Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
devokparêzî - tirşik
devokparêzî
(5) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. bîrdoza min * bi ya min her kes divê gorî devoka xwe binivîse da ku em taybetmendiyên devokên cûda fêr bibin. ev ne tiştekî bed e nizanim hin kes çima jê direvin.



13.12.2020 00:31 ~2021.11.05 22:38 | keyomerd

2. Rewşa ku min çend caran bi kurdînûsên Colemêrgî re dîtiye. Ez vê rewşê rast nabînim ji ber ku gelek devok hene. Herkes devoka xwe binivîse dê çewa standardek çêbibe? Mînak: yek bêje qawet bit, yek bêje qawet bi, yek bêje qawet bê, yek bêje qawet be bi min tevlihevî çêdibe.



13.12.2020 00:49 | xabûrî

3. parêziyeke baş e. lê dikare ji aliye standartbûna kurdî va gelek pirsgirêka derxe.



13.12.2020 00:51 | hueyn

4. Hişyarîyeke baş e. Divê em hemû devokên xwe biparêzin.



13.12.2020 02:09 | lawkegoyi

5. Carna kêfa min jê re tê bi henekî be jî dikim lê divê ji bo standartîzebûyina Kurdî ev tişt neyê kirin bi ya min. Bi taybetî qada nivîse de.



13.12.2020 18:42 | biaqila malê

6. ez him hinekî devokparêz im him jî hinekî kurdîya hevpar-parêz im *
ne destê min ji devoka min dibe ne jî ji kurdîya ortax.
jbk 1 : her kes devoka min fehm nake,
jbk 2: di devoka min da ''xeletiyên'' rastnivîsê hene.

yanî, devokparêzî tişteki rind e barkem *



13.12.2020 22:33 ~22:34 | bûtîmar

7. Ji bo zimanê hevpar û hevfêmkirinê divê em devokên xwe ji bîr bikin.. nîv saetek berê hevalê me yê hezexî di civata malê de axifî, mêro behsê tira (erebeya mezin) xwe kiriye, ez jî dibêm qey behsa hevalê min dike. Ez keniyabûm jî.. mijar li ku kenê min li ku, ez li ku? Divê civatê da zimanê nivîsê bê axaftin.



13.12.2020 23:06 | kajav

8. (bnr: ev çi feodalîte ye?) *

Qurbana çavên we me, vî zimanê bikin standard, ez êdî naxwazim ji bo amûreke 10 nava ezber bikim, an jî naxwazim ji bo ajalekî 10 nava ezber bikim...

Bes e yaww, rê di mêjî de nema *



14.12.2020 00:09 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» devokparêzî

Kategoriyên mijarê:: ziman jiyan ziman jiyan ziman jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî