Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 50 peyam
rewşa tirka vs rewşa kurda - tirşik
rewşa tirka vs rewşa kurda
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tirşîkvan dikarin binê wê mijarê bi aliyên cuda ve her du netew qiyas bikin.
(ji kerema xwe tiştên eletewşo nenivîsin.)
...

rewşa dawî de tirk nezîkî şoreşekin. her çiqas pir aliyên de hov û bereday bibin jî, hejmarekî girîng kesên zana, xwenda û jîr jî di naw xwe de dihevînin. îro wan hedî hêdî aliyê teknolojî de xwe pêş dixin helbet wan rojekî şoreşekî mezin pêk bînin. mesela îro tirk aliyê nivîsbarî de gavên mezin davêjin, bi sedan hezar kes eleqeyê wan ji wê qadê re heye û qet nebe di nav wê sed hezaran de bi dehan hezar profesyonel derkevin. ji xwe tê zanîn ku sala berê projeyekê bi navê yek milyon îstihdam saz kirin û dixwazin 1 milyon kes qada it(teknolojiyên agahwerî) de îstihdam bikin.

par kompanîyekê tirk 1.8 milyar dolarê we hat firotin. wiya jî işaretekî girînge. peak games/128342

kurd ııhhhhh ııhhhhh. kurd hê asta herî binê ya hiyerarşiya pêdiviyan ya maslowê da ne. wan jî çi bikin qeder pişta wan xwar kiriye. lê beşekî wan jî heye ku hê îspat kirina hebuna kurda dixebitin.



01.01.2021 20:01 ~20:02 | lonw karda

2. ji bo berhevdana tirk û kurda pêşî derfetê wan wekhev be, helbet tiştekî wilo ne pêkan e. çiqasî destkeftîyên kurda yên li qada ITê niha nîn be jî, gelek ciwanên kurd yên jîr û zana baweriya xwe bi zimanê xwe tênin û ji bo pêşketina wê xebata dikin. helbet wê rokê bi ser kevin.



02.01.2021 15:29 | hueyn

3. Danberhevdaneke bê wate ye. Lewra tirk di navdewletî de xwudî statu û dewlet in. Lê kurd ji bilî başur çi statuyek wan di asta navdewletî de tune ye. Heya ku kurd di bin desthilata tirka de ne ( li bakûr), serkeftinên kurda jî dibe malê tirkan. Ji loma qiyas û berhevdanek zahir û eşkere nikare were danîn.

Weke mînak herçî kurdê jêhatî û zana di tiştekî de serkeftî dibe, piştgiriya dewleta tirk otomotîk distîne. Ser meselê, dema endezyarek kurd li zanîngehek baş ê tirkiyê bixwîne û serkeftî be, yekser dê biçe aselsan, baykar, tusaş, roketsan û hwd. Ji xwe tê zanîn ku ev kompanî çi karî dikin.

Ger kurdek ji aliyê werzîşê ve serkeftî be, yekser piştgiriya dewleta tirk distîne û bûrs lê tê girêdan. Paşê li ser navê tirkiyê beşdarî olîmpîyatan dibe. Dewlet jî gelek îmtîyazan dide wan û ew jî cihê xwe zexm dikin û deng ji xwe dernaxin. Ji xwe kurdbûna wan qet nayê bîra wan.

Êêê em bêjin stranbêj heman tişt diqewime, em bêjin kurdekî ku heşê wî bixebite û ji aliyê zanistî ve jîr be, tubitak yekser dest datîne ser wî û li ser navê tirkiyê wî dixe pêşbaziyê navdewletî. An kesekî ku karî wî li hev were û li welatên biyanî şûbeyên xwe veke, weke tirk tê nasîn. Mînak nusret, czn burak.

Ji qewla apê şêroyê hinek henek: apê şêro behsa jêhatîbûna xwe ya avjeniyê dikir. Devê kesên li çayxaneyê ji hev diçû. Wî jî hîn şortir dikir. Hevalê wî yaşo go " apê şêro tu ewqas jêhatî yî, çima beşdarî olîmpiyatan nabî?" Apê şêro tofiq jî got " kuro ehmeq, ka dewlet? Ezê li ser navê kîjan welatî beşdar bibim?"



02.01.2021 18:49 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa derûnî ya berî ezmûnan
» tirkan şoray
» rewşa kurdên ku koçê başûr kirine
» kurdalaegon

Kategoriyên mijarê:: jiyan teknoloji jiyan teknoloji jiyan teknoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî