Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 15 peyam
    xwe li ber baranê şil kirin - tirşik
    xwe li ber baranê şil kirin
    (4) (0) (14)
    di mijarê de bigere

    1. ji bo karên bê encam tê bikaranîn. bi zanebûnî xwe avêtina nav rewşeke nebaş îfade dike. gava baran dibare ger hûn derkevin derve hûnê şil bibin. yanî ger mirov bizanibe di karekî de encamên baş û erênî wê dernekeve lazim e wî karî neke. lê digel vê zanebûnê mirov dîsa jî dest biavêje wî karî ev biwêj tê bikaranîn. mesela gava hûn ji insanekî ku bi çikûsîya xwe tê naskirin deyn bixwazin, dîyar e ku ewê tiştekî nede. madem wisa ye divê insan xwe nexe wê rewşa xerab de. ji bo nimûne: “neçe cem wî. ew tiştekî nade kesî, xwe li ber baranê şil neke.”



    2013.06.06-16:01 | endazer

    2. ger di demsala havînê de be tiştekî pir xweş e .

    weke ku hemû xerabî, stres û bîranînên ne baş li ser mirov biherike û biçe mirov xwe baş dibihize .



    2013.08.23-14:06 | brusk56

    3. welleh karê dîna û evîndara ne.

    kesekî biaqil naxwaze ku wek mişkan li ber baranê şil bibe *



    2013.08.23-16:40 | nuçevan

    4. ger bi psîkolojiyek depresîf were kirin, heye ku bibe sedema xwekuştinê.

    ji ber ku hewayên wisa de, depresyona mirov hîn kûrtir dibe. ez bawer im sedema wê jî ew e ku mirov van hewayên "ne normal" de biçûktiya xwe, mezinahiya dinyayê û xwezayê û bêqîmetbûna xwe hîs dike. ger mirov bi tenê me, hatibe terkkirin an jî kareke wî/wê gelek xerab be welhasil jiyanî wî serûbin be, ev rewşa wî hê xerabtir dibe.

    ev yek mîna, depresyonê de guhdarkirina mûzîkên depresîf e. ne bi mantiq e.

    lê ger ji ber evîndariyê be; bikin, bidin kirin.



    2013.08.23-18:01 | simurg56

    5. meha nîsanê be, pirgirêrk tune ye. çikû barana nîsanê mirhovan xweşik dike, xweş e. bI heskIriya/ê xwe re hê xweştir e.



    2013.08.23-18:15 | seydayê_peyvan

    6. Nexweşiyeke pîs e bi min re. Çi îş çi kar! Qene qet nebe xwe bide ber dîwarekî. Eyb e eyb! Û tim û daim di vî hişê min ê ku bûye qula roviyan* de biryara "rojekê/ezê/xwe/li/ber/baranê/têra/dilê/xwe/şil/kirimekî" Heye. Nizam ew roj kengi ye.



    2013.10.21-07:25 | ceso


    8. şÎfa ye. ligel vÊ romantÎk e.



    2013.10.21-13:27 | cinorek

    9. Li kurdistanê xweş e lê biyanistanê nexweşî ye.



    2013.12.17-03:02 | dijber

    10. Ger di çentê min de tişteke girîng ne be ji bo şilbûyinê, di bin baranê de meş bir xweş.

    Û ger hevalek hebe ji bo axaftinê ev meş xweştir jî dibe. Û dibêjin ava baranê ji bo porê baş e (:



    2016.04.20-22:02 | gulêê

    11. bi taybetî jî a nîsanê min rastiya wî li xwe negirtiye.. digotin meriv pê spî dibe me jî xwe dida berê.. ez îtîraf bikim ez berê esmer bûm qirêja min tev bi saya baranê jê çû û niha borikim *



    2016.04.20-23:08 | shorbevan

    12. Ji bo kesên wek min xwediyê porê birûn mîna şikence ye.



    2018.02.04-20:18 | umed

    13. heyat e. mirovahî ewqa xerab bûye ku edî baranê weka tiştekî xerab dibînin û jê baz didin.



    2020.12.02-23:58 | hueyn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşikvanên ku zoom skype insta whatsapp bi kar nayênin [1]
    Qey li çolê dijîn...
    otoasîmîlasyon [1]
    li ser vê mijarê bircan birol belgefîlmek amade kiriye. ew bixwe her ç...
    meral daniş beştaş [1]
    Parlementera hdpê ya ku bibû mêvanê bernameyek stêrk tv. Ji ber ku zim...
    taveheyv [1]
    Yek ji qonaxên heyvê ye. Dema heyv tam e û ronahiya wê temam e tavehey...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne [1]
    Ji vir şûn da em çima civînên online pêk nahînin, nizanim. ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xwe lê dan
    » berken bereh
    » baranên antalya
    » silopya
    » kirînên ji înternetê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî