Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
bernard kouchner - tirşik
bernard kouchner
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bilêvkirina bi kurdî Bernar Kûşner, sîyasetmedar û tixtorê fransî.

dema ku li başurê kurdistanê tixtorîyê dikê şervanekî peşmergê emelîyat dikê lê narkoza wî tûne. şervanê peşmergê jê re dibejê "ne hewceyÊ narkozê ye, heme strana şivan perwer ya helepçe dînin ezê eşa xwe ji bîr bikim". êdi kouchner strana şivan dînê û operasyonê wilo diqedînê. şivan perwer bi xwe di programa li ser tv'ya tirkî vê bûyerê teyît dikê:

http://www.youtube.com/watch?v=UJ8T1jRl4lk



ji wikipediaya kurdî:



Bi sala 1974an, heyva îlonê, Bernard Kouchner û hevkarên wî yên Bijîşkên Sînornenas çûn Kurdistana Başûr cem Mela Mistefayê Barzanî. Hingê, Kouchner çûbû nav çiyanên bin kontrola Barzaniyan li wê dêrê 15 rojan ma û rezilhatiya du milyonên kurd dît. Idrîs Barzanî û serokkomare Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li wir bûn.

Wekî tixtorekê, Kouchner dizanî ku kurd miletekî rezil bû, bê derman û bê tixtor. Hingê, Îraq li bin destê bêbextê Sedam Huseyn ra bû, yê ku li wê gavê hevalê Fransayê bû.

Kouchner hêj alîkariya kurdan dikir. Di sala 1983an de nava şerê Îraq û Îranê çû sera Celal Talabanî. Di 1991ê de, Kouchner dixwest ku Sedam Huseyn ji serokatiya Îraqê ve beynin. Di 1992an de li gel Danielle Mitterrandê hate Kurdistanê. Di sala 1994an de, nava şerê birakujiya kurdan, Kouchner Mesud Barzanî û Celal Talabanî anîne Fransayê.

Wextê şerê Amerîka dîjî Sedam Huseyn, Bernard Kouchner kirara xwe da ku şerê dîjî dîktatorê tiştekî pêwîst bû.



05.10.2013 06:50 | saladin

2. dîplomat û siyasetmedar û bijîşkê fransî.. ji sala 2007an heta 2010an wek wezîrê karûbarên derve yê fransayê kar kiriye.. cara ewil sala 1974an bi ser li gel bijîşkên sînornenas çûye başûrê kurdistanê, li wir mesûd barzanî û celal talabanî û şoreşa kurd ya li başûrê kurdistanê nas kiriye û bûye dostê kurdan û doza rewa ya kurdistanê û di hemû beyan û daxwuyaniyên xwe de her piştgirî û hevkariya xwe ji bo doza kurdistanê nîşan daye.. beriya hefteyekî dîsa di axatineka xwe de gotiye, di demeke ne dereng kurdistan wê serxwebûna xwe ragihîne û ez jî wê rojê dê li wir bim..



25.06.2014 15:00 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bernard kouchner

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî