Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cemîl hosta - tirşik
cemîl hosta
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Henekvan, tinazker an laqirdîvan e. Karakterek kevn yê komediya kurmancî ye. Ji panosa agirî ye. Li ser youtubeyê gelek vîdeoyên wî yê qerf û henekan hene. Bi devoka serhedê diaxive û car caran tirkmancî tevlî dike.





27.02.2021 21:18 | tîrêj zana 21

2. Ez bawerim laqirdîyên xwe yên destpêkê li Panosê dikişandin (beşên li ser Stenbolê jî tê da), ew ên îsal kişandine li Wanê kişandine. Cemîl hosta lehengê piranîya henekan e. Hostayekî ne hosta ye. Emeleyê li ber destê wî ji wî zêdetir dizane. Di dema likargerîn û kargirêdanê da emeleyê xwe dişîne ji bo axaftinê, pirsgirêkên fehmkirina zimanê tirkî û xwedanfehmkirinê dikişînin her du jî û ev jî yek mijarên henekên wan e. Wekî din, şerên gundan, Xûşka Perîşan (Xwîşka Perîşan), serpêhatîyên karkerên avahîyan filan jî mijar in. Di dema dibistana seretayî û salên piştî wê bi rêya nasan CDyên wan dihatin mala me. Ji bilî laqirdîyan, muzîkên ku di wan de dihatin bikaranîn jî alîyekî girîng bû di dema xwe de. Bi min, beşên berê ji yên niha bitamtir bûn, lê dibe ku ev yek ji ber hestekî nostaljîyê be. Û dema niha jî dibînim ew rojên berê tên bîra min



28.02.2021 20:41 | elfesya

3. laqirdîyên wî kenên min ê zaroktîyê ne. hê jî carna ez û bavê xwe birên xwe qala wan laqirdîyan dikin û dikenin. wallehî laqirdîyên wan piştî bavê teyar sed qetê rêzefîlmên kurdî yên vê pêlê ne.


;t=19s

bi xêra van laqirdîyan sempatîyek min ji serhedîyan re, kurdîya wan re heye. *



10.10.2021 13:14 ~13:22 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemîla min

Kategoriyên mijarê:: tiyatro tiyatro tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî