Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 35 peyam
prince of persia: the two thrones - tirşik
prince of persia: the two thrones
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Prince of Persia: The Two Thrones lîstika sêyemîn a  prince of persiae ye ku ji aliyê Ubisoft ve hatiye pêşxistin û weşandin. Lîstikên berê yê  prince of persia; sands of time û warrior within e. Yekemîn lîstika prince of persia di sala 1989an de ji aliyê Jordan Mechner ve hatiye çêkirin. Piştî lîstika yekemîn, ubisoft tev mafên  prince of persia kirî û lîstikê pêş xist.

Prince of Persia: The Two Thrones lîstika vîdeoya aksiyon-serpêhatî ye ku ji aliyê Ubisoft Montreal ve hatiye pêşxistin û Ji bo playstation 2, gamecube, microsoft windows û xbox hatiye weşandin.

danasîn:



Here lînkê



05.02.2021 12:03 | yûsiv

2. Prensêpersê (û) du text, lîstikek; ji rêze lîstikên pop'ye ev lîstik qasî prince of persia the forgotten sand xweş nebe jî têra xwe xweşe wekî hemû lîstikên pop. Lîstikên wî meriv difikirînin hişê meriv didin xebitandin, dema meriv hişê xwe nexebitîne meriv li derek lîstikê asê dimîne.. lîstik wekî pirahiya lîstikan di serîde hêsane hingî diçe dijwar dibe divê meriv berxwedanek mezin bide.. lîstika wî a ji bû mobîlê jî serkeftîbû hey dinyayê.. dema beşek xelas dibû keçikên haremê derdiketin wê demê dinya û lîstik deqekî disekinî çav dest bi gerê dikir deqekîde 365 car diçû dihat û 300 pîksel û dpi ser û binê hev dikir * jibû dem bihartinê û jibû lîstikheza lîstikek xweşe hêjayî lîstinêye xwedê ji avakarên wê razîbe.. Kurê qehpêna nizam çima prince of persia the sands of time remake derdixin û çima derengî dixînin û çima jibû ps4'ye * xwedênegiravî rojane dikin dîtin herimandin.. derengî xistin, xwedê heqê min jiwanre nehêle.. a rastî derketiba jî derfeta min tune peyda bikim û bileyzim û nizanim çima li cihê bereday çêrî wan qîrquzdêyên reben dikim * bûye hobî nizam çi



05.02.2021 23:52 ~23:55 | shorbevan

3. Erê law! Berê di ew telefonên symbiyan, yên Nokiayê de min hindikî lîstika wê nedilîst. Çi xweş bû lo! Zemanê telfonên nîvbiaqil de bû. Ê tabî îro hinek lîstik derketinin bi grafîk û çîrokên xwe şekalên vê lîstikê di taqê re avêtinin! Lê neheqiyê li serboriyên xwe nekim, wextên xweş bûn.



06.02.2021 02:05 | hemdilaarda

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» princess chelsea
» the facebook
» two level tabs

Kategoriyên mijarê:: listikcihaz listik listikcihaz listik listikcihaz listik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî