Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
la hora de los hornos - tirşik
la hora de los hornos
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Belgefilm bi awayek giştî li ser rewşa siyasî, civakî û neteweyî ya xelqên arjantînê disekine. Ji sê beşan pêk tê. Kamera di nava xelqên feqîr de bi hûrgulî digere ,doş dibe û berbê bajar tê û hemû qirêjî û geremol û tevliheviya bajêr radixe.

Belgefilm, ceribandin û şoreşên gel pêk tîne de li ser kêmasiya neteweyîbûnê disekine. Ku heke tu di şoreşa xwe de çand û xelq û netewa xwe dernexî pêş dê hemû tişt bêfêde bimîne. Li aliyekî girseyek ji mirin û nexweşî û hejariyan bezar bûye li aliyekê din hin serdest û dewlemendên ku çend çilkên xwîna di xelqê xwe de mayî li bazaran difiroşe.

Di nav gel de ne rewşenbîrek ne şoreşgerek ne pêşengek heye. Xelqê di xew de bê zanebûn hişyar dibe û tenê şer dike.pêwistî û pêdiviya serokekê bi rengek berbiçav radixe pêş me. Mînak di cihekê de karkerek dibêje "belê me guh nedidan polêsan û guleyên wan, em pêş de diçûn lêbelê ji bo çi û ku ve diçûn me nizanîbû. Ne serokek û ne jî pêşengek me hebû." Û ev xelqên serî hildaye jî ne xwenda ne. Heta di cihekê de dibêje "jorge luis borges li pêy şerê cîhanê ya duyemîn li pişta welêtên mitefîqan bû. Aliyek ku welatê wî lêbû nîn bû û li ser vêya jî fikrek wî nîn bû." De hûn bifikirin, heke rewşenbîrek ku hemû cîhan nas dike di vê rewşê de be dê gel çawa be?

Derhêner çi bi gotinên civaknas û şoreşgeran çi jî pirs û girêkên di mêjiyê xwe de lêpirsînek bê aman dide ser temaşevanan. Li gel çavê che ji û bi dengek frantz fanon î ji me re dibêje "hemû temaşevan an tirsonekin an jî xayîn!". ji me jî temaşevaniyê bêhtir tiştinan dixwaze. Derhêner bi filma xwe hêzê dixwaze, şoreşê dixwaze û li hember vê pergala qirêj serhildanê dixwaze.

Bi taybetî xelqên mîna kurdan bindest divê vê filmê (her çiqas çar saetan bide ber xwe jî) yekser temaşe bikin da ku ev pergala çawa dimeşe zelaltir bibînin. Filmê pêşniyarê hemû kesan dikim.



21.12.2020 19:40 ~19:51 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» los angeles lakers

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî