Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
kurdên dibin polês - tirşik
kurdên dibin polês
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Encamek ji encamê bindestî û xîzaniyê ye. Lê tiştê balkêş eve ku berê kurdên bişaftî û yên tirşikxwurê tirkan dibûn polês û ji aliyê welatparêzan ve dihatin ricimandin lê niha "kurdên welatparêz" (rayedarên hdp) jî dibin polês û ji derdora xwe re pêşniyar dikin da ku dost, nas, merev û hevalên xwe jî bikin polês. Piştî ku bê kar û bê pere dimînin vêca dibên " ma ezê jî bibim polês. Ka polês çi gûyî dixwin 5 milyar pere distînin?" Hem ji ber forsa unîforma û damançê û hem ji ber meaşê wê gelemperî dibin polês. (Ji xwe me behs kiribû keçên kurd çiqas ji wê unîformayê hez dikin.) Parastina xwe jî bi van hevokan dikin: " bila bibin polês lê bila ji gelê xwe re baş bin. Divê kurd tev bibin polês û ji gelê xwe re baş bin û zilmê li wan nekin"

Her ku kesên weha dibînim parçeyek ji kezeba min diçe û şeqama rastiya ku em têk çûne di ruyê min de diteqe. Lewra dema mirov têk çû û hêvî nema vêga mirov xwe diavêje bextê dijmin û neyara. Niha di vê meseleyê de jî tiştê diqewime ev e. Çi cara kesên weha bibînim bi wan re dikevim gengeşeyên dûvdirêj lê dikim nakim, nikarim bi wan bidim fêmkirin ku tiştê dibêjin şaşe. Ew dibên qey dê hema ji bo wê unîformayê li xwe kin û demançe û jopê xwe di ber xwe xin, li erebeyên zîrepoş sîwar bibin û li kuça forsê biavêjin dewlet wan têxe kar.
Nexêr! Dema li meydana kurd çalakiyan bikin bo şermezarkirina dewletê, divê hûn wan bela bikin û li wan xin. Dema şaneyek veşartî ya tevgera azadiya kurd tespît bû divê hûn serê şeveqê biavêjin ser wan û wan bikujin an dîl bigrin. Dema îhbara çalakiyek hevala hûn bigrin divê yekser wan bibînin û zevt bikin an bikujin. Dema hûn li nobedê bin û heval biavêjin ser baregeh û karaqolên we divê hûn bere hevala bidin û wan şehîd bixin an ewê we bikujin. Dema kurdek ala kurdistanê hilda û derkete mitîngekî divê hûn wî zevt bikin û lêxin. Dema cenazeyê şehîda hat hûn biavêjin ser mala xwudiyê cenaze û zextê li wan bikin, nehêlin ku hama bibêjin " şehîd namirin". Avahiyek kurdewarî hebe divê hûn wê bigrin. Şaredariyên kurda dema qeyûm avêtin wan divê hûn xelkê ji şaredariyê der bikin û parastinaqeyûmî bikin.

Vêga ka ji minre bibêje tê çawa bibî " polêsek welatparêz" û qenciyê li gelê xwe bikî? Qey hama tiştên hûn difikirin dema we kurdek dî û ceza lê nebirin û bêjin derbas be tiştek nabe? Gelo ev kesan şaşin an ez ji aliyek çewt li meseleyê dinehêrim?



28.12.2020 22:07 | tîrêj zana 21

2. bêrî her tiştî divê mirov zanibe ku ti bandora kesên wilo (kurdên neyar, cehş, xayîn) li ser doza kurda nîn e. weke her milletî di nav me de xwefiroşên bêşeref heye. di nava tirka de jî heye di nava ereba de jî heye. ji ber ku komek dêqahp xwe firotine, doza milletê kurd têk naçe û hilnaweşe. divê mirov xwe ji ber van bêşerefan bê hêvî neke. qedera vî milletî di destê welatpareza de ye, ne yê xwefiroşan.



28.12.2020 22:41 ~22:43 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên tiflîsê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî