Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
încîl vs quran - tirşik
încîl vs quran
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê îsiv bû. *
min herdûka jî nexwendiye. lê încîl sempatîktir e ji bo min. ji ber di fîlman de filan dibînim. wek mînak di pulp fiction de jules ezekiel 25:17 dixwend. xweş bû. ev misilman nikarin xwe şêrin bikin wele. (lînc tê bar kirin...) mesela di ola wan de muzîk heye. wek mînak:

bi va newaya mirov dikare bibe xiristiyan.



20.02.2021 12:59 ~13:00 | xwelî li ser

2. (bnr: mevlîda melayê batê)



20.02.2021 13:05 | de facto hozan

3. Li ser wê meseleyê Pîrtûkeka maurice bucaille heye (bnr: the bible the quran and science).
Maurice di wê pîrtûka xwe de încîl û quranê dide ber hev.
Xilafên derbarê zanistî ku di încîlê de hene nişan dide.
Gorê maurice -ku bi xwe misilman ninû- quran ji aliyê zanistiya modern ji încîlê zêdetir rast e.



20.02.2021 13:41 | cinorek

4. eysa vs mihemed



20.02.2021 14:02 | doesntmatter

5. Pirtûkên ku min hem bi kurdî hem jî bi tirkî xwendiye. Şêwaza her du pirtûkan gelek cuda ye. Her wiha naveroka wê jî. Încîl bi kurtasî qala jiyana Îsa û belavbûna xrîstiyanê bi şagirtên Îsa dike. Quran jî hema hema bibêje kurteya Tewrat û Încîlê ye. Quran zêdetir dişibe tewratê lê şêwaza wê wekî tewratê ne tûj e lê dîsa jî hinek tûj e. Quran di bin xwendinê bingehî daye û ava bûye. Încîl jî di bin hezkirinê.


quran dibêje bixwîne. Jixwe Zagona pêşîn a Quranê ev e. Ya Încîlê hezkirin e. Încîl zagona xwe ya girîng bi van ayetan dîyar dike. zagona pîroz ji tu tişta pêk tê. Yek, xwedayê xwe wekî xwe hez bike. Ya duyem jî cîranê xwe wekî xwe hez bike.

Încîl jî, ji min re xweştir tê. Wekî romanekî tê xwendin. ji bo bê fêm kirin tiştên qal dike bi nimûneyan eşkere dike. Di Încîlê de tiştê ku bala mirov dikşîne ayetên hezkirinê ne. Ev tişt jî gelek xweşa min dibe. Wekî:
xwişk û birayên xoşewîst,
em ji hevdû hez bikin; ji ber ku hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike. Yê ku hez nake, Xwedê jî nas nake, ji ber ku Xwedê hezkirin e.
Yûhenaya 1em 4

Încîl qala taybetiyên xwedayî li ser mirovan jî dike. Îsa xwediyê taybetmendiyên xwedayî bû. Wekî vejandina mirovekî, avê sekinandin û hwd. Rasterast di Încîlê de nabêje Îsa xwedê ye lê xrîstiyan wiha bawer dikin. Navê vê baweriyê jî teslîs e. Lê van taybetmendiyan tenê ne Îsa bi kar dianî. Her wiha şagirtê wî yê bi navê pavlus jî xweyî van taybetmendiya bûn. Ev tişt jî gelek ecêb bû bi rastî. Matmayî dimam.

Şêwaza Quranê di hin ciha de tûj, di hin ciha de jî nerm e. Dema em ayetên li mekkeyê nazil bûne dinêrin tev li ser biratî, hezkirinê ava bûne lê dema em ên Medîneyê dinêrin ev rewş diguhere. Ayetên li dijî gayrimuslim derdikevin pêşiya me. Ev rewş jî wekî nakokî tê li ber çavan. Gelek tişt hene ku li serê binivîsim lê naxwazim. *

Nîşe: kêfa min tev baweriya re tê. Ji zerdeştîyê bigrin heta Budizmê. Tev bala min dikşînin. Û ez bawerî tev dîna dikim. *



20.02.2021 18:19 ~19:03 | yûsiv

6. lewma her du ji kanîyeki hatine, u pir merov li dora wan konsolide bune wan dike yek ligê.
bi tewratê re ji liga pirtukê pirozin. lê doktorinê wan mina niviskare jor gotî:
incil hisdare quran active.

em heneka wê ji bikin: ji aşıqa re her du ji yekin
seid gebari "bi incila mala melede bi qurana mala keşede, lelelelllele"



20.02.2021 18:43 | hak buddy

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» încîla kurdî
» qurana bavê te xwendî

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî