armanca me reklama tirşikê yeಠ_ಠ

herî dawî vê jî bêjim: bnr: lehnet li înterneta ku li gund nakişînê



03.05.2021 03:34 | merwano

23. mevlut oguz/132878



03.05.2021 06:49 | cinorek

24. wek tê fêhmkirin, wek ceribandinekê çêbûye. ew jî baş e. ji ber ku amadekarîya min tunebû, haya min dereng jê çêbû û wê şevê zêde ne mûsaît bûm, nekatimê. îşelle di pêşerojê de. mirov pê kêfxweş dibe ku nivîskarên me di nav danûstanên bi vî rengî de bin.



03.05.2021 22:49 | simurg56

25. li gor hatibû plankirin wê heftê an mehê carekê bihata sazkirin. lê belê 6 ( bi nivîsê şeş) meh derbas bûne ku deng jê nehatiye. hezretî moderator merwano û xwelîser divê dîsa çalakiyek amade bikin.



12.11.2021 22:42 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn tiştê ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî
» civîna moderatoran
» nivîskarên ku bi telefonê dikevin di tirşikê de
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» serxoşbûn
» twitter lite

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî