Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirşikvanên 16 salî - tirşik
tirşikvanên 16 salî
(22) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe)



17.01.2021 22:12 ~2022.05.14 01:37 | bûtîmar

2. Kul û derdê min bû. Piştî kul û derda xemakê ya pêşniyarên tirşikvana ji bo 16 saliya xwe, min vê mijarê kiribû kul û derd. Ji ber ku min meraq kir gelo tirşikvanên 16 salî hene? Lê di peyama ewil de xwestiye bêje "15 salî me"? Ji bo temenê xwe yê nu ku dê bibe16 pêşniyaran ji tirşikvana xwestiye?

Ger bera jî 15 salî be, wele helal Be jê re. Min digo qey tirşikvanê herî temenbişûk yûsiv e, lê wer dixuye yên ji wî biçûktir jî hene.



18.01.2021 00:17 | tîrêj zana 21

3. Kesên divê bên pîrozkirin in. Di vî temenê biçûk de ew hişmendî ne tiştekî hindik û erzan e. Xwedê temenekî dirêj bide wan.



18.01.2021 00:45 | xabûrî

4. heke min ê nêzikê meheke berê ji vê peyamê binivîsanda, tevli wan nedibûm lê belê, 16 salî me.*



11.05.2022 02:11 | ciwanzêr

5. Tirşikvanên 16 sal berê ez di temenê wan de bûm. Ne haya min ji Kurdî hebû ne jî ji tirsik.netê. Nizanim temenê tirşikê çend e. îhtîmaleke mezin ew jî tunebû.

Welhasil qedrê vî zemanî û qedrê tirşikê û qedrê çêkerên tirşikê bizanin tirşikvanno.



11.05.2022 02:29 | xabûrî

6. Yek ji van im û spas dikim bo peyamên li ser wê mijarê hatiye nivîsîn. Lê bi ya min bûyina mirovek wiha ne pirr tiştek mezin e. Îro înternet li bin destê her mirovî daye û ji bo tirşikvanbûyinê kurdîyek akademîk hewce nake. Wek hûn dibînin ez bi kurdîya xwe ya 3/10î dinivîsim *



11.05.2022 10:32 | xemakê

7. şîret û tembiya min li wan
- zimaneke biyanî hîn bibin û herin li welateke ewropî an li amerîkayê bixwînin, bixebitin, bijîn. keda hûn ê bidin, tehba hûn ê bibînin, rîsk û metirsiyên we ji derdorê bihîstine bila çavê we netirsîne, li wir piştî çend salan mirov cihê lingê xwe çêdike û digihije standardên baş û xweş yên jiyanê lê li van deran tu çi karî jî bikî, çi qas pere jî qezenc bikî her tirs û stresa sosyal, siyasî û ekonomîk wekê şûrê demokles wê li ser serê te be. tu yê tu carî nikarî azad bî û bi serê xwe û di destê xwe de bî.
- heta ji we tê ji partî û rêxistinên kurd û ji baweriyên olî û îdeolojîk yên radîkal xwe dûr bigirin. hemû partî û rêxistinên kurd li ber berjwendiyên şexsî û komî ne û hevsarê hemûyan di destê dijminên wan de ne ku dilxwede şerê wan dikin. dawiya wan çiya, hebs, îzolasyona civakî û trawma û nexweşiyên derûnî ne. dawiya baweriyên olî û îdeolojîk yên radîkal jî an grevên birçîbûnê ne an jî bombeyên zindî.
- wek dibêjin xwîna feqîran tehl e, pereyan qezenc bikin û hemûyan di rojekî de nexwin, hinekî deynin ser hev.



11.05.2022 13:04 | endazer

8. tirşikvanên ku tenê 8 salan ji tirşikê mezin in. weke dî gava peyama yekem li ser tirşikê hat zêdekirin ew tirşikvan di 8 salan de bûn.
çi kesên serfiraz in. her hebin.



13.05.2022 08:16 | cinorek

9. Tirşikvanên ku çi wan motîve kiriye ku dest bi xwendin û nivîsindina Kurdî kirine gelek meraq dikim. Helbet eferim ji wan re.. şima çimê min ê!



13.05.2022 13:14 | kajav

10. ez jî ji wan im. Di dema pandemiyê de ez fêrî nivîsandina kurdî bûm. Bi rastî, min hewl dida ku di dema berî pandemiyê de fêrî kurdî bibim, lê wextê bavê min tunebû. Bavê min ez hînî kurdî kirim. Helbet min gotarên kurdî dinivîsand, lê ew tiştên ne girîng bûn. Ez ji malpera ferhenga ekşî li fêrî tirsikê bûm.

Bi rastî, tiştên ku ez li vir dinivîsim dibe ku çopikî an jî tiştên bêaqiltî be, lê nivîsandina li wir xweş e. bi saya tirsikê min li her derê dest bi nivîsandina kurdî kir. Instagram, twitter, dibistan û li her derê.

Hêvîdar im ku hevalên min ên din jî hînî kurdî bibin.



27.05.2023 16:40 ~16:41 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên di dawiya şevê de aciz dibin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî