Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
tiştên ku di zarokatîya ciwanên kurd de hebû - tirşik
tiştên ku di zarokatîya ciwanên kurd de hebû
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Telefonên wisa:
Here lînkê

(bnr: bluetooth) û ev stran:



(bnr: fuad 2005)



08.02.2021 03:11 ~03:20 | heval.js

2. Tor an fileyê torbê kartola dikirin lûfik jibû mizdanê, di serşûştinêde. bi kermeyên qirêjêre çermê canê meriv radikir ev efsaneyê bê îman canê min sor dibû tev dibû lûr * dema behsa şûştin û beravê dibû ew roj ne diçûm malê * min tenê dixwest piştî beravê bikebim teştê û qet derneyêm.... kî ji we ji vê nifşêye rast bibêjin *



08.02.2021 23:34 | shorbevan

3. ji stranan:
şivan perwer yek mûmik du mûmik sê mûmik çarde mûmik
nizamettin arıç serê malam darek lê serê malam bûkek lê serê malam çûkek lê

ji leyîstikan:
taso, bîlî, çavgirtonek, malko malko..

çîrokên ku em pê cinna diketin..

di nûçeyan da tansu çiller, ecewît wana û sêla sor...



09.02.2021 17:25 | bûtîmar

4. li gûnd zarok bi kabikên pez ji xwe re dilistin.
Here lînkê



09.02.2021 18:51 | cinorek

5. berî serjêkirinê, elokek di hemama malê da bi çend roj bi me ra dijî.
roja pêşî (1) wekî mêvanek bû. em, hebkî bi ecêbmayî, hebkî bitirs, çavbeloq di ber derîyê hemamê ra diçûn û dihatin.
roja duyem (2) dibû wekî hevalekî me. em diçûn dihatin derîyê hemamê vedikirin û heywanê reben ditirsiya, deng dikir (bnr: dengê elokan) : ) kêfa me pê dihat. dêya min tim digot "heywan heyf in, zimanê wan tuneye derdên xwe bibêjin". me gotina dêya xwe dikir. me zilm lê nedikir. em ne ji gedeyên tercalan bûn.
roja sêyem (3) dibû endamekî malê. sibehê te bixêr şamlî! xwedî rehetî bide elelok!
roja çarem (4) ser jê dikirin. gunehê me pê dihat. û bi êvarê dibû xwarina malê.
roja pêncem (5) hemam bêdeng, bê kes. qey yekî me terikandibû. li malê bêdengîyek, di hemanê da valahîyek diqewimî. derîyê hemamê vedikim... hew dîmena wî tê ber çavên min.



10.02.2021 00:57 ~01:00 | mirovekirind

6. Bi çûkanî havala xwişka min mirîşkek sor ji bo setqê anîbû mala me. Feqîra dîya min jî heq ji şerjêkirina wê nehatibû der. Îca dû ko ez ji dibistanê hatim ez çav li wê mirîşka sor û kûr ketim û min got bela bibi heval ji min re. Ew mirîşk nêzîkî 2 sala li mala me de ma, me havaltî kir. Dûra şevek ji çellê zivistanê hêdîka di hundirê hemama me yî ko li dervebû ji jiyana xwe dest da. Gava ez çûm ko li ser kê bidim havala xwe min dî havalka minî delal heşk bûye. Havala min ketîye xewa mirinê. Agir ketibû kezeba min, cara pêşî wê şevê min ji mirinê fêhm kir. Mirin, qasî zivistanê sarbû, qasî bexwedîbûne giran, qasî feqîrtîyê dijwarbû.



10.02.2021 23:58 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku rojiyê naşikînin
» ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin
» kurdistan tv
» hebû tune bû

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî