Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; macin
peyamên çepikkirî

128933. kul û derdê min bû. sîstema tirşikê ji min re peyam şandiye gotiye kul û derdê te yê macin hat dermankirin.
min lê nihêrî mijar dixuyê lê entry tuneye..

neyse ez heyî zanim ku macin helbestvanekî kurdan yê wêjeya kurdî ya klasîk e lê di derbarê wî da di destê me da zêde agahî tineye.

bnr: tirşik forûm/128837
bnr: tirşik forûm/128832



26.10.2013 23:54 | endazer

128960. heta niha li ser jiyana wî ti agahiyeke teqez nehatiye peyda kirin. ya em dizanin ew e ku navê wî û helbesteke wî di keşkûla Abdulreqîb Yûsuf - Şaîrên Klasîk ên Kurd (Ji Weşanên Jîna Nû) derbas bûye.

Helbesta wî ya Melayê Bateyî "subh êvarî şeva tarî" dişibin hev, eşkere ye yek maye bin tesîra yê din de, lê ne eşkere ye ka kî ji ber kê girtiye.

mirov dikare tekane helbesta wî ya berdest di helbestakurdi.com'ê de peyda bike, ez ê lînkê jî helbestê jî li vir belav bikim:

Macin - Sorgula Xonçe (Kê Yî Tu)
Here lînkê

Sorgula xonçe dehen nazik nîhala kê yî tu
Mehweşa gul pirehen şox û şepala kê yî tu
Gul ruxa sîmen zeqin fikr û xiyala kê yî tu
Ahûya Deşta Xeten mişkên xezala kê yî tu
Nazika sîma semen qenc û delala kê yî tu

Ew çi dêm e ew çi rû ne ew çi zulf e ew çi xal
Ew çi gulbaxê gulan e ew çi husn e bê mîsal
Ew çi ebrû ne çi qews in ew çi "Nûn"in reng hîlal
Ew çi mujgan in çi tîr in ew çi elmas in bi qal
Qatilê xûnrêz û xûnxur pur qîtala kê yî tu

Ew çi badam in siyah in ew çi çav in xemzerîz
Ew çi rîhanên di şeng in ew çi zulf in mişkebîz
Ew çi Hindû ne siyah dil ew çi xal in fitne xîz
Ew çi lêv in ruhî perwer ew çi `unab in ezîz
Leb xemûş î badenûş î laûbala kê yî tu

Ew çi bejn e ew çi qamet ew çi qedd e dil ruba
Ew çi exbar in te can de ew çi durr in pur buha
Ew çi narinc û turunç in ew çi sêv in sîneca
Ew çi mehtab in binagûş ew çi subh e nûrfeza
Rohniya şama firaqê şem` û mala kê yî tu

Hûr û eyn î xemrevîn î dil têşîn î dil firîb
Bê qusûr î hem çi hûrî nûra Tûr î pur `ecîb
`îşwesaz î serfiraz î dilnewaz î dilşekîb
şahlewend î leb ji qend î çeşmî bend î pur xerîb
Sînesoj î dilfiroj î meh cemala kê yî tu

Ew çi `ac e rengzucac e ew çi nûrîn gerden e
Ew çi durca le`lî kûn e can rewan tê mesken e
Ew çi destên rengxenayî riştina xûna min e
şubhê te mehbûb û xûb ma qed di dunyayê hene
Cebhe roj î qelbî soj î qed şemala kê yî tu

Ew çi dulbend in muselsel ew çi zincîr in kezî
Ew çi mehyûş in çi ala kesk û sor û qurmizî
Netrik û îlan û şitrî tek li dêmê tewwuzî
Dê bimeş carek tu serwa min were seyra rezî
Da bi qurbana te bit Macin xezala kê yî tu



07.06.2013 18:27 | brusk56