Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 25 peyam
    necar - tirşik
    necar
    (1) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. kesê ku him marangoz him xerat in. ji peyva neccar a erebî ye. di ziman û hişê tirkî de mirov nikare ji marangoz an jî "dülger" re bibêje neccar lê bi neccar re mirov dikare karê marangoziyê an jî "dülger"iyê bike. marangoz alavên nav malî filan çêdikin wekî dergûş, sendelî an jî mase û dulger jî di avakirina xaniyan de karên texteyî çêdikin stûnên malan û derî filan. hah ev du pîşe di dora sedsala 16em de ji neccariyê derketine û di mijarên xwe de bûne qada du karên jev cuda. lê xerata kurdî ji bo kîjan re tê gotin nizanim. li vir em dikarin zembilfiroşî jî bi bîr bînin bo kurdî lê têkildariya wê hinekî qels xuya dike. her wiha pîrê necaran îsa pêxember bûye. min ê pir bixwesta bibim marangoz. di nav pîşeyên berhemdar de ya herî bala min dikişîne ew e.



    2021.03.29-23:35 ~23:38]| biruya hayao miyazaki

    2. Mijara ku ew mesele anî bîra min:

    Got berêda avahîsazek hebûye, Şah jê avahiyekê bêhempa xwestiye, gotiye ji min ra avahiyeke wiha çêke bira li cîhan tu yên wek wî tinne be. Navê zilam Necar bûye lê xelk ji bo hunera wî digotin hosta necar . Piştî ew axaftinê zilam pir bi xem bûye. Her bîr kiriye ku çi çê bike , lê tiştek nehatiye bîrê, ji xema nikarî bûye razê. Îjar jina wî ji wî ra gotiye:
    Hosta necar
    Rakevî /razê
    wekî her car
    Xwedê yek e , deriyê wî hezar



    Bûye sibe şah miriye.



    2021.03.30-08:58 ~09:01]| navîgiranmezelîwêran

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    emîne karakaş [1]
    keçikek ji bismila amedê ye , şanzdeh salî bû ,îro rih'ê xwe ji dest d...
    popkurd [1]
    Di hejmara xwe ya nehemîn de, di mijara duyemîn de qala tirşika me ya ...
    7-zip [2]
    Sepana ku heya niha haya min jê tune bû ku bi kurdî karûbarên xwe pêşk...
    xatirxwestina ji tirşikê [4]
    Çîroka minê bi tirşikê hewqas bû . Bimînin xweşîyê de ....
    zêdebûna şiroveyên bi kurdî di bin videoyên youtubê de [1]
    Hevalekê min hene ku bi wan şîrovayên xwe li hember nijadperesta kêfa ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » neçariya hînbûyî

    Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv yendin zimanpeyv yendin zimanpeyv yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî