Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; xemakê
peyamên reşikkirî

133774. ji bo xwudê, seb xatirê pêxember û ewlîyayan, ji kerema xwe re careke wisa xweşik bila formata tirşikê bixwîne.
wê tirşik kiriye foruma mala bavê xwe!
diyar e canikeke ciwan e kêfa min ji ciwanan re bi taybetî jî ji ciwanên ku xema zimanê xwe dixwin, gelek tê feqet avakirina şêwaz û islûbeke xweser û kemilî gelek girîng e. loma ji dewsa peyamên nekêrhatî, bila ji xwe re ji potansîyala xwe mezin, nivskareke têgihîştî biafirîne



08.06.2013 14:50 | simurg56

133836. Ew ên ku trolliyê dikin, ew ên ku dibêjin ezê hespê xwe bi kêfa dilê xwe bibezînim, bila ji kerema xwe fêrî rexneyan jî bibin. Kar û halê min tune ye heta êvarî pesn û wesfan bidim?



08.06.2013 14:50 | simurg56

133873. xeydandin ne tiştek duruste, divê meriv dilê mirova nehêle lê jibû xemakê Xwedê û pêxember tev jê razîbe bûve sedem *, bitcoin pump û 10x bikira hewqas kêfa min nedihat lê xwezî bi astengiya wê bû, lê ev jî başe * jixwe kêfa wê jiminre nedihat û bela sebep reşikan dida, trolî dikir lê ew ne li vire xwedayê wê livire kêfa min ji vî kurmê wêre hat ne binefis bû, tirên wê bideng û şidandî bûn yanî reşşikên ku dida aşkere dikir *
Ku piçek kêfa wê jiminre bihata û çepikek dabûna îro minê ferhenga şikestî bê minet bikira minê bigota bi kerê nikare dibeze kurtan, dîsa hate vandera berî nava hevda.. lê na xwedê jî zane min teştek tuyên reş daye ber xwe eleqeya xwe bi we nakim * qasê kêfa min ji xemakêre tê hewqas jî li ser ferhenga şikestî mirîme(ferjenga şikestî jî ne xeyde jibû xemakê aş bikim wisa dibêjim) lê ez wî piçek mafdar dibîmin xemakê pîra bê dirand emrê te di tirşikêde qediya tu hê jî tirşikê wekî facebook twitter instagram.. bikartînî ne tu tenêyî em gelekin ez jî car car wisa bikartînim. Lê ji rexneyanre derî li ser piştê bihêlin, ma hûn nabêjin tirşik a me tevaye wêdemê xweş bi nexşînin yanî roja bê şer û pevçûn bê xeyd û astengî derbas bû wê roja xwe helal nekin* ..

jiber xatirê ku îro ne li vanderaye kes tune reşşik bide ez dikarim bi dilrihetî binivîsim herwiha bixêrhatiye bixêr çûye, bê bela vegere, û bi hêviya bela xwe ji min vegerîne wê demê ezê piştgiriyê bifikirim *


Rastkirin: nevxêra ku emrê kêfa min kinkiriye bixêrhatiye



27.10.2013 00:18 | endazer

133879. Di tirşikê de eger li gorî Formatê nîqaş û gengeşî hebîn pirr baş e. Ez ti car ji nîqaş û gengeşî û rexneyan narevim û ti car jî ez xwe ji nîqaş û rexneyan eciz nakim.
Ger hûn mijara navê min vekin û bixwînin hûn ê bibînin gelek rexne hene. Yanî mafê min nîn e ez bêjim hûn giş rabin û rûnin pesnê min bidin. Helbet ger kêmasî û qisûreke min hebe dê kesinan rabin bêjin. Çimkî li vir di heman demê platformek e jî û ez ne şaş bim mezintir û temendirêjtir platforma li ser internetê ya bi kurdî ye.
Ji bo tirşikê em karin bêjin baş xirab malpereke serkeftî ye. Li gorî potansîyela heyî ya kurdî bi ber ketiye, berkeftî ye. Sedemek jê bêguman Format e lê ji Formatê girîngtir jî hemî nivîskarên tirşikê bi demê re, hêdî hêdî xwe bi pêş xistine û ferhengê bi qasî zanîn û hewldana xwe dewlemendtir kirine. Sebr, tolerans û xweragirî ya li ber fikr û ramanên dijber, şifreya zêrîn ya serkeftinê ye.
Ez bawer im ti heqeret û piçûkdîtin tune ye di peyama min de. Ger hûn bi çavekî zelal û nêrîneke bêalî bixwînin hûn ê têbigihîjin.

Axirîn min zêde dirêj kir. Dişêm bêjim min dil heye bi hezeran nivîskarên tirşikê hebîn û her yek ji wan bi reng û dengê xwe tirşikê bixemilînin, heta ji wan tê hemî agahî û zanînan li vir Tomar bikin û bi felsefe, helwest û nêrînên xwe asoya me firehtir bikin û deriyên nû li ber me vekin. Bi nêzîktêdayîyên xwe bi kûrbûna xwe ya 'resen', nû û hûrgiliyan perspektîfek li heqîba me zêde bikin.
Ew bi xeyd û nazdariyê nabe, bi xweragirî û sebrê dibe.



08.06.2013 14:50 | simurg56