Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bikaranîna kî û kê - tirşik
bikaranîna kî û kê
(18) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mixabin di kurdî de xeletiyeka meşhûr e. lê ya ku meriv diheyirîne û şaş metal dihêle lêrasthatina wê ya di nivîs û peyivîna hin kesên bi kurdî re mijûl dibin de ye. hin tirşikçî radibin û bi tirkmancî re dibêjin adiyamanca, lêbelê şaşbikaranîneka bi vî şiklî hûn di "tirkmancî" ya semsûrê de nabînin. çi ecîb e min ev şaşbikaranîna li kesên elîhî û hin deverên din dîtiye. min li ser vê lêkolîneka berfireha dûr û dirêj nekiriye, lê axir çito bûye dîmeneka wiha di aqilê min de maye. de em werin ser mijara xwe;



"kê" forma tewandiya "kî" ye û bi lêkerên ku mêla xwe bi bikaranîna wan a bi bireserê(nesne) ve tev heyî ve tê bikaranîn;

kê ... got => [bersiv: "min" got]

kî hat =>[bersiv: ez hatim]



kê .. kir => [bersiv: "min" kir]

kî bû => [bersiv: "ez" bûm]



wekî li jor xwiya ye, eger bersiva pirsê kirdeya tewandî bixwaze, hînga hewce ye ku forma tewandî ango "kê" bê bikaranîn, egerna lêker kirdeya normal/netewandî bixwaze hînga lazim e "kî" bê bikaranînin.

de niha bêjin kê tirr kir.



01.10.2013 22:38 | fethî ronî

2. Mijara ku bû sebebê vê bersivê

"Erê welle em zanin lo te em rezîl kirin gidî"



01.10.2013 22:45 | ceso

3. rastnivîsa heta niha herî xweş û herî 'biseruber' hatî ravekirin. (bnr: xwedê ji te razî be)



01.10.2013 23:34 | azadixwaz

4. kirdkî/zazakî de hemverê naye de: "kam" û "kamî" vajîyeno. halo sade de "kam", halo tewênaye de "kamî".



kam ame? = kî hat? => [bersiv: ez ameya = ez hatim]

kamî...va? = kê ... got? => [bersiv: mi vat = min got]



Kam bi? = kî bû? => [bersiv: ez bîya = ez bûm]

kamî... kerd? = kê .. kir? => [bersiv: mi kerd = min kir]



02.10.2013 00:37 | kurdane

5. cînavk belan cînavkên pirsyarê ne.

çawa ez û min heye kî û kê jî heye.

mixabin ku gelek kes van tev li hev dikin û dibêjin ku "kî" bo nêrzayendan e û "kê" bo mzayendan e. lê ev ji binî ve xelet e.

kî hat? ez hatim, ez dikare nêr be dikare mê be.

kê got? min got, min dikare nêr be dikare mê be.

anku

kî cînavkeke xwerû ye û kê cînavkeke tewandî ye ji "kî".

loma wek ku nabe mirov bibêje: "ez kutam te" tu nikarî bibêjî " kî kutaye te"

min ev dîtiye ku gelekî ji aliyê çend qaşnivîskaran ve jî xelet dihê bikarhanîn.

(bnr: fehîm işik û kê/kî)

wekî dî mijarên divê hûn lê binerin.

(bnr: tewang)

(bnr: cînavk)

(bnr: nivîskarên ku bi kurdî nizanin)



27.12.2013 00:41 | dijber

6. Îro çendî di kurdiya standart de bikaranîna kî û kê elzem be jî mixabin li pirraniya kurdistanê bikarneanîna "kê" rastiyek e. Herwekî li farqîna amedê bikaranîna "kê" tune ye û Tenê "kî" tê bikaranîn. Kesê ku wekî min bikaranîna kî û kê ji zaroktiya xwe hilnegirtibin ji bo wan cinavkekî weke "kê" di kurdî de tune ye. Heya ji destê min tê rast dinivîsim lê carinan bêhemdî be jî xetayan dikim.



27.12.2013 00:56 | ceso

7. (bnr: bikaranîna kî û kê)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



27.12.2013 01:11 | ceso

8. ji bo kesên ku piştî zarokatiya xwe hînî kurdî bûne, tiştekî zehmet e.

ez bawer nakim ku tu carî tevlîhev bikim, lê ev ne ji ber zanîna min lê belê ji ber refleksên min e. loma nikarin ji herkesî heman tiştî hêvî bikim.



27.12.2013 19:27 | simurg56

9. Cînavkên ku pirsa kesan dikin ev her du ne. Yek ji wan xwerû ya din jî tewandî ye.
Cînavka xwerû ''Kî''
Cînavka tewandî ''Kê''
Dema ku yek bêje -Kî dixwe?- dê bersiv jî navdêr an jî cînavkeke xwerû be; -Zozan dixwe-, an jî - Ew dixwe-.
Dema cînavka me ya pirsyarî tewandî beî yanê pirsa -Kê xwar?- be, dê bersiva wê jî cînavk an jî navdêreke tewandî be. Li gorî pirsa jorîn de bersiv wiha be; -Zozanê xwar- an jî -Wê xwar- be.
Ev her du cînavk li hin deran dibin kirde, li hin deran jî dibin bireser. Bo nimûne, dema ku em bibêjin, -Kî kê dibîne- di vê hevokê de -kî- kirde, -kê- bireser e. An jî -kî- pirsa kirde, -kê- jî pirsa bireserê dike. Heke em bibêjin, -Kê kî dît?- îcar, -kê- dibe kirde, -kî- jî dibe bireser.
Mînak; kî kê dibîne? Elî Zozanê dibîne. Yanê ew wê dibîne.
Beravajî ku hin kesan carina bi şaşî bi kar tînin, di kî û kê de zayend nîne.



04.12.2017 20:20 | xelefêserhedî

10. Ku mirov rêzimana kurdî baş nizanibe lê hêdî hêdî bixwe heyirî û piştre dibêje kuro min çi kir.Ev jî şaşîyeke kuro min çi kir e.
ye



11.03.2020 22:48 | brzn

11. Bikaranîna ku carina ez jî tevlihev dikim e. Hevalan baş zelal kirine. Spas dikim.



12.03.2020 11:49 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bikaranîna bnr û vbnryên bîlesebeb
» kîmîş kirin
» kê zanîbû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî