Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 72 peyam
nexweşiya hdpê ya ku dema behsa kurdan dike milletên din jî dixe nav de - tirşik
nexweşiya hdpê ya ku dema behsa kurdan dike milletên din jî dixe nav de
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nexweşiyek wisa ye êdî min ji dîn, îman, mirovtiyê de derxistî. Pir pê aciz im. Dê behsa zimanê kurdan bike hemmen ermeniyan, lazan çerkezan nizanim çi quzzilqurtan jî dixe nav de. Behsê nasnama kurdan dike zû bi zû lazan çerkezan ereban asuriyan nizanim çi tiştan dixe nav de.

Birayê min we xêr e, ew millet her roj ji te re dibên terorist, xayîn lê tu bi israr diçî wan jî dixî di wê rêza mafan da.
Her kes êşa xwe bile bi xwe bîne ziman, kurdan ji hdpê re gotiye here derdên min, êşên min bêje, çareser bike. Ew diçin ji xeynî kurdan behsa her kesek din dikin.

Bes e, polîtîqaya we ya derew, ya tirsonek ya wek pêxembertiyê. Ne laz ne çerkes ne kesek din tenê kurd tên kuştin û tenê kurd şer dikin, ku laz an yên din jî tiştekê bixwazin bila ew dengê xwe derxin hdp na!

Nota dawiyê; hdp kurdan tîne asta çerkesan asta romanan asta du sê heb mayî ermen û suryaniyan ew xeletiyek mezin e. Ji bo kurdan kurdistan ji bo yên din jî mafên çand û ziman hewce ye, hemû problem û çareserî ne wekhev in lê hdp wana tevlî hev dike û dike tirşik.

Heqqet bes e êdî, xwîna kurdan e diherike bila li ser wê xwînê tu millet din menfeetê nestîne, û ey rêveberên me xwîna me nefiroş in, eyb e şerm e!



21.02.2021 12:05 | de facto hozan

2. Yek ji hezar şaşitiyê hdp ye. Bi van gotinan armanç dikin ku tenê kurd nayên bişaftin û eçiqandin. Va netewên din jî hene û ew jî bi me re ne. Em ne tenê partiya kurda ne û va em hemû netewên tên eçiqandin temsîl dikin. Em pir başin, hinek destê xwe di serê me jî bidin. Lê kurd û ew netewên piçek mane ne wek hevin. Ew navên weke teriyê li pey navê kurd dizeliqînin, gelheya wan tevde nake nîv milyon. Hemû hatine bişaftin û ji halê xwe memnûn in. Heya îroj kevirek jî neavêtine dewletê.

Vêca kurd neteweyek 50 milyon e. Gelheya wê bi qasî tirkan heye. Xwedî ziman û ax e. Li dehan bajara serdest in. Xwedî rêxistina çekdarî û siyasî ye. Ji wan hemû netewên tên jimartin bêhtir, diasporaya wê li derva heye. 100 sal e bo ziman û çanda xwe şer dike. Bi deh hezaran şehîd daye. Li rojava û başûr bûye xwûdî statûyek qismî. Emerîka û ewropa ( fransa, swîsre) piştgira xwe eşkere didin ypg. Li tirkiyê ji aliyê stran û muzîkê de ji tirka pêşketîtir in. Xwedî bi dehan kanalên tv ne. Heya dewlet jî neçar maye û bi kurdî tv vekiriye. Ajansa dewletê ya fermî nûçeyan bi kurdî diweşîne. Li zanîngeha beşa kurdî vebûye. Li dibistana waneyên kurdî vebûne.

Piştî ewqas ked û xebat, bi zehmetî be jî kurd gihane hin meqsed û mirazê xwe. Bûye xudî hêzek. Êdî realîteya kurdî nikarin înkar bikin. Di dîrokê de çi car ewqas nêzî azadiyê nebûne. Lê dîsa jî serokatiya kurda ketiye destê nezan û chpheza. Her ku diçe kurd ji nav diçin û kurdî tê paşguhkirin. Radibin xwedî li zimanê ereb, laz, ermenî û nizamçika derdikevin. Piçek mihfa wan netewa gihaştibûna kurda jî em li ber nediketin....



21.02.2021 12:49 ~12:49 | tîrêj zana 21

3. bi rastî nexweşî ye. “kardes turkuler” ji bo ku stranek bi kurdî bigotana, 10 heb stran ên bi zimanên din dixistin nav repertiwara koma xwe ya muzîkê (bogazici muzik toplulugu). axir derketin televizyonan jî, “kara uzum hebbesî” gotine, bîst sal berê bû. ew stran jî nîvî bi tirkî nîvî bi kurdî bû. me kêf kir. ew serkeftinek bû. ji bo komeka muzîkê ya sivîl dibe ku tu karê xwe bi hişmendîya biratîya gelan bimeşînî. karê hunerî dikin, sivîl in.

partîya ocalan, bi “çepgiran” (çepgir jî çi çepgir e, hundirê wê vala), bi “sosyalistan”, bi komunîstan, bi kemalistan, bi ewqas fikir û kesan ra ku tev jî ji rastîya kurdan dûr bûn, kar kirin, hevparî kirin. vir da çûn, wir da çûn, lê belê berê xwe nedan xelkê xwe, berê xwe nedan kurdan. çima? xelk dîndar in loma. piranîya kurd ên li bakurê misilman in û hem jî dîndar in. ew rastîyeka pir mezin e. lê qebûl nakin. ji vê alî em meyze kin, pkk marjînal e. pir marjînal e. di nav xeyalekî da dijî. ji rastîyê dûr, ji xelkê dûr. wek chp. kemalistên tirkîyeyê jî ji piranîya xelkê dûr, ji rastîya xelkê dûr, di rewşekî kambax da ne. îro hdp dikare bi herkesî ra hevaltî bike, rey ji her kesan bixwaze, lê çav kurdên dîndar, kurdên bi dehan mîlyon, nabîne.

pkk wer kiriye, êdî siyaseta kurdên li bakurê xetimîye. çek di dest da, rê nadin ku hêzekî din ji nav xelkê peyda bibe. encam: ewqas kurdên bi dehan mîlyonan li bakurê bê temsilîyet dijîn. pkk wek partîya kurdan tev nagere. reyên kurdan belavmelav bûye di nav partîyan da. siyaseta pkkyê ji serî da marjînal bû. lê îro çima xwe naguherîne? projeya biratîya gelan li dar xist, lê dîsa kurdên dîndar li derve ma.

ew nexweşî ji îdeolojîya pkkyê tê, ewê ku bi hişmendîyekî evçend teng û pûç ku nikare kurdên xwe di nav da bihewîne. dawaya pkk ya pêşîn ne li ser kurdbûnê ye, li ser îdeolojî ye. gelê kurd hê jî ji vê îdeolojîyê fam nakin, pê nizanin. li ber çavê wan xelk cahil in û nezan in. nexweşîya pkk û hdpyê ev e.



21.02.2021 15:44 | mirovekirind

4. rast e diviya sekina HDPê weke partiya ku ji Kurdan deng distîne wisa nebûya. Lê mixabin nîqaş û xeberdanên ji salên heştêyî heta îro binêrin, tirk her tim dibêjin heger bi zimanê Kurdî perwerdehî were dayîn wê çerkez jî, laz jî, nizanim çi jî heman daxwazê ji me bikin.

partiyên xeta pkk berê digotin em wek nûnerên Kurdan dixwazin xelkê me bigihîje mafê xwe yê rewa lê xelkên din jî daxwaz bikin emê piştgiriyê bidin.

lê îro, hdp bêyî ku ji xelklerên mîna laz û çerkez deng bistîne, behsa mafê wan dike. hêvî dikim siyaset û hewlên reel bibe xema "nûnerên min".



21.02.2021 19:26 ~19:28 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya bêhna_piştî_baranê
» dema bê ya nêzîk
» behsa rêwingiya ji amedê ta bexdayê dike
» kurdane
» dike vs dikê
» ding dingo banî sero
» jînekomastî
» navêşî

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî