Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
common voice - tirşik
common voice
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. projeya ku ji aliyê mozilla ve hatiye destpêkrin, ji bo nivîsbariyên li ser naskirina deng û axaftina mirovan danegeheke bê pere pêk tînê.
bi saya vê projeyê êdî kurdî jî di nav cîhazên mobîl û hwd. de cihê xwe dikarê bigre.

ji bo bêhtir agahiyan:
Here lînkê
Here lînkê



08.02.2021 20:29 | merwano

2. Projeya ku min îro qûbaleya wê girtiye. Min sibê de ji hezarê bêhtir hevok bi dengê xwe qeyd kiriye û ji pêncsedî zêdetir hevok jî piştrast kiriye. Ka hûn jî nayên :/



09.02.2021 01:19 | biaqila malê

3. projeyekê mozillayê ya pergala bi dengî ye ku jê re danekomên (dataset) dengî tê berhevkirin.

(bnr: karpêkirina zimanê xwezayî)
(bnr: natural language processing)



09.02.2021 01:37 | hueyn

4. li ser bikaranîna common voice çend vîdeo

ji aliyê biyolojiya bi kurdî :




ji aliyê tirşikvanên zîrek cyaxares:




10.02.2021 10:57 | merwano

5. projeyekê xweş e. ez bi xwe tenê ji aliyê guhdarkirinê tevlî dibim û ji salê çûyî vir ve min qiyametek hevok nirxandine - temam belkî komek hevok bin.* di nav axiveran de ez heyranê yên torî me. (em bi hurmetî bi bîr bînin: torî/93287) auraya wan geh jin geh mêr pir xweş e. belkî wê kenê we bê lê dema rastî wan têm rasterast atmosfera the godfather ava dibe di nav çend keliyan de.* hişk in lê nizanim tehmek xweş e yanî. werhasil. baş e ku îhtimala aksanan jî hatiye hewandin an na gelek klîbên toriyan dê bihatana avêtin ji seba a kirina wan a e-yan. hwd.

dixwazim hinin axiveran jî rexne bikim. hingî hêdî dixwînin xewa min tê. ez di her rûniştinê de qasî 50 klîbên dengî dinirxînim mîsal çayekê vexwim an cixarekê bikişînim an jî di rêwitiyên min ên otobusê de. û mixabin ew hevalên xew ji dev û lêvan wan difure, adeta min a nirxandinê pûç dikin. ez têm klîba siyan dibêjim, temam bes e. tê bêje bi darê zorê dixwînin. mîna gavên kûsî. qurban heyran, hema yekser bixwînin. (heke krîterekê xwendinê di vê xalê de hebe jkx binivîsinin)

tam di vê noqteyê de axiverek heye ku bala min kişand, nikare dengê ê-yan (ka em bibêjin 'bi xweşî') bi lêv bike (feqet ji xêncî dengê ê xweş dixwîne) do koma ku vê projeya kurdî dimeşînin tevlî weşana rûdawê bûne û berdevkê wê komê ye yê ku nikare dengê ê derxe. îja kengî na dikim heyfa min bi kar û xebat û keda wî dişewite. lê mixabin mecbûr dimînim bibêjim na. ji ber ku mîsal "êvarê ew ê bê malê" bi wî dibe "evare ew e be male". û ev jî heye ku ev heval kîte bi kîte dixwîne û pir hêdî ye :/

niha min lê neriya tevahiya bilêvkirinan 73 saet girtine û kom ji xwe re 100 saet kiriye bendav. hêvîdar im wê bibe lê mixabin wekî her karî di vê meselê de jî xwendeyên me yên di qada medyaya civakî de civîne hema bêxîretî dikin. (ew ajimêrên mezin ên twitter ên ku hema pesna zimanê kurdî didin di vê kampanyayê de hema tune ne. hemû tembel û jênehatî ne ku tevlî hilberînê bin.) helbet mirov ne mecbûr e dengê xwe bibexşîne û mirov dikare piştre hemû beşdariyên xwe yên axaftinan jê bibe jî lê nirxandina klîban bi min mîna lîstikek e pir kêf jê distînim. xêra wê mewdeya rêwitiyên min kin dibe ku fêm nakim ka çawa bi dawî dibin.

xwezî beşdariya jinan bêhtir bibaya. dengê jinan kubartir e wele.*

nîşe:
firefox-a mozilla-yê ya mobîl kurdî ye (her çiqas wergera wê neçe kêfa min jî bi kar tînim) lê ya sermaseyê ne kurdî ye. çima? carinan dibêjim ev mozilla hîn geroka xwe nekiriye kurdî, îja ev çi meseleya axaftinê ye?! hîn ez xêr ji geroka wê nabînim.



11.09.2022 12:29 ~12:38 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» common voice

Kategoriyên mijarê:: komputer komputer komputer
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî