Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin - tirşik
di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin
(23) (7) (3)
di mijarê de bigere

1. tiştekî têra xwe normal û asayî ye.. ji ber ku ya yekê hejmara jinên xwende li gorî mêrên xwende di nava civaka kurd de gelekî kêm e.. ji nav wê hejmara jinên xwende de jî jinên kurdîaxêv û kurdînivîs gelekî kêm in.. û yên xwende û kurdînivîs jî ji ber ku kêm in kêm peyda dibin nadîde ne yanî têra xwe qurre û pozbilind in -şûr bisk û keziyên wan ên meqeskirî nabirre yanî- û bi xwe re nabînin li dereke wekê tirşikê binivîsin.. ji xwe yên dinivîsin jî têra xwe pitpitok û mizmizok û çîzçîzok in di destpêka her peyameka xwe de gazin û lomeyan dikin û dibêjin tirşik bûye wekê qehwexaneya mêran, nivîskarên tirşikê ziman û jargoneke zêde nêr bikar tînin, tam di tirşikê de nemaye êdî filan..



03.10.2013 01:24 | endazer

2. erê bavo dîsa ya sucdar jin e.

du heb bask ji te kêm in mêrxaso!



03.10.2013 13:01 | gulan

3. pirsgirekeke giringe.

ji hebûna vê pirsgirekê em dibînin ku hewceye ku kck dest li ser ferhengê deynê û qotaya wekhevîya jin-mer bînê. "swh"



03.10.2013 18:48 | saladin

4. bi ya min mêr ev qas diaxive, destûr nade jin biaxive*



03.10.2013 22:20 | gelawej

5. Kî/ke dibê nivîskarên jin kêm in qey ji bavê wan zêdetire bi vî awayî davêjin..eyb e şerm e fihêt e,ew çi tomete ku,win li wan dikin, hey malneşewîtyonên bereday, hey xwelîserên malxirab.hey xwedênestendiyonan,

Hew tenê qet fersendek nakeve destê wan hêjayan, têdî ew bi karên girîng re mijûl in ye ku, ji alîyen we nayê safîkirin.,ferz û mîsal; firaq şuştin, xalî dawşandin,paqij kirina mal û bermalê, û der û dorên hewşê..piştê wan karên zêrîn heger kêfa wan jî, li cîh be ye wek cengaweran werin ser kompûterê û şerê xwe bidominên hetanî bihîstina dengekî xurt: ''qiza kerê!! Bese, de ka rabe ser wi tiştê pîs û heram û ji minre qedehek ava cimîdî bine!''

Dawî da çi qewimî, çi bû ji şervanê me nizanim lê hema bû wek pisîkek û di nav pisa pisa xwe de bi ber alîye mutbexê da çû..

bi kurtî û kurmancî meseleya nivîskarên jinê tirşikê wisayê..



30.10.2013 14:39 | nunê

6. kêmayiya egera kêmayiya nivîskarên mêr e jî..

ez ji bo kê teklîfa nivîskariya tirşikê dibim pirsa ewil, tê de keçik hene ye?

ya baş em tirşikê bigirin û ji dêla tirşikê malpereka flortê ku tê de keç û xortên kurd bikaribin bi kurdî qutiya dilê xwe ji hev re vekin û qala ehl û iyalê xwe bkin, vekin..

ji xwe hingî problema di tirşikê de kêmayiya nivîskarên ji parçeyên din yên kurdistanê jî wê hell bibe..



19.12.2013 23:32 | endazer

7. li amerîka ji derên visa re dibêjin sausage fest.



20.12.2013 00:32 | saladin

8. kêmasiyeke başî û xerabiyên wê hene.

başiya wê: nivîskarên mêr bi hev re şer nakin li ser wan û tirşik wisa li ser lingan dimîne û di ber xwe dide.

xerabiya wê: ku jin bi kurdî nenivîse û neaxive û nexwîne kurdî mir tirşikvanino û dawiya me hat.



20.12.2013 00:35 | dijber

9. (bnr: ezuem)



20.12.2013 00:36 | ceso

10. îdîaya ku êdî ne rast e lew di van rojan de êdî nivîskarên jin jî ketine piyaseya tirşikê û dest bi bazirganiyê kirine. de ya bi xêr.



09.01.2014 03:50 | ceso

11. kêmasiya ku bi grafîkên îstatîstîkî jî hatiye pesendkirin;

https://www.tirsik.net/grafikzayend.php



02.02.2015 17:14 | simurg56

12. normal e. lewma jinên xwendevan kêm in, yên bi kurmancî dikarin bixwînin û binivîsînin kêmtir in. di tirşikê de jimara wan ji 5an derbas nake anacim.



03.02.2015 17:59 | diclefirat

13. li gorî îstatîstîkan, 85 kes in:

https://www.tirsik.net/grafikzayend.php



03.02.2015 18:01 | simurg56

14. Heyra ! De ka bila ewil ewil kurdîzanînên Jin /keç xwe li nezanîyê daneynin û bi Kurdî bipeyivin wê demê hijmara wan dê zêde bibe. Xwendekarên mêyîn kêm in loma hijmara wan jî hindik in.



03.02.2015 20:00 | pîlerka pîr

15. li gorî min ev ne tiştekî normale, ez bixwe li ser twîttirê bi qasî ku kurdînûsên mêr dibînim, ewqasî jî, jina dibînim.

lê helbet hejmara mêra zêdetir e (mixabin).Li vir jî tiştekî wilo heye lê ev ne normalê, divê hejmara jinan ji sedî nêzikî 35 wan ba ne :(

Here lînkê



02.05.2020 03:44 ~03:46 | merwano

16. kêmasiyek mezin e.
lê eger her tirşikvanek mêr destê dergistiya xwe bigre û bîne vir wê hejmara wan jî zêde bibe*



02.05.2020 04:55 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» kêmasiya b12
» nivîskarên hefsar qetandî
» jina nebîranî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî