Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
kurd û twerk - tirşik
kurd û twerk
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. mijara ku îro du roja di twittirê di nav kurdan de bûye mijareke pêkenokî.
hin dibêjin, twerk bi kurdî çi ye, hin dibêjin bê twerk jiyan nabe *
hin ji wan jî mesela ji twerkê anîn bê dewletbûnê.
(bnr: ibrahim halil baran)
Here lînkê

xwediyê vê tevgerê ku ewil bi wê dest pê kir, dibêjê: Qûn qûna min e çi ji were?
Here lînkê

heyra mafdar e, ma çi ji me re, bila kurd jî lotikê xwe bavêjin *



20.12.2020 00:08 | merwano

2. Ya rastî pir şaşûmat dimînim gava qala kurd û twerk nizanim, kurd û filan tişt dibe, çima bê navê kurdbûnê tiştek nabe, a rastî xwedîyê twerkê jî bersiveke xweş da, qûn qûna wê ye ti eleqe bi netewê ve nîn e.



20.12.2020 01:11 | xwebixwe

3. gotinên mezinan e: qûna xwe nehejîne law



20.12.2020 06:21 | kurêbavêxwe

4. nîqaşa ku tirkmancek ehmeq derxistiye holê. qey dixwaze bi vî awayî bala xelkê bikişîne.
helbet qûna te ne xema tu kesî ye lê tê bêjî qey li kurdistana azad twerkkirin an jî twerka bi mûzîka kurdî hatiye qedexekirin û ev xanima ehmeq jî mîna nangeliyê li ber xwe daye.
eger meseleyek di navbera kurdî/kurdbûn û twerkê de hebe jî divê ew niqaş qet nebe bi kurdî be. lê di vê nîqaşê de bi qasê min dîtî, ji xeynî çend peyvan kurdî fîlan jî tune.

bi vê halê xwe, ji bo min hemû mesele bi vê têgehê rave dibe: (bnr: attention whore)



20.12.2020 12:22 ~10:15 | simurg56

5. bûyera ku yek ji encama dîtina kurdan a di nav qaliba sunnî misilmantiyê de ye. ji ber ku pirraniya kurdan û cînarên kurdan, tevahiya kurdan wek misilmanên sunnî dibînin, dema tevger û reftarên ji derveyî baweriya sunnitiyê û kevneşopiyên berî diqewime, bertekên wiha hijk û zirz nîşan didin.

heçku kurd berbilavê dinyayê nebûne û di bandora çandên civakên din de nemane, dibên qey kurdên ateîst, kurdên xirîstiyan, kurdên pornovan, kurdên gay, kurdên kemalîst, kurdên baasî û kurdên twerkan dikin* tune ne û hemû bi edet û kevneşopiyên sed sal ewil tên mezinkirin û li gundê kalpîrên xwe dijîn û sibe heya êvarê govendan digirin.. lê heqîqet wisa nîn e. ev mirov hertim hebûn û li derdorê kurdan bûn lê bi saya serê medyaya civakî, ev cûrbicûriya civakê zêdetir berbiçav bûn.



20.12.2020 17:18 | xelîl

6. Kurd dema hevîrdikin twerk dikin * , an em bibêjin hinek kurd wê baştir be meseleyek wiha jî di vê mijarêde heye; rojek mêrikek ji jina xwe acis dibe dike serê xwe dibêje ezê çewa bikim ezê îro li jina xwe bixim, difikire, difikire.., diçe dibîne wa jina wî hevîr dike, ew jî diçe wê rebenê bihevde dikute, dengê wan bi ser gundiyan dikebe der û cîran tên dibêjin tu dîn bûyî tu çima lêdixî? ew jî dibêje lê çima dema hevîrdike twerk dike(qûna xwe li hev badide/qûna xwe di hejîne) *



20.12.2020 23:15 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdbûyîna xirvatan

Kategoriyên mijarê:: hunerdans hunerdans hunerdans kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî