Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
pêkenokên beredayî - tirşik
pêkenokên beredayî
(10) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Lawikek pir devjenî, devgemar, dijûnhez hebûye. Rojeke bavê wî gotiye; lawê min, emê herin daweteke divê tu qet devê xwe venakî, qet neaxifî bi însanan re.
Lawik gotiye: ez sond dixwim ku ezê kesî re deng nakim, nepeyvim.
Çûyine dawete, di salona dawetê de cihekî de quncinsîne û rûniştine. Hindek şûnda lawik merivek di nêzikî wan rûniştî re bi tilîya ewil (peçiya beranî, qamk) û tiliya îşaretê aniye ba hev, hev girêdaye rakiriye banî, nişan daye û bi kenî serê xwe ba kiriye.
Çend caran wê îşaretê dike, merik aciz bûye, rabûye ku çend mistan lêxe lê bavê lêwik nehiştiye.
Bistek din lawik tiliya xwe ya navîn rakiriye banî, nîşanî eynî merikî daye, disa bi ken serê xwe çend caran ba kiriye.
Merik disa aciz bûye, bi xwe gotiye ev zarok çi yekî nehs û beredayî ye, min bêhewce aciz dike. rabûyê ku çend mistan li ser lawik de birijîne lê bav ketiye navberê nehiştiye ku lêxe.
Bîstek din lawik piyê xwê rakiye banî nîşanî merik daye û keniye.
Merik pir bi hers bûye, dîsa rabûye ku çend mistan bavêjî lêwik, dîsa bav ketiyê navberê, bav lêborîn xwastiyê ji merik û piştrê ji dawatê derketine.
bav lawikî re gotiye: tu çima rehet nesekinî, acizî da merivê hatî dawete?
Lawik gotiye: wekî mi sond xwar gotinek ji devê min derneket. ev merikê serxirek ra min îşareta qûzê nîşan da serê xwe ba kir da ku fam bikim lêzimê bûkê lê fam nekir, vêcarî min îşareta xirê nişanî da, ku bizanim lêzimê zavayê disa fam nekir.
Vê carî min îşareta “da ku ev pî bikevî qûnê te, ma tu ji bo çi hatiye vê dawetê” kir meriv disa fam nekir. De ka bêje çi sûcê min heye.



06.02.2021 01:52 ~2021.06.07 02:10 | çomo

2. Merikek rojeke tev li partiyek seksê bûye. Partî destpêkiriye, dengên ox, ax,.. bilind bûye
Wextek derbas bûye, Merik rabûyê pê, bang kiriye gotiye “ hevalino hevalino partiyê rawestînin, bisekinin, bisekinin, xerabî di organîzasyonê de heye”
Lê kes nasekiniye, guhnedaye, dewam kirine.
Bîskek din Merik disa rabûyê pê, bang kiriye “ hevalino hevalino, partiyê rawestînin bisekinin, bisekinin, xerabî di organîzasyonê de heye ”
Herkes di cihê xwe de sekiniye, serên xwe ber bi merik de rast kirine, yek gotiye çi bû, çima te partî rawestand.
Merik bi hers gotiye “ ew partiyek çawa ye, ez dibêjîm xerabî di organîzasyonê de heye, heta anha ê min neketî tu kunan, lê ên gelekan ketin min.



22.02.2021 00:57 ~2022.08.07 02:26 | çomo

3. Rojek Seydayek ji xwedêre serî tewandî elîbêtik(elifbêtik)ek dixe cêba çakêtê xwe dibêje ezê herim ba feqiya dersa wan bidim.. kurê wî jî yekî ji rêderketî bûye.. kovarek ku wêneyên pornografîk lê nexşkirî * peyde kiriye, ji xwe neqetandiye.. diçe malê bi şaşî dike berîka çakêtê bavê xwe qaşo diveşêre.. bavê wî jî diçe camiyê cem feqiya destê xwe diavêje cêba xwe derdixe ku kovar dertê maç dike dide aniya xwe dibêje dîn û îmanê me tev eve .. *

Versiyonek wiha jî heye seyda qasetê mewlûdê dike cêba xwe kurê wî jî kasetê michael jackson dibe dike cêba wî diçe camiyê dide ser teyibê dibîne muzîkên dîskoyane ew jî jibû kes fehmneke pêre duet dike dibêje; dîsko dîsko bismillah.. *



23.02.2021 00:00 | shorbevan

4. Keçikek bona xwendina zankoyê çûye diyarbekîrê lê belê di rojên ewil ya zankoyê de xwendekarxane (yurt) jê re derneketiye.lawikek nasek wî li zankoyê dixwendiye hebûye. Lawik ji keçikê re gotiye: heta ku cihekî bibînî were li mala min de bimîne, her çiqas mala min biçûk bibe jî.
Keçik qebûl kiriye û li mala hevalê xwe de çend mehan maye.
Li malê tenê kanepeyek hebûye. Ji bona raketine bahlîfek kirine navbera nivînê bi wî avayî pirsgirêka nivînê çareser kirine. Çend meh weha derbas bûye. Keçik piştrê cihekî dibîne û ji mala lewik derdikeve.
Rojekê li ber stadyûma bajêr leqayî hev ten. Keçik dibêjî tu li vir çi dikî?
Lawik gotiye: bîleta me tune, em çend kes hewl didin ku li ser dîwêr derbas bibin, bikevin stadyûmê û temaşayî maçê bikin.
Keçik gotiye: ku tu çend mehan nikarî li ser bahlîfeke derbas bibî, tuyê çawa li ser vî dîwarî bilind derbas bibî.



07.08.2022 02:24 | çomo

5. Rojekê zilamek çûyê barekê. (Bar : cihên kêfxweşîyê ku araqî tê vexwarin)
Li wir jinekê nas dike û bi hev ra dest bi axaftinê dikin.
Zilam: gelo hûn çi karî dikin, bi çi re mijûl dibin?
Jinik: ez cîvaknas im, aliyekî ve seksnas, seksolog im. Li ser şêwaza seksa cîvakan dixebitim, pirtûkan dinîvîsim.
zilam: gelek seyr e. Hûn karin di derbarê karê ku dikin çend agahiyên taybet û pir nayê zanîn bidin.
Jinik: belê. wekî Di nav lêgerînan de min çespand ku kîrê îtalîyan zirav û dirêj, yên farisiyên qalind û qutik in.
Zilam: pir balkeş e.
Jinik:min bîr kir ku navê wê bipirsim. Navê wê çi bû?
Zilam: navê min çi bû? Navê min antony rafsancanî ye.



13.08.2022 02:23 ~02:26 | çomo

6. zilamek 75 salî li ber zayînxaneyê (dogumhane) li bende zarokanîna,( welidîn) hevsera xwe ya 25 salî bûbû.
Wexta ku bijîşk ji zayinxaneyê derketî, nêrî ku zilamek li ber derî disekine.
Bijişk ji zilamî re dipirse “ jina ku xwedê zarokek da xismê we ye?”
zilam dibêjî: belê jina min e.
Bijîşk bi avayekî metelbûyî dimê û dipirse: lê belê jinik 25 salî ye.
zilam: Ma hûn çima şaş diminîn. Ma ez nikarim bibim bav?
Bijîşk: belê, lê anha bîranînek kalikê min î rehmetî hat bîra min.
zilam: ma çi hat bîra te?
Bijîşk; kalikê min î rehmetî nêçîrvaniyê pir hez dikirî. Pir caran diçû nêçîrvaniyê. Wexta ji destan ketî mê jê re got êdî bes e, tu edî kal bû, dev ji nêçirvanîyê berde. Lê wî gotina me nekir. Rojekê em tev çûn nêçîrvaniyê. xwe şaş kiribû cihê tifingê, gopalê (gopal: darê dirêj ku kal û pîr bi kar tînin ji bo hesankirina mêşîne) girtibû anibû nêçîrê bona lêxistina neçîrekê. Di daristanê de me askek (xezal, ahû) dîtîbû. Gava ku kalikê min gopal bir ser milê xwe û agir berda û ask ket erdê
zilam:bi gopal ve ask nayêt xistin.xûyayê ku yekî din lêxistiyê.
Bijîjk:hah, ez jî hewl didim ku vê yekê bêjim.



01.09.2022 00:47 | çomo

7. Rojeke dilnasek (kardîyolog) navdar û dewlemend dimire. Malbata bijîşkî (dilnas) ya şînê digirî merasîma cenazeyê bi avayekî bişatafat û neasayî çêdike.
Paşiyê an jî piştî darbestê(tabût) dilekî mezin bi textinî çêdikin û bi gulan ve dixemilînin.
Piştî diakirin û axaftina peder û endamên malbatê nişkavê di ortê dilê çêkirî de deriyek vedibe û tabût hêdî hêdî diçê, dikeve nav dilê û derî tê girtin. Mekanizmayê robotîk weha çêkirine.
Di vê navberê de gelek kes di şînê de digirî.
Lê nişkavê pirqînî ketiye yekî û bi deng tiqetîq keniye.
Jê ra gotinê tu çima dikenî em şiwanî ne û di şînê de digirîn lê tu dikenî.
Yê dikenî dibêjî: ez jînekolog im. ku ez mirîm bo min çêkirina merasîmek weha kelilekê hat bîra min. Disa keniye.
Nişkavê yekî ji komê ji xwe diçe, ger dibe û dikeve erdê. Jinikek ji koma cenazeyê ra dibêjî. Yê jixweçûyî û ketî hevsera min e û proktolog e.



09.09.2022 23:58 | çomo

8. rojekê lebatên bedenê kom bûne û gotine divê em ji xwe ra bîryareke bigirin, midûrekê/î(gerînende) hilbijêrin.
(bnr: mêjî) gotiye: di bedenê de lebata herî giring ez im. jixwe rêveberî di dest min de ye, divê ez bibim midûr, gerînendetî mafê min e.
(bnr: gûrçik) gotiye: ez xwînê paqij dikim. karê ku min kirî gelekî giring e.
(bnr: pişik) gotiye: pergala henaseyê di dest min de ye, ku ez nabim tu karîgeriya we nabe.
(bnr: aşik) gotiye pergala dehandinê bi saya min dibe.
(bnr: dil) gotiye gera xwînê nabe beden nikarî bijî, lebata herî giring ez im.
(bnr: rovî)gotiye, karîndariya mijandina adanan bi saya min dibe.
yen dîn jî (bnr: fatereşk), (bnr: kezeb) ..hwd ketine hev. dawiya dawî dil hilbijartine.
lê belê (bnr: qûn)bi avayekî biryardar îtîraz kiriye, li ber, li dijî bîryarê derketiye, gotiye lebata karîger herî girîng ez im, ku ez rêya rîtînê(rîyînê) nadim hûn nikarin bixebitin.
kes guh nedaye gotinên qûnê. qûn gotiye, de ka ez deriyê rîtînê bigirim hûnê çi xweliyê bikin. qûn nehilîştiye ku rîyîn çêbibe. demek derbas bûye, ji ber girtina kuna qûnê, lêbatên dîn ketine tengasiye û dawiya dawî lebat kom bûne û biryara xwe guhertine, qûn kirine midûr.



25.09.2022 00:27 | çomo

9. Rojekê hemwelatiyekî suudî sîwarî balafirek rewîtiyekê bûye. Di wexta rewitiyê de bangî hostêsê kiriye û gotiye ji min ra qedehek miza hêştîr (deve) bîne ku we neanî ezê hemû personelê balafirê gilî bikim.
Hostes çûyê ba pîlotê û gotina yê meriv gotiye. Pîlot gotiye:Emê miza hêştîr ji ku bînin, here bila di qedehekê de bimize û wekî miza hêştîrê jê ra bibe.
Hostes çûyê qedeheke de miz kiriye û jê ra biriye.
Piştî kelikek din meriv dîsa bangî hostese kiriye, dîsa gotiye ji min re qedehek din mîza hêştir bîne. Vecarî pîlot di qedehê de miz kiriye, hostês biriye meriv ra.
Meriv piştî vexvarina qedehê duwemîn gotiye: tamê ya ewil ji ya paşî cuda bû. Çima tamê her du qedehê cuda bû?
Hostês gotiye: ji ber ku ya ewil ji bîrê bû, ya duyem jî lûlikê bû.



16.10.2022 00:31 | çomo

10. Rojekê Kurdek, Fransiyek û Almanek diçin seferê û li ser rêya xwe ji bo bêhnvedanê li xanekî dimînin. Her yek diçe li odeya xwe bi cih dibe. Lê di wê xanê de pir morî hene, ji ber lê nepirsîn û lê ne nêrîna karkerên xanê. Axir dibe şevek mêvan tên ji bo têştxwarinê lê halê wan ne halê yek dibêje "axx dayê pişta mino çend xwere!" Yekî din dibêje" wey bavo van morîyên kambax em xwarin me nekarî xew biçin, bêhna xwe vedin.!" Karkerek xanê wekî ku ji mijarê bi xeber be dibêje çiye ev halê we. Alman dibêje "ewqas morî hebûn min nekarî xew biçim heta şeveqê şiyar mam", herwiha yê Fransî jî heman tiştê dibêje. Li yê Kurd dinêrin rewşa wî pir başe, ji re dibêjin Kurdo! Me nekarî razên tu çawa razayî ji ber van morîyan?. Kurdo dibêje gelek hêsan; min morîyek kuşt yên din jî mecbûrî çûn definkirin û serxweşî ya wî.;))) Ez jî razam bi dilê xwe.



16.10.2022 14:52 ~14:53 | bayê xerbî

11. Rojekê Almanîyek û Kurdek li ba hev rûniştine herwiha kûçikê herdu yan jî hene. Zilamê Alman tim pesnê kûçikê xwe dide, dibêje pir bi aqil e, ez çi jê re bêjim dike filan û bêvan. Heman demê de bi çavek biçûkkirinê li kûçikê zilamê Kurdê dinêre. Demek derbas dibe û cixareya herdu zilaman jî xelas dibe yê Alman pere dide kûçikê xwe û dibêje here ji min re ji marketê cixareyekî bîne, yê Kurd jî pereyî ji berîka xwe derdixe dide kûçikê xwe lê dike nake kûçikê wî qebûl nake hema dike ewte ewt, yê Alman ji Kurdî dipirse; "ev çima kûçikê te wiha dike?", Yê Kurd jî dibêje; " willah kûçikê min dibêje heq neheq ezê ji berîka xwe ji te re cixareyê bikirin ji ber wê perê min qebûl nake.";););)



16.10.2022 15:05 | bayê xerbî

12. Rojekê merivek bi jina xwe ve diçe hecê. Wexta dan ber keviran a şeytên merik kevirên hûrik davêjî. Lê dibinî ku jina wî bi azweriyek mezin, bi rik û bi dûjinan ve kevirên mezin davêjî.
Meriv ji jinik ra dibêji:xanim tu çi dikî? Çima kevirên mezin bi dijûnan giran ve diavêjî şeytên.
Jinik dibêjî: çi bikim, keviran mezin davêjim şêytanî pîs û lenet li ser bê.
Merik ber bi jinikê xwar dibe û gûhê de bi dengekî nizm dibêjî: xanim, tu çi dikî, ev şeytên berê melekek xwedê bû, belkî rojekê bi xwedê re hev bên, hingê ew kevirên te yên mezîn bîr nakî.



03.12.2022 01:55 | çomo

14. merivek hemwelatiya suudî bona wergirtina vîzeyê çûye konsolonsa brîtanyayê.
Di navbera Karmendê peywîrdar û merivê suudî axaftinek wî şeklî pêkhatiye.
Karmend: name?
Meriv: Abdullah bîn hamîd bîn uzeyîd.
Karmend: sex?
Meriv: fîve time a week
Karmend: no, no, male or female?
Meriv: oh yes. Male, female, sometimes camel.



25.01.2023 23:59 | çomo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêkenokên kurdî
» beredayîzm

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok komikpekenok komikpekenok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî