Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? - tirşik
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin?
(24) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirsa ez bersiva wê meraq dikim. Rêveber min agahdar bikin ez ê kêfxweş bibim.

Gelek caran dibînim sernavên mijaran şaş e jî heta yek li binê wê "divê sernivîs were sererastkirin" nenivîse sererast jî nabe. Û ez dibînim hinek edîtor carina şaşiyên nivîsê yên nayê qebûlkirin jî dikin. Naxwazim navên wan bêjim...



14.01.2021 21:40 | xabûrî

2. pirsa ku di vê rûpelê de hatîye bersivandin: Here lînkê


"Rêveber kî ne?
Rêveber ji nav nivîskarên jêhatî û dilxwaz hatine bijartin. Di bijartina wan de tu krîterên din tune. Di destpêka tirşikê de hinek nivîskarên ku dilxwaz bûn û xwestin vî barî hilgirin, weke rêveber hatin bijartin.
Rêvebirên me yên niha; simurg56, brusk56, azadixwaz, endazer, ceso, mergehezo nançû, xendekî, ferhenga şikestî, berxweda, mergehez, brzn, xeyda,

Edîtor kî ne?
Edîtor jî wek rêveberan ji nav nivîskarên jêhatî û dilxwaz hatine bijartin.
Edîtorên me yên niha; cinorek, biruya hayao miyazaki, xwelî li ser, mîr, bûtîmar, gumgumok, û hemû rêveberên li jor. "


ger em dîsa rave bikin, ji nav nivîskarên jêhatî/kevin, yên dilxwaz ji bo van karan dibin namzet û eger ji aliyê rêveberîya tirşikê ve (ku ji moderatoran pêk tê) werin qebûlkirin, dibin edîtor an jî moderator.



14.01.2021 22:12 | simurg56

3. (bnr: bila edîtor cinorek were guhertin)



14.01.2021 23:17 | bûtîmar

4. (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



15.01.2021 00:56 | xelîl

5. Rojekê dikevî tirşikê dibinî ku peyamek taybet ji aliyê simurg56 hatiye. Dibêje;

Êdî torî yî!

Wisa bû.



15.01.2021 04:49 ~04:49 | cinorek

6. Mijara ku min mereq dikir û wek sherlock holmes ketim li pey û min hinek hevpeyvînan bi edîtorên nû û yên kevin re kirin, tiştên ecêb derketin holê. Yek ji wan jî pêvajoya hilbijartinê wiha anî ziman û ji ber ya herî balkêş ew bû, ez ê bi we re ji parve bikim*:

"wele rojek rabûm û min xwe li ber maseya girover a tirşikê dît û simurg li nav zirxan di destekî de şûr nêzî min dibe. min got ev çi ye, ev çi bobelat e, eşşheduennaaa... ji nişka ve simurg sertîfîkaya edîtoriyê avêt ser min û zûka hinin tişt li ser min xwend, êdî dia bû, sêr bû xwedê dizane û hemû produksiyon belav bûn, çûn."

Tiştên ecêb diqewimin li pişt perdeyan*.

(bnr: gelo simurg56 mason e?)



14.05.2021 12:28 ~2021.05.15 10:54 | xelîl

7. Ez çîroka edîtorbûna xwe bêjim.
Şeva 15 gulanê de min xewnek dît. sîmurg056 wek teyrek li ezmanan difiriya. Çav bi min ket daket jêr. Li destê wî tasikek tirşik hebû. Go tu torî yî? Mi go a! Go êdî Edîtorî yî. Û tasik danî ber min û çû!



19.05.2021 16:26 ~16:27 | xwelî li ser

8. Gelo emê jî xwenek wiha xweş bibînin



19.05.2021 19:07 | ysfcevher

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» edîtorên jin yên wîkîpedya
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» gorî
» çilorî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî