Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 18 peyam
    teşî - tirşik
    teşî
    (2) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. koçerên tirkmen jê re dibêjin; ''kirman, kirmen, iğ, ik''

    koçerên kurmanc û şekakan jî jê re dibêjin; ''teşî''

    teşî ew halet e ku pê hirî tê rêsan, beng pê tên çêkirin...

    tê bîra min wextê ez zarok bûm, ez bi diya xwe re diçûm alençê. wê heta êvarî teşiya xwe çerx dikir ha çerx dikir.



    2013.10.05-16:43 | cinorek

    2. navê straneke gelêrî ya kurdî ye.. cara pêşîn koma amed gotiye..



    'De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

    Teşiya min ji dara darê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    Lê dirêsim ji heriya karê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

    Ez îşev çûm dîlanê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    Ketime milê wê yarê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê



    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

    Teşiya min ji dara biyê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    Lê dirêsim heriya mîyê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşîyê

    Ez işev çûm dîlanê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    Ketime milê ber bûkê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşîyê



    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê

    Teşiya min ji dara merxê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    Lê dirêsim heriya berxê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşîyê

    Ez îşev çûm dîlanê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr

    Ketime milê wê keçkê

    De bi lûr lûr lûr lûr lûr teşiyê'














    2013.10.05-19:05 | endazer

    3. Peyva ku li cem me ji ajala yusufçuk re tê gotin.



    2013.10.05-22:02 | bayesar

    4. alava ku dema ez biçûk bûm, dapîra min jî bi kar dianî. em li bajarê mezin bûn, ez bawer im ji bo keyfa xwe bi kar dianiya.

    ji bo teşî bi lez li dora xwe bizivire bi lebatek lezgîn teşiyê li ser çoga xwe digirgirand û ji tayê wê digirt û radikir, ev teşî li hewayê li dora xwe diziviriya. û bi vî awayî hirî jî li dora xwe diziviriye û dibû ta/ben. paşê ev beşa ku li hev ba bûye, li teşiyê dipêçiya û derbasî beşa din dibû. tiştek ecêb e welhasil.



    2013.10.06-12:12 | simurg56

    5. di çanda kurdî de alaveke ku ji bo hiriyê birêse tê bikar anîn. zarokatiya min, jinên me yên pÎR Û Meteke min tîne bîrya min. meta min wisa jêhatî bû ku dema ku di rê de dimeşiya jî teşî dirêsa û ez metel dimam ka çawa him dimeşiya û him jî teşî bikar dianî...



    straneke koma amedê ye jî. Koma amed-teşî














    2013.10.06-16:57 | nuçevan

    6. peyvek ermenkî ye. Erm. tʿeši (wîkîpedîa)



    2014.03.05-22:15 | havka

    7. Ma zazakî vanî rêşta (m). Mûyê biz û mêşnan ra pê rêşta kendîl viraziyeno. Maya mi verê zaf viraştinî la nika yew nê kar û xebat rê eleqedar nêbeno.



    2020.07.06-21:21 | kajav

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    komkujiya geliyê zîlan [1]
    Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
    di dîrokê de îro [3]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    kurdên femînîst [4]
    nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » teşî

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî